ROJEVA NÛÇEYAN A 30-8-2022`YAN

 ROJEVA NÛÇEYAN A 30-8-2022`YAN
29 tebax, 2022   23:00

Çalakiya konvedanê ya HPC-Jin bi koordîneya Kongra Star bi dirûşma Kanî dadmendiya we li Qamişlo li dar xistiye didome saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Tirbespiyê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker xwepêşdan li dar dixin û ji pêşiya Navenda Perwerdeyê dest pê dikin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên Ermen ên Meclisa Civakî ya Ermen kongreya xwe ya yekemîn li ser asta BAkur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “JInên Ermen piştî qirkirina 107 salan xwe ji nû ve zindî dikin” li dar dixin saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şaredariya Gel a navçeya Til Temir a kantona Hesekê dest bi projeyên din li navçeyê dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Til Hemîsê cenazeyê şehîd Mihemed Cuma El Hesen ku endamê Hêzên Erkê Xweparastinê ye li Goristana Şehîdan oxir dikin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Herêma Firatê ji bo şermezarkirina êirşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xiyanetê û komploya li dijî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwepêşandan li dar dixin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên herêma Firatê şehîdên meha Tebaxê li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê bi bîr tînin saet di 19:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan merasîmekê ji bo bîranîna şehîdên meha Tebaxê û şehîd Ednan Ebû Mecid li dar dixe saet di 18:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Malbatên gerîlayên şehîd bûne diyar kir ku ew ê li kesên bi dewleta Tirk re şerê zarokên wan li çiyayên Kurdistanê dikin, neyên rehmê.  Her wiha bang li PDK`ê kir: “Heke bi dehan rêyan veke ji bo alîkariya dijmin bike, ew nikare vîna zarokên me bişikîne û berxwedana wan têk bibe." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Malbatên şehîdan, rûspî û şêniyên herêmên Tebqa, Reqa û Dêrazorê piştgiriya "Operasyona Sondê" û şervanên QSD`ê kirin û banga birîna cezayên giran li ajanan kir, yên ku xiyanet li welatê xwe kirine û bûne sedema şehîdxistina bi dehan welatiyan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dewleta Tirk a dagirker qutkirina ava çemê Firatê ji ser xaka Sûriyê didomîne. Rêveberê Bendava Tişrînê endezyar Hemûd El Hemadîn got dewleta Tirk rêjeya avê kêtir dike û bi payîzê re dibe sedema karesateke mirovî û jîngehê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji destpêka Tebaxê ve hikumeta Şamê ambargoyeke giştî li ser kantona Şehbayê ferz kiriye û rê nade tu madeyan derbasî herêmê bibe. Ji wan mazot ku bandoreke neyinî li gelek aliyên jiyanê dibe. Bi vê siyasetê hewl didin careke din welatiyan koçber bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endama Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Rîham Heco diyar kir ku hîn jî balafirên artêşa Tirk li esmanê Şengalê digerin û gefan li ewlehiya wê dixwin. Rîham îşaret bi siyaseta qirêj a li dijî civata êzidî kir ku bang li êzidiyan kir ku dev ji axa xwe bernedin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê, Sîham Dawûd diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina projeya Rêveberiya Xweser, xwe ji hikumeta Şamê nêzîk dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

"Li ser gorên hevalbendên xwe dimeşe da ku berjewendiyên xwe pêk bîne, ji bilî xemginiyê ku herî zêde bêçare dikare bike tiştek di destê hevalbendên wê de nemaye,” mirov dikare gavên rejîma Tirk ji bo bidestxistina berjewendiyên xwe bi Îsraîlê re serî pêşîn û hikumeta Şamê re herî dawî, binirxîne.