​​​​​​​Li Hesekê çeteyekî DAIŞ'ê hat girtin

Yekîneyên taybet ên QSD'ê çeteyekî DAIŞ'ê li Hesekê girt ku propagendaya fikirê tundraw dikir û hewl dida endamên nû tev li DAIŞ'ê bike.

​​​​​​​Li Hesekê çeteyekî DAIŞ'ê hat girtin
2 îlon, 2022   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bi daxuyaiyekê ragihand ku yekîneyên taybet, çeteyekî DAIŞ'ê li Hesekê girt ku fikirê tundaw belav dikir û hewl didin endamên nû tev li xwe bike.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Yekîneyên taybet ên hêzên me Hêzên Sûriya Demokratîk li taxa Xiwêran a  bajarê Hesekê endamekî rêxistina ''DAIŞ'' a terorîst girt, ku bi şaneyên veşartî yên rêxistinê re koordîne dikir, propagendaya fikirê tundaw dikir, her wiha hewl dida endamên nû tev li rêxistinê bike.

Hêjaye bibîrxistinê ye ku hêzên me di demên berê de  li herêmên cûda yên Bakur û Rojhlatê Sûriyê gelek endamên rêxistina terorîst girtin ku hewl didan fikirê terorîst belav bikin.

Hêzên me teqez dikin ku dê têkoşîna li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê dewam bikin û ewlehî û istiqrara herêmê biparêzin."

ANHA