Bi hewldanên lihevhatinê re, dewleta Tirk hêzên Şamê dike hedef: Armanc û sedem çi ne?

Di demekê de ku behsa hewldanên lihevhatinê yên dewleta Tirk bi hikumeta Şamê re tê kirin, dewleta Tirk a dagirker nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li ser sînor dike hedef. Siyasetmedar Fîras Qesas li ser mijarê anî ziman ku ev hedefkirin nameyên zextê yên li ser Şamê ne da ku wê neçar bike ku lihevhatinê qebûl bike. Her wiha got, her lihevhatinek wê bandoreke neyinî li rewşa Sûriyê bi giştî bike.

Bi hewldanên lihevhatinê re, dewleta Tirk hêzên Şamê dike hedef: Armanc û sedem çi ne?
27 tebax, 2022   08:18
NAVENDA NÛÇEYAN – LÎLAV DÊWANÎ

Di demekê de ku dewleta Tirk a dagirker û Rûsya hewl didin peymana "Edene" ya nûjenkirî ya di navbera Enqere û Şamê de zindî bikin û wan her duyan li hev bînin, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên sînorî yên Sûriyê zêde kirine û nuqteyên hêzên hikumeta Şamê dike hedef. Ev yek pirsan li ser armancên Tirkiyê yên ji van hedefkirinan di serê mirov de çêdike.

Ji destpêka Tîrmeha borî heta niha ve, bi dehan leşkerên hikumeta Şamê ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser baregehên wan ên li ser sînorê jiyana xwe ji dest dane. Di 16'ê vê Tebaxa de baregeheke hêzên hikumeta Şamê ya li gundewarê Kobanê bi balafireke şer a Tirkiyê ve hate bombebarankirin, di encamê de hejmarke mezin a leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da û hejmarek mezin birîndar bûn.

Tevî ku der barê sînor de lihevkirineke di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de heye, her wiha ji bo agirbestê Rûsya û Amerîkayê garantî dane, lê hikumeta Şamê û Rûsya ya "garantor" li hemberî van êrişan bêdeng in. Ev dide diyarkirin ku her du alî naxwazên êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê bi dawî bibin.

NAMEYÊN ZEXTÊ JI BO ŞAMÊ NE

Li ser mijarê serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Fîras Qesas diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji hedefkirina nuqteyên hikumeta Şamê, nemaze di demekê de ku axaftina li ser lihevhatina wan hene, ew e ku zextê li rejîma Şamê bike da ku wê bi aliyê xwe ve bikişîne, her wiha da ku bide xuyakirin ku berdêlên dûrketina wê hene.

Qesas wiha anî ziman: "Rejîma Erdogan bi rêya van hedefkirinan xwest vê bighîne rejîma Sûriyê ku hevbendiya Sûriya- Rûsya rê li ber Enqere nagire ku derbeyan bide rejîma Sûriyê û ziyanan bighîne wê. Her wiha xwest vê bide xuyakirin ku xwesteka rejîma Tirk a lihevhatina bi Şamê re  nayê wateya lawazbûna ya leşkerî û ne jî paşketina Tirkiyê di dengeyên hêzên leşkerî yên li qada Sûriyê, dîsa jî rejîma Tirk xwest bi van êrişan bide nîşandan ku heger lihevhatinê pê re qebûl neke wê berdêlan bide."

Çavdêr dibêjin ku armanca dewleta Tirk ji hedefkirina nuqteyên hikumeta Şamê mîna "Aramkirina" rewşa li herêmên dagirkirî ye ku "opozîsyonê" li wir xwepêşandan li hemberî daxuyaniyên wezîrê derve yê Tirkiyê yên lihevanîna "opozîsyon" û hikumeta Şamê li dar xistin.

BERJEWENDIYÊN RÛSYA-TIRKIYÊ

Di çarçoveya lihevkirina ewlehî ya di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hikumeta Şamê de ku 14'ê Cotmeha 2019'an de pêk hat, hêzên hikumeta Şamê li xeta sînor a Bakur û Rojhilatê Sûriyê –Tirkiyê belav bûn û gelek baregehên Rûsya li herêmê hatin avakirin.

Her wiha bi garantiyên Amerîkayê yên 17'ê Cotmeha heman salê û garantiyên Rûsya yên 22'yê heman mehê de agirbest hat ragihandin. Ji wê demê ve û heta niha binpêkirinên lihevkirinan ji aliyê dewleta Tirk ve ranewestiyane. Ruxmî vê yekî Rûsya û Konalîsyona Navneteweyî bêdeng in û tu helwest nîşan nedane.

Fîras Qesas bal kişand ser bêdengiya Rûsya û hikumeta Şamê ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û wiha dom da axaftina xwe: "Ez hebûna rola rasterast a Rûsya federal a li ser mijara êrişên dawî yên Tirkiyê yên li ser hêzên rejîma Sûriyê dûr dixînim. Têkildarî bêdengiya wê jî Rûsya êriş red nake. Rûsya xwe bêdeng dike ji ber dibîne ku ev bêdengiya wê zextên li ser rejîmê xurt dike da ku bi Tirkiyê re lihev bike. Di rastiyê de ev lihevhatin fêdeyê dide siyaseta Rûsya ya li Sûriyê, her wiha di aliyê derxistina nakokiyên Tirkiyê-Amerîkayê de serkeftinan jê re peyda bike."

Qesas anî zmian ku Rûsya dixwaze bi çi awayî be lihevhatineke di navbera Enqere û Şamê de çêbibe û got: "Rûsya amade ye ku di bersivdayîna her cure hedefkirinê ya ji aliyê Tirkiyê ve li ser çeperên hevalbendên xwe de xemsariyê bike heta ku ev nêzîkbûn çêbibe. Dibe ku lihevkirineke li Soçiyê li ser vê yekê çêbûye."

Piştî civîna li Soçiyê ya di navbera serokê Rûsyê û yê Tirkiyê de ku 5'ê Tebaxê pê hatibû, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi balafir, moşek û topan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn. Her wiha axaftin hene ku Rûsya hewl dide peymana "Edene" ya nûjenkirî di navbera Şam û Enqere de pêk bîne.

Erdogan eşkere kir ku hempêşeyê wî Vladimîr Pûtîn di hevdîtinên Soçiyê de pêşniyara "çareserkirina" krîzê bi hevkariya hikumeta Şamê kiriye û got ku Pûtîn jê re gotiye ku çareseriya krîza Sûriyê bi hevkariya Şamê wê baştir be.

NÎŞANEYÊN LIHEVHATINA ENQERE-ŞAMÊ ÊDÎ XUYA DIBIN

Fîras Qesas vegera têkiliyên Enqere û Şamê dûr nabîne " Ez guman nakim ku lihevhatina rejîma Şamê û Enqerê geşedaneke li ser rê ye ku aso û pêşgotinên wê her diçe diyar dibin. Rastiya vê yekê wê di pêşerojê de wê diyar bibe. Wê demê dibe ku hevbendiya objektîf a di navbera her du rejîman de ya der barê herêmê de bizivire lihevhatin û hevbendiyeke rasterast ku di rewşa şer, dijber û nakokiyên rasterast ên di navbera wan de xwe dinixumand. Her du rêjîm bi teoriya komploya li ser hrêmê bawer in û her jî ji diyalog û hev qebûlkirinê ditirsin. Her wiha ditirsin ku gel îradeya xwe li ser esasaê hevkarî, piştevanî û nirxên jiyana hevbeş pêk bîn. Şopdarên rewşa Sûriyê li ser vê lihev dikin ku armanc li lihevhatina tirkî-sûrî têkbirina îradeya azad e ya ku sûriyan di Adara 2011'an de ragihandin ku bi tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tacîdar bûn. "

Qesas destnîşan kir ku lihevhatina her du aliyan wê li ser hesabê tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê be û li dijî rêveberiya wê be ku destpotiyê lawaz dike û rûmet û azadiyê misoger dike

Qesas her wiha îşaret pê kir ku vegera têkiliyên Tirkiyê-Sûriyê wê bandoreke neyinî li rewşa Sûriyê bike û got: " Hevbendiya objektîf a di navbera rejîma Erdogan û Esed de wê veguhere lihevkirin û hevbendiyeke eşkere û rasterast bi armanca têkbirina îradeya sûriyan ya ji bo azadî û bextewariyê. Ev hevbendî wê zêdetirî xwe li dijî vê rêveberiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê be, ji ber ku ev rêveberî guhertinek çêkir û rêveçûna ber bi pêşerojeke pirrengî, koolektîv a demokratîk ve li Sûriyê pêk tîne."

Qesas da zanîn ku her du alî an ku rejîmên Tirk û Şamê berjewendiyên xwe di dijbertiya li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dibînin ku karibî di nav devereke siyasî ya herêmî û navneteweyî de bi ser bikeve.

Serokê Partiya Nûjend û Demokratîk Fîras Qesas di dawiyê de got: "Dibe ku qadên bandora Rêveberiya Xweser were guhertin a jî demekê paş bikeve, lê bi teqez dê dewam bike û serkeftinan pêk bîne ji ber ku temsîla cewherê îradeya sûriyan a ber bi pkanîna armancên xwe ve dike. Her wiha di gelek aliyan de cihekî siyasî yê girîng û balkêş bi dest xistin, ya herî girîng qada navneteweyî ye.

ANHA