​​​​​​​Nûnerên partiyên siyasî bi nûnerê DYA´yê re civiyan

Nûnerên partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nûnerê DYA’yê re civiyan û diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ewlehî û îstîqrara herêmê dikin hedef. Nûnerên partiyan destnîşan kir ku divê nûnerên herêmê di civînên navneteweyî yên têkildarî Sûriyê de cih bigirin û civata navneteweyî li hember vê yekê xwedî helwesteke zelal be.

​​​​​​​Nûnerên partiyên siyasî bi nûnerê DYA´yê re civiyan
2 îlon, 2022   12:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh şandeyeke partiyên siyasî yên Bakur û Rojilatê Sûriyê bi serokatiya Emced Osman bi nûnerê bilind ê hikumeta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê taybet bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nicholas Granger re civiya.

Her du aliyan rewşa heyî û zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û siberoja herêmê û desteka navneteweyî jê re, nîqaş kirin.

Şandeya partiyan ji Emced Osman (Tevgera Çeksazî-Sûrî), Sîham Dawûd (Partiya Sûriya Pêşerojê), Erîfa Bekir (Partiya Yekitiya Demokratîk), Ekrem El Mehşûş (Partiya Muhafezekaran), Senherîb Bersûm (Partiya Yekitiya Suryan) û Mizgîn Zêdan (Tevgera Guhartinê) pêk hat.

Nûnerên partiyên siyasî ji nûnerê DYA’yê re hestiyariya qonaxa ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel zêdebûna êrişên dagirkeriya Tirk ên bejahî û asîmanî tê re derbas dibe, eşkere kir ku di van êrişan de fermandar, şervanên QSD’ê, kesayetên siyasî û sivîl dibin hedef.

Nûnerên partiyan da zanîn ku ev êriş ewlehî û îstîqrara li herêmê xirab dikin û li pêş geşkirin û xizmetên li herêmê asteng in.

Desteka kêm a ji Rêveberiya Xweser re û dûrxistina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser ji civînên Cinêvê hatin nîqaşkirin û nûneran diyar kir ku divê helwesteke navneteweyî ya cidî di vê derbarê de hebe.

Partî li ser helwesta DYA´yê ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê sekinîn, ku DYA´yê dibêje ew şirîkê QSD´ê di têkoşîna li dijî terorê de ye. Her wiha partiyan behsa kampa Holê û rola hêzên navneteweyî di çareserkirina pirsgirêkê de kir ku tenê barên wê Rêveberiya Xweser hildigire û ji wê zêdetir jî krîzeke rasteqîn li hember kampên li herêma Şehbayê heye ku tê de bi hezaran koçberên ji Efrînê hene.

Nûnerê DYA’yê Nicholas Granger jî li ser girîngiya vê hevdîtinê axivî û diyar kir ku hebûna nûnertiyeke mezin a DYA´yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê teqeziyê bi cidiyeta DYA’yê di destekdayîna herêmê û hewlên mayîndekirina aramî û îstiqrarê de nîşan dide. Her wiha diyar kir ku dê hebûna Koalîsyona Navneteweyî bi serkêşiya DYA’yê li herêmê û piştevaniya aborî û siyasî ji bo herêmê bidome.

Nicholas Granger îşaret bi girîngiya çareseriya siyasî ya krîza li Sûriyê kir û got DYA´yê bi peyaman êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Li kêleka wê jî bi civata navneteweyî re dixebite ku pirsgirêka kampa Holê çareser bike û bang li dewletan kir ku welatiyên xwe vegerînin.

Her wiha her du aliyan îşaret bi girîngiya hevdîtinên ji bo nîqaşkirina geşedanan, xurtkirina têkiliyan û şopandina rewşa heyî kir.

(fr)

ANHA