​​​​​​​Panorama hefteyê: Li Derayê tevliheviyê ewlehiyê dewam dike, Sedr zextan li ser dadweriyê zêde dike

Li bajarê Derayê aloziya ewlehiyê û bûyerên suîqestê zêde dibin, çavkaniyan eşkere kirin ku guhertin li ser asta belavbûn û serweriya şaxên ewlehiyê yên hikumeta Şamê li gundewarên herêmê tên kirin. Li Iraqê jî Tevgera Sedr bi nêzîkbûna dema  ragihandina dadgeha federal a der barê bangên hilweşandina, parlamantoyê de zextên xwe li ser dadweriyê zêde kirin.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Li Derayê tevliheviyê ewlehiyê dewam dike, Sedr zextan li ser dadweriyê zêde dike
28 tebax, 2022   04:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî bal kişandin li ser tevliheviya ewlehiyê ya li Reqayê, xetimîna siyasî ya li Iraq û aloziya Lîbyayê kirin.

‘LI DERAYÊ FERMANDAREKÎ BERÊ YÊ OPOSZÎSYONÊ HATE KUŞTIN’

Der barê rewşa Sûriyê de, rojnameya Şerq El Ewset wiha nivîsî: "Li bajarokê Tesîl ê li rojavayê Derayê, şeva yekşemê, fermandarekî berê yê komeke oposîzyonê hate siûqastkirin. Li gorî çavkaniyên herêmî, çekdarên nenas yekser gule di mala wî de li wî reşandin û hate kuştin.

Fermandar Teysîr El Nîzamî di 2018´an de tev li lihevkirinên bi rejîma Sûriyê re bûbû ku Rûsyayê navbeynkariya wê li başûrê Sûriyê dike. Kurê wî Rafet El Nîzamî di 2020´an de ji hêla çekdarên nenas ve hate siûqastkirin.”

‘SEDR ZEXTÊN LI SER DADWERIYÊ ZÊDE DIKE’

Der barê rewşa Iraqê de, rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Tevgera Sedr zextên xwe li ser dadweriya Iraqê bi nêzbûna soza ragihandina Dadgeha Federal a Bilind a biryara xwe ya banga hilweşandina parlamentoyê re zêde dike.

Tê payîn dadgeha ku desteya dadweriyê ya herî bilind li Iraqê ye, sêşema bê rûniştina bi vexwendina ji sekreterê giştî ya Tevgera Sedr Nesar El Rebîî de, li dar bixe.

Di naveroka vexwendinê de tê gotin ku parlamento hilweşe û serokkomar neçar bikin ku soza lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê li gorî hin qanûnên destûrê diyar bike.

Li Iraqê, ji Cotmeha par ve, di navbera komên şîe de krîza siyasî heye, bi wê re serokkomar nehat hilbijartin û hikumeta nû nehat avakirin.

Çavdêr dibînin ku dê biryara ji Dadgeha Federal ve bendewar e guhartineke mezin di nakokiya hundirîn a niha de çêke. Lê ger dadgehê biryar red kir, dê Tevgera Sedr xwepêşandanên li kolanan zêde bike û dê ev yek jî bi xwe re rageşiyê li hember aliyê din bîne.

Li hemberî wê yekê, qebûlkirina vexwendnameyê, dê bihêle hêzên tundraw ên di hundirê Çarçoveya Hemahengiyê de, di serî de jî serokê Îtîlafa Dewleta Yasa Nûrî Malikî û serokê Esaib Ehlulheq Qeys Xezelî tedbîrên rageşiyê bilind bikin û dê zextê li dadweriyê bi hinceta redkirina biryardayînê, bikin."

‘XITIMÎNA LI LÎBYAYÊ WELAT BI XETEREYAN RE RÛ BI RÛ DIKE’

Li ser rewşa Lîbyayê, rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Bi bilindbûna nakokiya siyasî ya ji ber parçebûna hikumetê, Lîbya rû bi rûyî xitimîna tund e. Wê jî bandor li hemû aliyên jiyanê yên li welat kir. Di encamê de hewlên ji bo nêzbûna di navbera aliyan de, ji wê jî rêveçûna destûrê, asteng kir. Ji ber rêveçûna destûrê girêdayî nakokiya di navbera Meclisa Nûneran û Meclisa Dewletê de ye. Her wiha rêveçûna leşkerî bi derketina nîşaneyên ji nû vegera li şerekî li paytextê û herêma beravê ya rojava di navbera komên çekdar ên Debîbe û Başaxa de hişt kedên Komîteya Leşkerî ya Hevbeş hilweşin.

Komên çekdar ên li rojavayê Lîbyayê, piştgiriya xwe ji hikumeta Başaxa re nîşan da ku erkên xwe ji Sirteyê pêk tîne, ew heman helwest e ku çalakiyên êl û civakî yên li gelek herêmên rojava; Mesrate, Zawiye, Reşfane û Zentan li dijî hêzên bi piştgiriya hikumeta Debîbe nîşan dane."

ANHA