​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li Qamişloyê di roja 22’yan de dewam dike

Şêniyên herêma Cizîrê hîn jî li pêşiya Navenda Komseriya Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin. Beşdaran heta rizgarkirina herêmê ji dagirkeriya Tirk soza piştgiriya ji hêzên xwe yên leşkerî re da.

​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya li Qamişloyê di roja 22’yan de dewam dike
2 îlon, 2022   12:53
QAMIŞLO

Hêzên Parastina Civakî-Jin bi hevkariya Kongra Star ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û girtina qada hewayî, 12`ê Tebaxa derbasbûyî çalakiya konvedanê da destpêkirin.

Di roja 22`yan a çalakiya konvedanê de endamên HPC`ê yên navçeya Amûdê û bi dehan şêniyên bajarê Qamişloyê tev lê bûn.

Endamê rêveberiya HPC`ê ya navçeya Amûdê Mihemed Hisên axivî û got: "Armanca me ji tevlêbûna vî konî ew e ku wijdanê mirovahiyê bilive û dengê me bigihêje rêxistinên mafên mirovan ku êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bike."

Hisên li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.

Endama rêveberiya Hêzên Parastina Civakî-Jin Nûra Gîlo jî axivî û got: "Ji balafirên bêmirov ên Tirkiyê re ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşberî çavên civata navneteweyî zarok û jinan dikin armanc, êdî bes e."

Nûra Gîlo bal kişand ser bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî ya li hemberî êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ev pirs kir: "Ka rêxistinên parastina mafên mirovan dikin? Tirkiye çekên NATO`yê bi kar tîne û pê sivîlan dike armanc, çima li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewqas sûc pêk tên?"

Nûra di dawiyê de îşaret bi piştgiriya hêzên leşkerî û bilindkirina têkoşînê heta rizgarkirina hemû xaka dagirkirî kir.

(eh)

ANHA