Foruma Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê bi encamnameyekê bi dawî bû

Foruma PYD û Partiya Guhertin û Ronesansê ya Sûriyê ku bi dirûşma "Na ji dagirkeriya Tirk re û banga rizgarkirina hemû axa Sûriyê ya dagirkirî" li Helebê li dar ketiye bi encamnameyekê bi dawî bû.

Foruma Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê bi encamnameyekê bi dawî bû
27 tebax, 2022   18:25
HELEB

Di çarçoveya hewldanên ji bo yekkirina nêrînên li hember dagirkeriyê, her wiha danasîna armancên dîrokî yên êrişên dewleta Tirk li ser axa Sûriyê de, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Partiya Guhertin û Ronesansê ya Sûriyê vê sibê li Helebê forumeke diyalogê bi dirûşma “Na ji dagirkeriya Tirk re û banga rizgarkirina hemû axa Sûriyê ya dagirkirî" li dar xist.

Piştî bidawîbûna rûniştina yekemîn û duyemîn ên forumê, forum bi berdewamkirina rûniştinên din ên bi navnîşan; Berdewama dan û standina bi bajarê Helebê re mîna ku wîlayeteke Osmanî a Tirk be, Hevkariya navneteweyî bi Tirkiyê re û hiştina ku careke din axa Sûriyê dagir bike, Hewldanên berdewam ên dewleta Tirk ji bo kontrolkirina rêya M4 a ji Eyn Îsayê heta Dêrikê, Girîngiya hevkarî û hemahengiya di navbera hemû hêzên nîştimanî yên Sûriyê de ji bo bersivdana êrişên dewleta Tirk û di serî de jî artêşa Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), domiya.

LIHEVKIRINA EDENE Û BIHANEYÊN ÊRIŞAN

Di vê rûniştinê de sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Roneansê ya Sûriyê Mistefa Qalecî girêdayî dan û standina dewleta Tirk bi bajarê Helebê re mîna ku wîlayeteke Osmanî ya Tirk be axivî û got: “Hevkariya navneteweyî bi Tirkiyê re rê dayê ku herêmên Sûriyê ji Idlibê, Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn û derdora wê, herêma di navbera Serêkaniyê, û Girê Spî de dagir bike. Her wiha ji ber vê hevkariyê, êrişên xwe yên hovane çi bi rêya balafirên şer yan jî bêmirov, li dijî herêmên Rêveberiya Xweser didomîne. Di encamê de bi dehan kes şehîd dibin. Ew bi vê yekê dixwaze herêmên din ên Sûriyê dagir bike û di civînên xwe li gel şirîk û hevalbendên xwe yên NATO`yê de bi kar bîne.”

Qalecî destnîşan kir ku divê gelê herêmê pişta xwe nede aliyên derve.

Der barê mijara “Hewldanên berdewam ên dewleta Tirk ji bo kontrolkirina rêya M4 a ji Eyn Îsayê heta Dêrikê” de endama Meclisa Giştî ya PYD`ê Eyşe Hiso axivî û got: “Dewleta Tirk bi rêya projeyên xwe yên dagirkirinê, rojane timayên xwe bi awayekî eşkere radigihîne ku bi hiceta herêma ewle dixwaze rêya M4 ji Eyn Îsa heta Malikiye li Dêrikê dagir bike. Bi hiceta ku dixwaze penaberên sûrî yên li Tirkiyê vegerîne.  Lê ya rast ew bi vê yekê demografiya herêmê diguhere.”

/ar/uploads/files/2022/08/27/171920_aaeshh-hsw.webp

Eyşe Hiso destnîşan kir ku divê projeya li herêmê xwe nespêre hêzên derve lê belê divê hevkarî û koordîneyê bi hêzên nîştimanî yên demorkatîk ên sûrî re çi li Sûriyê yan jî li derve xurttir bike.

Piştî wê çalakvanê sûrî Cibraîl Mistefa binpêkirin û sûcên li herêmên dagirkirî pêk tên, eşkere kirin.

ÎDEOLOJÎ Û ZILAMÊN SIYASET Û QANÛNÊ

/ar/uploads/files/2022/08/27/171905_jbraeyl-mstfa.webp

Cibraîl Mistefa behsa mijara girêdana hevbeş a di navbera îdeolojiyan û zilamên siyaset û qanûnê de kir û got: “Gelo siyaset xizmeta qanûnê dike lê berovajî wê. Gelo îdeolojî xizmeta zilamên siyasetê dike yan jî zilmanên siyasetê hewl didin îdeolojiyan pêk bînin.”

Mistefa wiha domand: “Nebûna îdeolojî û fikrên rast ên li gorî rastiya dîrokî ya Rojhilata Navîn, sedema pirsgirkan e ku lê rû didin.”

ALIYÊN NAVNETEWEYÎ LI HEMBER GELÊ SÛRIYÊ XEMSAR IN

Der barê helwestên navneteweyî yên xemsar de Cibraîl Mistefa got: “Ruxmî sûcên dewleta Tirk a dagirker lê heta niha, NY artêşa Tirk wek artêşeke dagirker nesinifandiye yan jî kiryarên wê şermezar nekirine. Ev nîşan dide ku berjewendiyên hevbeş ên dûrî mirovahiya ku banga wê dikin, di navbera wan de hene.”

Beşdaran, di nîqaşên xwe de teqezî bi yekkirina sûriyan li hember êrişên li dijî welêt û lidarxistina diyaloga sûrî-sûrî da ku bigihêjin çareseriyeke giştî ku hemû aliyan razî dike û mafên wan diparêze, kirin.

/ar/uploads/files/2022/08/27/171850_insaf-slytyn.webp

Di dawiya komxebatê de rojnamegera sûrî ya tev li forumê bûye Însaf Silêtîn encamnameya forumê xwend.

Encamname wiha ye:

Di şerê li Sûriyê de di dirêjahiya zêdetirî 11 salan de, herêm nikare li hember hewldanên fireh ên parçekirinê bisekine, di encama şerê cîhanê yê yekemîn û serkeftina projeya rojavayî de. Ev proje karî xebatên parçekirinê kontrol bike, jêderên nakokiyê ava bike da ku kengî bixwaze wan bi kar bîne û tevliheviyê li herêmê derxe, armanc jî nehêle ewlehî li herêmê pêk were û gelên herêmê bi pêş kevin.

Her wiha ev şer diyar kir ku derfet tune ye ku rê li pêşiya bandorên vî şerî li ser dewletên herêmê bigire. Hêviyên li ser hêzê ava bûne, parêzî neda tu dewletekê. Di encama berdewamkirina vê nakokiyê de ku Tirkiyê serkêşiya wê dike, em teqezî bi van xalên li jêr dikin:

1-Gelek girîng e rewşa nîştimanî ya sûrî li hember gefên domdar ên dewleta Tirk a dagirker were aktîfkirin. Divê dest bi ji nû ve avakirina projeya nîştimanî ya din ku pirengiya tevna civakî ya Sûriyê esas digere, were kirin.

2-Girîgî bidin rola artêşa Sûriyê ya berpirsa parastina Sûriyê, serdestiya wê û rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî. Tevlêkirina hêzên leşkerî yên nîştimanî yên Sûriyê di bin fermandariya xwe de bi taybet QSD.

3-Daxwaz ji hikumeta Sûriyê bê kirin ku lihevkirina Edene ya 1998`an betal bike û dagirkeriya Tirk neçar bike ku bê şert ji hemû herêmên dagirkirî vekişe.

4-Pêkanîna hevgirtinê û bi hemû rêbazên rewa xurtkirina hewldanên hêzên civakî yên Sûriyê ku li hember dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin.

5-Divê hikumeta Şamê metirsiyên kolana Sûriyê ji hewldanên dagirkeriya Tirk di ber çavan re derbas bike ku di encama hewldanên Tirkiyê de derketine ku carekê bi şer gef li herêmê dixwe û careke din bi rêya propagandaya ji nû ve avakirina têkiliyan bi aliyê Sûriyê re.

6-Di her lihevkirinekê de di navbera Sûriyê û Tirkiyê de ger pêk were, divê mafê vegera dildarî ya penaberan çi li hundir an jî derve were dabînkirin beyî ku pêkhateyeke civaka Sûriyê bê hedefgirtin.

7-Ruxmî encamên neyînî yên civîna Astana li ser Sûriyê û bakurê wê, Rûsya û Îran berpirsên vegera hemû herêmên dagirkirî û derketina hêzên Tirkiyê û hemû hêzên leşkerî ji Sûriyê ne, ji ber ku hêzên garantorên Astanayê ne.

8-Foruma Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê bang li civata navneteweyî dike ku berpirsyariyên xwe bîne cih, yekitiya gel û axa Sûriyê biparêzin mîna ku di daxuyanî û biryarên xwe yên têkildar de îdia dikin.

9-Li ser avakirina komîteya şopandina xebatên Foruma Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê hat lihevkirin ku ji 15 kesan pêk tê.

10-Banga lidarxistina kongreyeke sûrî-sûrî li ser asta Sûriyê bê kirin da ku çareseriyeke adil û giştî ji aloziya Sûriyê re bê dîtin.

ANHA