​​​​​​​Li kampa Holê 5 çeteyên DAIŞ`ê û 6 gumanbar hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku wan îro 11 kes girtine ku 5 ji wan çeteyên şaneyên DAIŞ`ê ne û diyar kir ku lêpirsîna bi kesên mayî yên biguman re ku girêdayî DAIŞ`ê ne, dewam dike.

​​​​​​​Li kampa Holê 5 çeteyên DAIŞ`ê û 6 gumanbar hatin girtin
31 tebax, 2022   06:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro daxuyaniyek da û tê de piştrast kir ku wan 11 kes girtine ku 5 ji wan endamên şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê ne.

Daxuyanî wiha ye:

"Piştî ku hêzên me agahî li ser cihên hin çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê li kampa Holê wergirtin, hêzên me îro saet di 04:00`ê berbangê de li beşa yekemîn a kampê operasyona serdegirtinê pêk anî. Hêzên me 11 kes girtin ku 5 ji wan çeteyên şaneyên DAIŞ`ê ne. Lêpirsîna bi 6 kesên din ên mayî re berdewam dike ku guman heye girêdayî DAIŞ`ê bin.

Dema lêpirsîna bi wan kesan re bi dawî bibe dê yekser encamp bên parvekirin."

(cx)