Aloziya hikumetên li Lîbyayê didome; metirsî hene ku rewş vegere wekî berê

Li Lîbyayê aloziya di navbera hikumetên "El Wehde El Weteniya" û "Istiqrarê" de dewam dike. Herî dawî di navbera her du aliyan de şer qewimî. Her aliyek hewl dide aloziyê kûrtir bike bêyî ku li çareseriyan bigere. Çavdêr texmîn dikin ku şer pêş bikeve û Lîbya vegere çargoşeya ewil a aloziyê.

Aloziya hikumetên li Lîbyayê didome; metirsî hene ku rewş vegere wekî berê
31 tebax, 2022   06:59
NAVENDA NÛÇEYAN – ŞEYMA ELÎ

Ji destpêka Adarê ve, piştî ku parlamantoya Lîbyayê bawerî da hikumeta "Istiqrarê" aloziya siyasî ya li Lîbyayê kûrtir bû. Hikumeta "El Wehda El Weteniya" hîna jî dev ji desthilatdariyê bernade. Di encamê de welat ber bi tundî û şerekî çekdarî ve bir.

Vê dawiyê li paytexta Lîbya Terablusê di navbera komên girêdayî hikumetên "Istiqrar" û "El Weteniya" de şer derket.

Ev şer piştî çend mehan ji aloziya di navbera herdu rêveberiyan de derket ku her du alî ji bi serweriya li welat û kontrolkirina berhemên petrolê di pêşbirkê de ne.

Di encamê şer de gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Ji ber van geşedanan, her du hikumet hev û din tawanbar dikin.

Hikumeta "El Wehda El Wetaniya" ya bi serokatiya Ebdulhemîd El Debîba alîgirên serokê hikumeta Fethî Başaxa ya ku ji aliyê parlamantoyê ve hatiye erkdarkirin bi binxistina diyalogan tawanbar kir.

Hikumeta El Wehda El Wetaniya roja Şemiyê bi daxuyaniyekê got, ''Şerê li Terablusê rû da piştî diyalogên ji bo dûrxistina paytextê ji xwînê pêk hat. Ev danûstandin bi însiyatîfeke xweser bû ku hemû aliyan neçar bike ku di dawiya îsal de tev li hilbijartinan bibin ku wekî çareseriya siyasî ji aloziyê re ye."

Ji aliyê xwe ve, hikumeta Lîbyayê ku ji aliyê parlamantoyê ve hatiye erkdarkirin, tiştên ku di daxuyaniya hikumeta "El Wehda El Weteniya" de yên der barê redkirina danûstandinan de red kir. 

Nivîsgeha Ragihandinê ya hikumeta Başaxa jî ragihand ku hikumeta Başaxa di daxuyaniyekê di dirêjahiya 6 mehan de hemû însiyatîfên xwecihî û navneteweyî yên ji bo çareserkirina aloziyê û veguhestina desthilatdariyê bi awayekî aştiyane, pêşwazî kir. Her wiha di daxuyaniyê de hikumeta El Debîba bi dagirkerê meşrûiyetê bi nav kir ku hemû însiyatîfan red dike.

Çavdêrên xwecihî diyar dikin ku şerê giran îsbat dike ku aloziya siyasî ya Lîbyayê roj bi roj kûrtir dibe û sedemên kûrbûnê berdewama rewşa ewlehiyê ya tevlîhev e. Nemaze ku civata navneteweyî ji bo çareserkirina pirsgirêka komên çete yên ku gelek cih û saziyên dewleta serdest kontrol kirine û bijardeyên xwe li ser pergala rêveber û navendên biryara siyasî ferz kirine, bi bin ket.

Tê destnîşankirin ji ber van aloziyan fikarên aliyên lîbyayî hene ku welat careke din vegere rewşa şer, nemaze ku du salan hinekî aramî serwer bû, bi taybet piştî lihevkirina agirbestê ku bi lihevkirineke siyasî bi çavdêriya Neteweyên Yekûbyî û lihevkirinek li ser pêkhanîna hilbijartinên giştî encam da bû. Lê nakokiyên siyasî bû sedem ku hilbijartinên dihatin payîn di Kanûna 2021'ê de bihatina lidarxistin, çênebûn.

ŞER Û BANDORÊN ALOZIYA SIYASÎ

Pisporê karûbarên Lîbyayê Ebdulhadî Rebî sedemên şerên li Terablusê, spart hewldanên bêbandorkirina komên girêdayî El Debîba û hewldanên Başaxa yên ketina Terablusê û got: "Ya ku rû dide peritandina perîka milîsên herî xeternak e, da ku operasyona derbaskirina milîsên girêdayî hikumeta Başaxa yên wekî Lîwa 217 Misrata bo paytextê hêsan be û rastî zehmetiyan neyê. Nemaze ku Başaxa erêkirina pêkanîna hewldana dawî ya debasbûna paytextê daye.  Enqere jî ragihand ku aliyekî bimîne û odeya çalakiyên balafirên bê mirov da aliyekî ku dê beşdarî wêrankirinê nebe û çeteyên xwe nexe tevgerê ku hev din tesfiye neke.

Çavdêr diyar dikin ku şer bandoreke rasterast li aloziya siyasî dike û texmîn dikin ku rewşa ewlahiyê kambaxtir bibe.

AVAKIRINA HIKUMETA NÛ

Tevî ku parlamantoyê di Adarê de bawerî da hikumeta Başaxa, lê serokê hikumeta El Wehda El Weteniya Ebdulhemîd El Debîba bi posta xwe ve girêdayî ye.

Ji beriya çend mehan ve, şerê li ser desthilatê di navbera hikumeta El Wehda El Weteniya ya ku navenda wê Terablus e û hikumeta Başaxa ya navenda wê li rojhilatê welat de dewam dike.

Têkildarî senaryoyên muhtemel, Rebî got: "Tiştek din li pêşiya gelek aliyên ku destwerdanê li dosyaya Lîbyayê dikin nemaye, ji bilî ku firsendeke dawîn bidin Başaxa da ku derbasî paytextê bibe. Ji ber ku, heger Başaxa derbasî paytextê bibe, dikarin fişarê li parlamento û serokê wê Eqîle Salih bikin da ku rêgeza destûra hilbijartinan bi ser bixin. Heger Başaxa nikaribe derbasî paytextê bibe wê parlamanto pêşniyara Brîtanyayê ya avakirina hikumeta nû ya sêyemîn pêk bîne da ku dawî li parçebûna siyasî werîne û her du hikumetên berê yên binkeftî neçar bike ku amadekariyên hilbijatinan bikin.''

Rebî bi domdarî got: "Başaxa vê yekê baş dizane û wê hewl bide ku bi her awayan bimîne. Bi vê yekê wê şerên bê xurt bin heta ku bighîne desthilatê. Lê El Debîba dizane ku di her du rewşan de wê ji desthilatê derkeve, ji ber vê yekê wê bi domdarî zextê bike û li hemberî hikumeta Başaxa rabe da ku xwe wekî faîlekî sereke ferz bike ku nabe were dûrxistin an jî paşguhkirin."

ÇARESERIYÊN QONAXÎ Û DAÎMÎ

Li gorî Rebî, çareseriyên qonaxî û yên daîmî hene û got: "Çareseriyên qonaxî; meclisa serokatî ku fermandarê bilind ê hêzên çekdarî ye, agirbestê ragihîne, li bajarekî serixwe wekî Sirt an jî Xedamis sponseriya diyalogên rasterast bike, da ku desthilat bi awayekî aştiyane were radestkirin an jî hikumeteke nû were avakirin. Çareseriya daîmî jî ew e ku divê serokatî komîteya 5+5 ya leşkerî bi hevkariya şandeya Neteweyên Yekbûyî û çavdêrên navneteweyî erkdarî ragihandina agirbestê bik, bi awayekî aktîv û bi zexta navneteweyî çekan ji milîsan kom bikin û wa ji bajaran derxînin, her wiha divê stratejiya komîteya leşkerî ya ku berê ya li ser hatiye lihevkirin û peymana Cinêva a 23'ê Cotmeha 2020'î werin pêkanîn."

CIVATA NAVNETEWEYÎ PARÇEKIRÎ YE

Têkildarî rola civata navneteweyî û bandora wê li dosya Lîbyayê Ebdulhadî Rebî got: "Civaka navneteweyî têgeheke bêserûber û di pratîkî de dikare li ser 3 wateyên rêxistinên navneteweyî û herêmî yên wekî şandeya Neteweyên Yekbûyî, Komkara Dewletên Ereb, Yekitiya Afrîkayê û rola wê ya pêşwazîkirin, şermezarkirin û nîşandana fikran were dabeşkirin. Her wiha asta duyemîn a dewletên mudaxelkarên Lîbyayê, dewletên sponserên kongreya Berlînê hene ku sponseriya diyalgên siyasî, leşkerî, ewlehî û aborî dikin. Her hal Lîbya di navbera piştevaniya hikumeta El Debîba û Başxa de hatiye dabeşkirin. Gelek civîn li Enqere û Tûnisê li dar xistin. Ji ber ku hikumeta El Debîba di pêkanîna peymana Cinêvê de bi bin ket, parlamato gavên yekalî girt ku hikumeta Başaxa erkdar kir û dest bi belavkirina postên serdestiyê û yên din kir. Aliyê sêyemîn jî dewletên ne têkildarî dosyayê ne ku di çarçoveya biryarên Konseya Ewlekariyê û dewletên mezin dike tev digerin."

ANHA