​​​​​​​Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja sêyemîn de didome

Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve di roja sêyemîn de didome. Heta niha 5 tunel hatin dîtin, 27 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê hatin girtin û 33 konên ku ji bo belavkirina fikrên tundraw ên DAIŞ`ê dihatin bikarnaîn, hatin rakirin.

​​​​​​​Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja sêyemîn de didome
​​​​​​​Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja sêyemîn de didome
​​​​​​​Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja sêyemîn de didome
​​​​​​​Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja sêyemîn de didome
​​​​​​​Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja sêyemîn de didome
​​​​​​​Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja sêyemîn de didome
​​​​​​​Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja sêyemîn de didome
​​​​​​​Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja sêyemîn de didome
27 tebax, 2022   08:20
 HESEKÊ

Piştî ku di demên dawîn de tevgera şaneyên çeteyên DAIŞ`ê zêde bû, di 25`ê Tebaxê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) qonaxa duyemîn a ‘Pêngava Mirovî û Ewlehiyê’ da destpêkirin.

Îro operasyonên paqijkirinê saet di 05:00`an de ji beşa penaberên Iraqê dest pê kirin ku beşek jê operasyonên paqijkirinê lê pêk hatibû. Xebatên lêgerîn û şopandina şaneyên çeteyên DAIŞ`ê yên di nava niştecihên kampê de xwe veşartine, didomin.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a duh, di operasyonên paqijkirin û lêgerînê li beşa yekemîn a kampa Holê de, 27 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê hatin gitin, di heman beşê de 5 tunel hatin dîtin ku şaneyên DAIŞ`ê ew ji bo veşartinê, hedefgirtin û kuştina niştecihan bi kar dianîn.

Her wiha 33 kon hatin rakirin ku çeteyên DAIŞ`ê wek cihên perwerdeyê bi kar dianîn, tê de fikrên tundraw ên DAIŞ`ê belav dikirin, wekî dadgehên şerîetê bi kar dianîn û tê de hikum û ceza li kesên dijberî fikrên wan dibirîn.

Piştî gefên êrişkirina li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku rayedarên dewleta Tirk a dagirker xwarin, bûyerên kuştinê bi awayekî hovane ji aliyê van şaneyan ve li dijî şêniyên kampa Holê zêdetir bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 28`ê Adara 2021`an de qonaxa yekemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê dabû destpêkirin û di 2`yê Nîsana heman salê de bi dawî bûbû. Di encamê de 125 çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê hatibûn girtin ku 20 ji wan serçete bûn.

(cx)

ANHA