Dara Jiyana nû bi pêşengiya Ocalan hat çandin-2- Medenî Ferho

Dara Jiyana nû bi pêşengiya Ocalan hat çandin-2- Medenî Ferho
12 îlon, 2022   00:39

Li Tirkiyê faşîzm heye û bi xwînê tê xwedîkirin. Ne tenê li Kurdistanê, li her devera ku sîstema faşîst lê serdest be, miştaxe û bêndera kuştiyan, golên xwînê hene. Faşîzm, xwedî zîhniyeta dagirkirinê ye, têgihiştina kollektîf, hewngiriya fîlozofîk dikuje, rêbazên diyalektîk tune dike. Ev jî rê li ber çareseriya pirsgirêkan digire. Cudahiyê dike, tert dike, zextê dike. Yanî îradeya kollektîf û fikrê azad tune dike. Rêxstiniya civakî û mekan li holê nahêle. Dewleteke eskerî ava dike, hemwelatî dibe çakerê dewletê.

Faşîzma li Tirkiyê ji hemû faşzîmên cîhanê cuda ye û gorîfa xerboqî (guloka rîs a alozbûyî) ye. Di çarçoveya, bazirganê Venedîk û selefkariya Hecî Pepe de kar dike.

Tecrîd jî bingeha gorîfa xerboqî ye.

Em ji bîr nekin; qirkirina siyasî, di destpêkê de bi qedexeya “birêz Ocalan” dane destpêkirin; piştre bi behanyên pûç û erzan, “kêştî xerabe ye, rewşa hewayê ne baş e”, astengkirina hevdîtinên li Îmraliyê dane destpêkirin; piştre sîstema xespkariya qeyûman dane destpêkirin. Piştre, tecrîd bû dorpêça Kurdan a li bakur û metropolên Tirkiyê. Siyaseta lîncê dane destpêkirin û kronolojiya kiryaran dirêj bû!  Di pêvejoyê de, girtîgeh jî kirin kampên tunekirinê.

Qirkirina li parçeyên Kurdistanê, fizîkî, siyasî, çandî, aborî, cografî, hişmendî, îradî û diyalektîkî dewam dike. Faşîzma naqis aqil, navê qirkirinên eskerî jî, dike aştî û stêrk, heyv, roj, zeytîn, lep û pençe…  Ji bo vê jî min, gotina kuştina diyalektîkê bi kar anî. Ji ber ku rêbaza diyalektîkê çareseriyê tîne, faşîzm bi tu awayî çareseriyê naxwaze.

Gur gur e, mirov çi postikê lê bike gur e û ji bo kuştina pezî, şev û roj dibeze.   

Em hinekî vekin; piştî Komara Tirkiyê hate damezirandin klîka Îttîhat û Terakkî, bi qumpas, derbe û lîstîkên siyasî, xwe kire hikumranê komarê. Îttîhat û Terakkî, rêxistiniya xwendekarên ji xaka Osmanî li Frensa bû. Rêxistinek hemdem û pêşketî bû. Di nava sazkarên wê de Kurd jî hene. Piştî ku ji aliyê paşayên misilmenî ve hate xespkirin, wek rêxistinek çeteyan derkete hole û pirraniya sazkarên wê surgun kirin.

Çete bingeha faşîzmê ne. Hîtler weke sergerdeyê Wien dihate binavkirin û bi Fuhrerê Almanyayê. Îttîhat û Terakkî jî di qirkirina gelan de, bi sedan komên çete ava kirin. Îro jî desthilatdariya AKP/MHPê bi dehan komên çete avakirine û bikartîne.  Serokkomar wekî sergerdeyekî, her roj hejmara cesedên li pey xwe hiştin dihejmêre. Tenê faşîst û sîstema faşîstan hej ji miştaxe û bêndera kuştiyan dikin.

Îttîhat û Terakkî, di pêkanîn û belakirina anarşiya nava bajaran de hosta ye. Paşayên misilmanî, pêşî hêza askerî bi kar anîn, piştre hêza dewletê bi kar anîn. Îro jî, hem artêş, hem dewlet, hem saziyên sivîl, yên wekî SADAT’ê bi hevkariyek bi îdareya Kulliya Serokkomariyê vî karî dikin. Doh JÎTEM bû, îro gavekê bi wde çûne û vî karî Kullîyeya Serokkomariyê dike. Cûreyekî siltanetê ye. Fermanên bi nav, fermanên bi hukmê qanunan, KHK, cureyekî fermanên sultanan e.

Tirkiye, li tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê anarşî bela kiriye, niha jî li Herêma Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê heman tiştî dike.  Ev anarşî, bi destê komên çete li herêmê, Afrîka, Balkan û Kafkasya bela kiriye.

Faşîzma li Tirkiyê ne berhemê komekê, klîkekê ye. Di nava sedsalî de, faşîzm wek sêstem, bûye bingeha komarê. BIrêz Ocalan nave faşîzmê bikar nayîne, lê tirkîtiya spî û kesk bikar tine. Çavkanî, destpêk yeke, rê reng biguhere jî, encam û qonax yek in. Tu reng û tu rêbazên partiyên siyasî nikare ji xeta “Misaqî Miîllî” derkeve. Komar tê wateya cemahîr, lê Tirkiyê ne cemahîrî ye. Organîzasyonek giştî ya suc heye. Bala xwe bidinê, organîzasyona train, bûye gergedan û hemû çavkaniyên jiyanê girtine.

Vê organîzasyona gergedanî, sîstema tecrîdê kirine keliha polayî û hemû çavkaniyên jiyanê girtine. Balkêş e, girtiyên ku 20, 28 di girtîgehan girtine, dibin mercên herî dijwar de, ji girtîgehê surgunî girtîgeheke din dikin û bernadin. Ligel girtiyan malbatên wan jî ceza dikin. Ev seferberlîka tunekirinê ye. Paşayên Osmanî, di qirkirina gelan ya 1915an de, kesên ji seferberlîkê reviya ba ne, hevjîn, bav û birayên wan, dikirin çalan, şev rojê li ber serma seqemî dihiştin û ceza dikirin. Doh JÎTEM’ê ev kar dikir, îro jî komên çete, polîs û bekçiyên kontra dikin!

Dewşirmetî, ava bêjî ye. Ava bêjî faşîzm e. Ava bêjî nayê vxwerin, ji bo çêkirina xwarinê jî nayê bikaranîn. Ava bêjî, lehî ye, şape ye û tiştî li ber xwe dibe, kafûkûn dike. Li Kurdistanê jî rewşek wiha heye.

Çare yek e; têkoşîn! Divê tirs nebê zaafa Kurdan, li hemberî organîzasyona sûc û ava bêjî, têkoşîn were xurtkirin.

Dive gelê Kurd bi giştî, siyasetmedar, rewşenbîr, tevgerên siyasî, bi taybatî Tevgera Azadiya Kurd, ne xeyalperest bin. Divê despotîzma oryantal ku min wekî ava bêjî bi nav kir, baş nas bikin û baş binirxînin. Guman dikim ku pirtûkên Ocalan di vê babet, dabaş û mijarê de çavkaniya herî baş in. Me beriya niha got; menendê faşîzma dewşirmeyên Tirkiyê li cîhanê nîn e. Rast e, faşîzma li Tirkiyê berhemê gurên di postikên mirovan de ne. Sîstema dewşirmetiyê, mirovan ji rengê mirovî derdixe. Dike dirinde! Sîstema ava dikin jî tekelokrasî ye. Li gelek sîstemên cîhanê komên ku sîstema tekelokrasî diparêzin hene û tenê di berjewendiyên xwe difikirin. Lejyonerên Romayê, nîv dewşirme bûn, lê armanceke wan a gelemperî hebû. Ya dewşirmeyên serdema Osmanî nîn e. Xeyalperest inku asoyên xeta di navbera erd û ezman derbas dikin. Îlîzyonîst in û dixwazin tevahiya gelan bi wê îlîzyonê razînin. Şerbeta şehadetê, emlakçitiya erdnîgariya behiştê ye, yanî ola îslamî amûrê vê îlîzyonê ye.

Dewleta Tirk her dem pesnê xwe bi hejmara zêde ya artêşa xwe dide û dibêje artêşa duyemîn a NATO’yê ye. Lê bi qasî hejmara artêşa xwe, polîsan, gizîr û bekçiyan, cerdevan û komên çete ava dike. Di sala 1915’an de, bi komên çete, weke Tabûra Qesaban, El Xemsîn û eşîrên çete ava kirin, gelê Ermen, Suryan, Kurd qirkirin. Ji bo amadekariya vê qirkirinê jî, li herêmê anarşiyeke demdirêj û fetwayên derew û sexte, bi fermanên seferberlîkê dane destpêkirin. Îro jî anarşiya bi fermanên di hikmê qanûnan de anku KHK’yan dikin.

Em, her dem li ser têkiliya emperyalîzm û mîlîtarîzmê diaxivin û wek dirûşm bi kar tînin. Rast e! Lê heta îro, tu kesî ji me, sîstema dewşirmetiyê lêkolîn nekiriye; têkiliya navbera anarşîzm, faşîzm û dewşirmetiyê bi berfirehî nenirxandiye. Armanca avakirina ji komên çete bi berfirehî ne nirxandin e. Rast em vê mijarê dizanin. Lê ne rast e, em baş nizanin. Bi du-sê gotinan, bi du-sê gotaran jî nayê vegotin. Bandora wê ya derûnî, sosyolojîk û aborî ne hatiye lêkolînkirin. Sîstema dewşirmetiya Osmaniyan, rêxistiniya esnaftî û aborî ye! Di serdema paşayên misilmênî de diguhere, dibe “Garnîzonên Tul” û hwd. Rêxistinên îstîxbaratên Ewropayê demekê ji bo Tirkiyê gotina “dewleta haydûd” bi kar anî. Rast e! Hem destpêka darbeya Bab-i Alî û beriya wê çete hatin avakirin, hem sala 1919’an, dema Mustafa Kemal çû Samsunê û ji kar hate dûrkirin, bi eşqiya Topal Osman re hevdîtin kir, pê re peyman îmze kir û li Enwerê kire parêzvanê xwe. Topal Osman, navê anarşî-tirsa li parlamentoya Enqereyê ye.

Ji destpêka darbeya Bab-i Alî û sazkirina Komara Tirkiyê, xerca avaniyê, faşîzm e. Her partiya siyasî navekî li xwe dike, sosyal democrat, democrat, çepgir, rastgir, karker û hwd tev rastgir in, peyrew û programên wan tevan faşîzan in. TÎP ji wan cudatir e. Birêz Ocalan, gotina “leviathan” vala bi kar neanî, vala gotina “dînazor” bi kar neanî.

Ev navên enerjiya tarî û reş e û li bejna sîstema dewşirmetiyê tên. Sîstema dewşirmetiyê, herî baş xizmeta sîstema kapîtalîst dike. Ruhê kole-çaker! Kujer e, ne tenê mirovan, jiyanê tecrîd dike.

Lewma dibêjim; tecrîdkirina Ocalan, ne tecrîda şexsekî ye, ya gelê Kurd, gelên Tirkiyê û herêmê ye. Tecrîdkirina demokrasî, hiqûq, edalet, fikrê azad, mirovên azad û jiyana wekheviyê ye! Edî sîstemek e!

Kurd, 22 sal e li dijî tecrîdê têkoşînê dikin. Nû nû û di çarçoveya “mafê jiyanê” de, tecrîd kirin rojeva cîhanê. Çalakiya li Strasborugê 11 sal e bê navber dewam dike. Grevên birçîbûnê, li welat û derveyî welat hatin kirin. Mixabin wijdanê Ewropayê şiyar nebû; CPT, Konseya Ewropayê, saziyên mafên mirovan, medyaya Ewropayê xişka fermî derbas nekirin. Na, ez tabloyeke reşbîn xêz nakim û naxwazim rengên neqşa tabloya têkoşîna Kurdan flû bikim. Na! Dixwazim bêjim; hevbeşî û hevsengiya emperyalîzmê bi rêveberiya gelan re nîn e! Bala xwe bidin medyaya Tirkiyê, ne ratsgir û ne jî çepgir, bi qasî kovara ANT duristiyê nakin.

Ocalan ev rastî eşkere kirin. Pêşengî û nûnertiya rêveberiya gelan û demokrasiyê kir. Hêzên emperyal fikir û felsefeya Ocalan dijmin dibînin. Ditirsin! Tirs jî êrişkar e! Lê sahîh û esseh e ku cîhana emperyal, Ocalan fehm kiriye û baş nirxandiye. Naxwazin bêjin. Eger bêjin, nikarin dijminatiya wî bikin. Ew “dewr-î sefa” naxwazin; ew “tekelliyet”ê dixwazin, ji bo vê jî di nava xwe de demokrat in, li derveyî xwe sîstemên dewşirme diparêzin, wan jî wek barbar bi nav dikin. Bi vî rengî mirovên kêzikên Kafka, yan jî çaker derxistine holê.

Kurdan, mirovahî ji “qeda û bela”ya sedsalê rizgar kir, lê cîhan li Kurdistanê mirovahiyê tune dike. Tecrîd jî bûye bingeha vê tunekirinê. Nêzî hezar Berdnard Russel û Jaun-Paul Satre dengê xwe derxistin, lê nebûne çira ku tarîtiya li Kurdistanê parçe bikin. Herî kêm, dadgehek ava nekirin û Tirkiye mehkûm nekirin.

Mercê sereke, dîsa têkoşîna Kurdan e. Divê Kurd, ne tenê li dijî Tirkiyê, li dijî xiyaneta hundir û tarîtiya cîhanê jî şer bikin.

Fikir û felsefeya Ocalan, yek; Kurd ji şikeftê derxistin. Kurd nemane Kurdên çiyayî û çaker. Du; deriyê cîhana şiyar vekirin. Kurd bê parêzer nîn in! Sê; valahiyên dîrokê dagirtin, di civata gelan de rûniştine, di têkoşînê de ne tenê ne.