Li Trablusê di encama şer de kuştî û birîndar çêbûn

Piştî şerê bi şev ku di encamê de 2 kes hatin kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn û hemwextî belavbûna wesayîtên leşkerî yên komên çekdar ên li paytexta Lîbyayê, li çend taxên wê dengê çekan hat bihîstin. Di heman demê de li derdora Serokatiya Meclisa Wezîran rewşa awarte hat ragihandin.

Li Trablusê di encama şer de kuştî û birîndar çêbûn
27 tebax, 2022   08:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarê, li paytexta Lîbyayê Terablusê, bi şev şer û pevçûn di navbera komên çekdar de çêbû û wesayîtên leşkerî belav bûn. Di encamê de herî kêm 2 kes hatin kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn. Rewşa awarte jî li derdora Serokatiya Meclisa Wezîran hat ragihandin, ‘Hêzên Piştgiriya Îstîqrarê’ û ‘Tugaya 55'an’ jî hemwextî dengê gulebaranê ya li çend taxan, hêzên xwe li rojavayê paytextê kom kirin.

Li gotî tora El Erebiyê jî, sibeha îro (şemî), hemwextî bicihkirina wesayîtên serbazî yên komên çekdar li Terablusê, dengê çekan li çend taxên wê hat bihîstin.

(hs)