Pêkhateya Ereb piştgiriya 'Operasyona Sondê' kir û banga birîna cezayên giran li nokeran kir

Malbatên şehîdan, rûspî û şêniyên herêmên Tebqa, Reqa û Dêrazorê piştgiriya "Operasyona Sondê" û şervanên QSD`ê kirin û banga birîna cezayên giran li ajanan kir, yên ku xiyanet li welatê xwe kirine û bûne sedema şehîdxistina bi dehan welatiyan.

Pêkhateya Ereb piştgiriya 'Operasyona Sondê' kir û banga birîna cezayên giran li nokeran kir
30 tebax, 2022   04:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pesna "Operasyona Sondê" da ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 31`ê Tîrmeha borî de li dijî ajan û sîxurên ku hevkarî bi dewleta Tirk a dagirker re kirine û bûn sedema şehîdxistina fermandar, şervan û kesayetên welatparêz û sembolîk, eşkere kiriye.

Têkildarî mijarê malbatên şehîdan, rûspî û şêniyên Dêrazor, Tebqa û Reqayê nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin û banga birîna cezayên giran li sîxuran kirin.

EM SPASIYA QSD’Ê DIKIN Û AMADE NE PÊ RE ALÎKAR BIN

/kr/uploads/files/2022/08/29/184119_.webp

Bavê şehîd Ebdurehman Yasir Şelal, Yasir Ebdulcebar Şelal wiha axivî: “Ez QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn spas dikim ku wan ajan û sîxur girtin. Ez jî wek welatî bang li hemû welatiyan dikim ku der barê xayînan de agahiyan bidin, heta ez bikarim dê alîkariya wan hêzan bikim.”

Her wiha Yasir Şelal bang li QSD’ê kir û got: “Em hêvîdar in QSD’ê xebatên xwe yên girtina ajanan bidomînin û li nuqteyên sînor û dergehan baldar bin. Em jî wek welatî heta dikarin dê alîkar bin û em ê bi alîkariya xwe serbilind bin ji ber ku ew xayîn ji bo kuştina me hatine û amade ne tenê ji bo 50 dolarî me bikujin. Divê ew werin cezakirin çi ji aliyê QSD’ê yan jî Rêveberiya Xweser, yan jî ji aliyê gel ve.”

'DAXWAZA ME EW E KU MALBATÊN ŞEHÎDAN ÇARENÛSA SÎXURAN DIYAR BIKIN’

/kr/uploads/files/2022/08/29/183739_.webp

Cîgirê hevseroketiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê û birayê şehîd Umer Cewheriye, Ehmed Xelef El Hemûd wiha axivî: “Vê dawiyê hin sîxur û xayînên ku ji bo pereyan bi dagirkeriya Tirk re dixebitin, derketin holê. Em jî wek Meclisa Malbatên Şehîdan kiryarên dagirkeriya Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê bi giştî û kuştina sivîlan şermezar dikin.”

El Hemûd wiha lê zêde kir: “Ew kesên ku ji bo kuştina hevalan û sivîlan agahiyan didin dagirkeriya Tirk gunehkar in. Em wek şêniyên Reqa û malbatên şehîdan bi QSD`ê re ne di “Operasyona Sondê” de û daxwaza me ji wan ew e ku wan xayînên bûn sedema kuştina sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, cezayên giran li wan bibirin.”

El Hemûd bang li şêniyên Reqa û tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi QSD’ê re alîkar bin û wan li ser sîxuran agahdar bikin û got: “Em dixwazin wek malbatên şehîdan çarenûsa sîxuran diyar bikin, her wiha em bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku li kêleka QSD’ê bisekinin û bibin alîkar.”

'EM ARTÊŞA HEVKAR A QSD’Ê NE Û DIVÊ EŞÎR BI WAN RE BIBIN ALÎKAR’

Her wiha, serokeşîre El Elî, şêx Remadan El Rehal “Operasyona Sondê” û şervanên QSD’ê yên li eniyên şer û Hêzên Ewlekariya Hundirîn silav kir.

El Rehal bi navê xwe, meclisa rûspiyan, meclisa eşîran û hemû rûspiyên eşîran, bang li QSD’ê kir û got: “Qet li van sîxuran neyên rehmê. Em bang li QSD`ê dikin ku operasyonên din jî li dar bixin da ku vî welatî ewle xilas bikin. Me ji bo vê axa pîroz 12 hezar şehîd û 30 hezar birîndar feda kir, Ew hemû ji bo rizgarkirina mirov û welêt canê xwe feda kir.”

El Rehal wiha domand: “Em ji QSD`ê re dibêjin, em artêşa hevkar a we ne. Em bi we re ne û piştgiriya hewldanên we dikin. Em dixwazin hûn li pey van sîxuran bin û wan bigirin ku li dijî vê axê û şehîdan destê xwe kirin destê dijmin.”

/kr/uploads/files/2022/08/29/183849_-.webp

Şêx Remedan El Rehal bang li eşîran kir ku QSD’ê bi hebûna sîxuran agahdar bikin, bi wan re alîkar bikin da ku welêt û jiyana sivîlan ji komploger û sîxurên xwe frotine biparêzin.

'DIVÊ SÎXUR BI HIŞKÎ WERIN CEZAKIRIN’

/kr/uploads/files/2022/08/29/183905_.webp

Welatiyê bi navê Selah El Selman ê ji Dêrazorê wiha axivî: “Çeteyên girêdayî Tirkiyê û yên ku di vê dawiyê de derketine, bi xwe sîxur û ajanên MÎT’a Tirkiyê ne.”

El Selman wiha pê de çû: “Em bang li QSD’ê dikin ku li van ajan û sîxuran neyê rehme û cezayên giran li wan bibire ku bûn sedema şehîdxistina şervanan û şêniyan.”

/kr/uploads/files/2022/08/29/183754_-.webp

Her wiha welatiya bi navê Xîtam Hido ya ji Dêrazorê wiha anî ziman: “Ew sîxur bi dagirkeriya Tirk re dixebitin û bûn sedema şehîdxistina şervanên me yên QSD’ê, em wek şêniyên Dêrazorê van kiryaran şermezar dikin.”

TIRKIYÊ JI BO TÊKBIRINA ARAMIYA HERÊMÊ AJANAN BI KAR TÎNE

/kr/uploads/files/2022/08/29/184041_-.webp

Her wiha, welatiyê bi navê Mihemed Zayid ê ji Dêrazorê ajantî şermezar kir û banga birina cezayên giran li wan kirk u xiyanet li welat, QSD û Rêveberiya Xweser kir.

'EM Ê ŞERÊ ŞANEYÊN BIKIN KU HEWL DIDIN ME TÊK BIBIN’

/kr/uploads/files/2022/08/29/183921_-.webp

Endamê rêveber ê Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya gundewarên rojavayê Dêrazorê Ela Seîd anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker li herêmê şaneyên veşartî bi kar anîn û fitne di navbera pêkhateyên herêmê de derxist.

Ela Seîd destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi planên xwe hewl dide gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê lawaz bike û da zanîn ku armanc koçberkirina şêniyan, valakirina herêmê û dagirkirina wê ye.

Seîd têkildarî şaneyên veşartî yên ji aliyê QSD`ê ve hatine girtin wiha axivî: "Ew û sîxur ji bo berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker kar dikin. Jixwe her kesî mikurhatina wan dît ku planên dewleta Tirk li herêmên me piştrast dikin."

Seîd diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi bikaranîna balafir û topan sînordar nema, lê belê sîxur jî bi kar anîn da ku siyasetmedaran û kesayetên sembolîk ên Rêveberiya Xweser bike hedef û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her hedefgirtinek xwedî armancên leşkerî ye da ku pergala leşkerî xirab bike û xwedî armancên siyasî ye da ku valahiyê di sîstema siyasî de derxe."

Seîd got QSD xwedî hêzeke îstixbaratî ye û dikare tevliheviyên ewlehiyê ku gefê li herêmê dixwin, bişopîne û wiha got: "Bi keda hêzên me gelek sîxur hatin girtin. Her wiha hemû planên têkbirina hêzên me û lawazkirina îradeya me hatin pûçkirin."

Ela Seîd piştgiriya gel, siyasetmedar û rewşenbîrên Dêrazorê ji QSD`ê re anî ziman ku ew ê li dijî şaneyên hewldana şikandina vîna wan dikin û dixwazin îstiqrara herêmên wan têk bibin, şer bikin. Her wiha li dijî sîxuran jî banga dayîna cezayên giran kir.

'JI BO KESÊN DESTDIRÊJÎ LI SÛRIYÊ Û RÊVEBERIYA XWESER DIKIN EM Ê BERSIVÊN HIŞK BIDIN’

/kr/uploads/files/2022/08/29/183652_-.webp

Girêdayî heman mijarê, bavê şehîd Xebat, Îbrahîm El Şêx wiha axivî: “Em piştgiriyê didin “Operasyona Sondê” ya QSD’ê, em li kêleka Rêveberiya Xweser û hêzên xwe ne.”

El Şêx destnîşan kir ku ew ê li kêleka QSD’ê bisekinin û got: “Ê bê welat bê rûmet e. Mixabin ew sîxur ji Sûriyê ne lê xwe bi erzanî firotin Osmaniyan û rêxistinên terorîst. Nav pir in lê kar tim ew karê terorîst e. Em wek Meclisa Malbatên Şehîdan piştgiriyê didin QSD’ê. Dawiya vê projeyê yan serkeftin an şehadet e.”

‘NA JI KUŞTINA LI BERAMBER PEREYAN RE’

/kr/uploads/files/2022/08/29/184012_-.webp

Her wiha, endama Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê û hevjîna şehîd Salih Hemûd, Foze Mihemed piştgiriya xwe bi  QSD’ê û “Operasyona Sondê” re teqez kir û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe û meşa li ser şopa şehîdan bidomînin.

/kr/uploads/files/2022/08/29/183946_-.webp

Welatiyê bi navê Elî Elaya yê ji Tebqayê bang li sîxuran kir û got: “Hûn wek sûrî divê hûn neyên xapandin û nebin sedema kuştina kesekî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

/kr/uploads/files/2022/08/29/183811_.webp

Her wiha, welatiya ji Efrînê ku li Tebqayê bi cih bûye, Roşîn Mihemed wiha axivî: “Em ê li dijî xayîn û sîxurên ku li dijî gelê me dixebitin, bisekinin. Hevalên me yên ku bi sedema wan şehîd bûne wan ev herêm ji terorê rizgar kir û piştî şerekî dirêj aramî lê vegerandin.”

Di dawiya axaftina xwe de Roşîn Mihemed wiha anî ziman: “En hemî bira, ap û xal in, em bi hev re dijîn. Êdî bes e ji bo pereyan mirovan dikujin. Em vê yekê qebûl nakin, em ê vê herêmê biparêzin û li hember sîxuran bisekinin. Em ê hertim piştgiriyê bidin QSD’ê li dijî rêxistinên terorîst û tundraw.”

ANHA