Tedbîrên ewlehiyê yên roja duyemîn ên Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" bi dawî bûn-HATE NÛKIRIN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di roja duyemîn a Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" de tedbîrên ewlehiyê bi dawî kirin, di encamê de 27 çete ji şaneyên DAIŞ´ê girtin û 5 xendek dîtin, her wiha 33 konên ku şaneyan ji bo fikrê xwe yê tundraw di nava niştecihan de belav bikin, rakirin.

Tedbîrên ewlehiyê yên roja duyemîn ên Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" bi dawî bûn-HATE NÛKIRIN
27 tebax, 2022   05:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di roja duyemîn ji Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" de tedbîrên ewlehiyê bi dawî kirin.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

"Hêzên me tedbîrên ewlehiyê di roja duyemîn ji qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de bi lêgerîn û keşfkirina hejmareke mezin ji konên li beşa yekemîn temam kirin. Bi wê re hêzên me 27 endamên terorîst ên şaneyên veşartî ku îstîqrara kampê derbe dikirin û alozî li hundir çêdikirin girtin. Hêzên me 5 xendekên ku endamên şaneyan ji bo xweveşartinê bi kar dianîn, dîtin. Endamên şaneyan piştî kiryarên xwe dikirin ku gef li niştecihên kampê dixwarin, xwe di wan xendekan de vedişartin. Ji wê zêdetir jî datayên niştecihên li konan ên hatin keşfkirin, bi rêxistin dikirin.

Hêzên me di rojên borî de 33 konên ku endamên rêxistinê weke cihên taybet ên dewreyên şerî bi kar dianîn û fikrê rêxistina DAIŞ´ê ya terorîst û tundraw lê belav dikirin, rakirin. Her wiha ew kon mîna dadgehên şerî yên ferzkirina cezayan li ser kesên li gorî fikrên wan tev negerin û pê re nabin hevkar bi kar dianîn."

(fr)