Eşîrên Ereb bang li hikumeta Şamê kir: Bi dagirker û qatilê gelê Sûriyê re li hev neyê

​​​​​​​Bertekên li hemberî vegera têkiliyên hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker a li ser hesabê gelê Sûriyê, zêde dibin. Rûspiyên hin eşîrên Ereb jî diyar kir ku çi têkiliyeke normalîzekirinek bi armanca têkbirina projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Eşîrên Ereb bang li hikumeta Şamê kir: Bi dagirker û qatilê gelê Sûriyê re li hev neyê
28 tebax, 2022   00:45
HESEKÊ – BASIM EL DEXÎL

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêrsa li hemberî vegera têkiliyên dewleta Tirk a faşîst û hikumeta Şamê de zêde dibe.

Dewleta Tirk a dagirker bi derbaskirina bi hezaran çeteyên ji neteweyên cuda li Sûriyê, her wiha perwerdekirin, fînansekirin û çekkirina wan ji bo şerê li dijî gelê, Sûriyê wêran kir.

Ji 2011´an ve ji ber êrişên dewleta Tirk û komên çete bi deh hezaran welatî hatin qetilkirin û bi sed hezaran koçber bûn, li gel wê jî wêraniyeke mezin di binesaziyê de çêbû.

Her wih dewleta Tirk a yekser bi rêya çeteyên xwe gelek çavkaniyên Sûriyê ji kargehan talan kirin, ambarên Helebê ji genim vala kirin û tevahiya bajarê Şêx Necar ê pîşesazî yê bajarê Helebê talan kirin.

Sûcên Tirkiyê bi wê yekê tenê sînordar nebûn, her wekî ku li Efrîn û Til Helef a herêma Serêkaniyê ya dagirkirî kir, diziya şûnwaran jî kir.

DAIŞ'ê Kevana Serkeftinê ya li Idlibê hilweşand. Têkiliya xurt a di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê de nayê veşartin.

Piştî van hemû sûcan, rayedarên dewleta Tirk a dagirker li ser lihevkirin an jî normalîzekirina têkiliyan bi hikumeta Şamê re diaxivin, ew jî bi dehfdana ji aliyê Rûsya û Îranê ve tê kirin.

Beriya axaftina eşkere ya têkildarî lihevhatina bi hikumeta Şamê re, civînên ewlekariyê di navbera MÎT a dewleta dagirker û hikumeta Şamê de pêk hatin. Berî çend rojan, wezîreke  dewleta Tirk niyeta rast a Tirkiyê li Sûriyê eşkere kir û tekez kir ku armanca sereke ya Tirkiyê ew e ku rê li avakirina sîstemeke demokratîk li her beşekî ji axa Sûriyê bigire.

Bi eşkerekirina planên dagirkeriya dewleta Tirk li Sûriyê re, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêkhateyên xwe yên cuda û meyla xwe ya siyasî, her lihevkirinekê di navbera Şam û Enqerê de red dikin.

Di hefteya borî de 33 partî û hêzên siyasî nerazîbûn nîşanî normalîzekirina di navbera hikumeta Şamê û dewleta faşîst a Tirk de li ser hesabê gelê Sûriyê, nîşan dabûn.

BAZARÊN NAVNETEWEYÎ

/kr/uploads/files/2022/08/27/190323_-.webp

Eşîrên Ereb jî helwesteke mîna helwesta partî û hêzên siyasî dipejirînin. Rûspiyê Eşîra El Mehasin, Ebdulqadir Şaban der barê lihevhatina Sûriye-Tirkiyê de ya bi rêya Rûsya û Îranê re got: ''Diyar e ku ev yek di çarçoveya nêzîkbûn  û bazarên navneteweyî de tê kirin da ku lîstoka berjewendiyan xurt bikin, şirîkên ne fermî bifroşin, armancên sereke yên dewleta Tirk pêk bînin da ku hegemoniya xwe ferz bike û sîstema exalq hilweşîne. Ev hemû di warê berjewendîyên aborî û serbazî û parvekirina deverên desthilatê de ne, ku ev jî yekser dikeve berjewendiya APK'ê ya ku xwe ji hilbijartinên Tirkiyê yên sala bê re amade dike û ji bo têkçûna aborî di hundirê Tirkiyê de veşêre. Ev hemû jî li ser hesabê gelê Sûriyê tê kirin."

TOLHILDANA JI GELÊ SÛRIYÊ HITÎNE

/kr/uploads/files/2022/08/27/190340_-.webp

Rûspiyê eşîreya El Qudat, Mahir El Mihemed jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker tolê ji gelê Sûriyê hiltîne û wiha domand: "Tiştê ku diqewime jî hewldanek e ji bo çêkirina lihevhatinekê di navbera yên bi navê opozîsyona Sûriyê û hikumeta Şamê de ye. Hewldana pêkanîna vê armancê ji destpêka şoreşa Sûriyê ve ji aliyê dewleta Tirk a dagirker dihate kirin da ku tolê ji gelê Sûriyê hilîne. ''

EDENEYEKE NÛJENKIRÎ

El Mihemed her wiha got ku ev tevger bazareke Tirkiyê li ser xwîna sûriyan e û got, lihevhatina hikumet û muxalefetê wê dewleteke demokratîk a azad nede, berovajî vê yekê yekser dikeve xana berjewendiya dewleta Tirk û hevkarên wê yên çete.

El Mihemed  daxwaz û şertên hikumetên Sûriyê û Enqere yên lihevhatinê bi peymana Edene ya nûjenkirî wesif kir û diyar kir ku armanc ji vê peymanê têkbirina projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

/kr/uploads/files/2022/08/27/190441_-.webp

Ji aliyê xwe ve rûspiyê eşîra El Milhim, Mîzer El Sultan got ku armanc ji vegera têkiliyên hikumeta AKP û hikumeta Sûriyê ew e ku tolê ji gelê Sûriyê hilînin û li hember vîna wan a bi hesreta azadiyê bisekine, bi taybetî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

El Sultan her wiha got ku Erdogan hemwextî nêzîkbûna hilbijartinên serokatiyê li Tirkiyê, dem hilbijart ku desteka gelê Tirkiyê werbigire, lê ev lihevkirin li ber çavê hemû Sûriyên azad zelal û vekirî ye û wê negihê armanca ku dixwaze.

(hs)

ANHA