Ji ber êrişên dagirkeriya Tirk nêzî 2 hezar xwendekarên Eyn Îsa û Girê Spî ji xwendinê bêpar in

Ev 4 sal in nêzî 2 hezar xwendekarên navçeya Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî ku dibistanên wan nêzî eniyên şer ên bi dewleta Tirk a dagirker re ne, xwendinê bêpar in. Ev yek ligel paşguhkirina civata navneteweyî û rêxistinên têkildar pêk tê.

Ji ber êrişên dagirkeriya Tirk nêzî 2 hezar xwendekarên Eyn Îsa û Girê Spî ji xwendinê bêpar in
12 îlon, 2022   03:24
EYN ÎSA

Rêveberiya Dibistanan a Giştî ya kantona Girê Spî dest bi amadekariyên sala xwendinê ya 2022-2023’yan kirin, mamoste erkdar kirin û pêdiviyên xwendinê belav kirin.

Têkildarî amadekariyên giştî yên sala xwendinê ya nû, berdevkê Rêveberiya Dibistanan a Giştî ya kantona Girê Spî ya dagirkirî Cuman Îsa diyar kir ku wan pêdiviyên 97 dibistanên niha di bin çavdêriya wan de, peyda kirine.

Cuman Îsa diyar kir ku ew ê îsal 5 dibistanan nû bikin ku piraniya wan li rojavayê Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî ne; Saloke, Reocî û Xefiye û got: “Ji ber nebûna cih ew dibistan par hatibûn girtin. Ji ber ku pêdiviya dibistanên li wir yên ku ji ber êrişên li dijî wan gundan hatibûn wêrankirin, bi sererastkirinê hebû.”

Der bare dibistanên ku dikevin eniyên şer jî Cuman Îsa ev tişt got: "Mixabin dewleta Tirk bê navber cih û dibistanan dike armanc û bi hezaran xwendekarên gundên nêzî eniyên şer ji beriya 4 salan ve ji xwendinê mehrûm kirine; mîna dibistanên Mestûr, Cedîde, Siwêd, Fatse, Xalidiyê, Dibis, Sewan û hwd."

Cuman Îsa eşkere kir ku nêzî 2 hezar xwendekar li 23 dibistanan hene û ev tişt anî ziman: "Lê gund û dibistanên wê rojane ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li pêş çavên cîhanê tên topbarankirin. Bi wê yekê mafên zarokan ên xwendinê li gorî qanûn û mîsaqên navneteweyî tên binpêkirin."

Li gorî Rêveberiya Dibistanan a Giştî tê texmînkirin ku hejmara xwendekarên Girê Spî îsal bigihîne 9 hezar û 700 xwendekarî û dê 480 mamoste wan perwerde bikin.

Cuman Îsa diyar kir ku rewşa perwerdeyê li kantona Girê Spî ji dema dagirkirina kantonê û parçeyên fireh ji gundewarên wê di dawiya 2019’an de her tim di bin gef û êrişên dewleta Tirk de ne û wiha domand: “Ji ber ku piraniya gundan û heta yên ji eniyên şer dûr rastî topbaranê tên. Hin dibistanên aktîv jî bi sedema êrişên bênavber û tirsa welatiyan ku zarokên xwe bişînin dibistan, girtî ne. Ji wan gundan; Cirin, Bexdik, Ehmediyê û Hîşe.

Li gel Rêveberiya Dibistanan di dema niha de tu altarnatîf tune ne ku pirsgirêka nêzî 2 hezar xwendekar çareser bike. Lê ger malbatên li eniyên şer biryar da ku zarokên xwe bişînin dibistanên ku 5 kîlometereyan dûrî gundên wan in.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sala par dibistanên Xazlî û Erîda yekser hedef girtibûn, di encamê de ji ber tirsa welatiyan li ser zarokên xwe perwerde rawestiyabû.

(fr)

ANHA