Li Kampa Holê ji bin erd gelek alavên çeteyan derketin

Vê sibehê li Kampa Holê di encama lêgerînan de hêzên ewlekariyê gelek amûrên weke telefon û qilifên wan, guleyên çeka M-16, kêr, satûr û birek ku di bin erdê de hatibûn veşartin dîtin û desteser kirin.

Li Kampa Holê ji bin erd gelek alavên çeteyan derketin
Li Kampa Holê ji bin erd gelek alavên çeteyan derketin
Li Kampa Holê ji bin erd gelek alavên çeteyan derketin
Li Kampa Holê ji bin erd gelek alavên çeteyan derketin
30 tebax, 2022   06:13
NAVENDA NÛÇEYAN

 Di roja 6’emîn ji qonaxa duyemîn a Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" ku li Kampa Holê berdewam dike de, di encama lêgerînan de vê sibehê hêzên ewlekariyê di beşan 3’yan ya kampê de, gelek amûrên weke telefon û qilifên wê, guleyên çeka M-16, kêr, satûr û birek ku di bin erdê de hatibûn veşartin dîtin û desteser kirin.

Her wiha xwediyê konê ku di bin de ev alav hatine dîtin, hat girtin.

Operasyonên lêgerînê ji aliyê hêzên pêngaveê ve berdewam dikin.

(cb)

ANHA