Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi xeteriya tunebûna dermanan re rû bi rû ne

Hevseroka Meclisa Tenduristiyê ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Leyla Hesen diyar kir ku ambargoya ku "Firqeya 4`an" a girêdayî hikumeta Şamê li ser her du taxan ferz kiriye, dê bibe sedema qutbûna dermanan.

Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi xeteriya tunebûna dermanan re rû bi rû ne
27 tebax, 2022   06:00
HELEB-ARIF SILÊMAN

Hikumeta Şamê ji 20`ê Tebaxa 2020`an ve li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ambargo ferz kiriye û ji 1`ê heman mehê ve endamên Firqeya 4`an a girêdayî hikumeta Şamê nahêlin derman derbasî her du taxan bibin.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê zêdetirî 216 hezar kes dijîn û ji ber vê ambargoyê zehmetiya peydakirina xwarin, derman û sotemeniyê dikişînin.

'DÊ DI DU HEFTEYAN DE DERMAN LI HER DU TAXAN NEMÎNE'

Li gorî dermanfiroşekî li taxa Şêxmeqsûd ku ji tirsa ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir kur bendên kontrolê yên Firqeya 4`an ên hikumeta Şamê ji destpêka meha Tebaxê ve û heta îro nahêlin derman derbasî taxê bibe.

Dermanfiroş her wiha anî ziman ku ger ev ambargo heta meha bê dewam bike, dê derman li dermanxaneyan nemîne û ji ber girtina rêyan dê welatî nikaribin dermanên xwe dabîn bikin. Lewma kesên di serî de zirara vê ambargoya hikumeta Şamê ferz kiriye, dikişînin kesên nexweş in.

'AMBARGOYEKE DERMIROVÎ Û DEREXLAQÎ YE'

Têkildarî mijarê hevseroka Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Leyla Hesen destnîşan kir ku ew zehmetiya peydakirina dermanan dikişînin û wiha dewam kir: "Gelek caran me derman anîn, lê piştre me nekarî peyda bikira."

Leyla Hesen diyar kir ku li her du taxa hemû pêkhate hene, hin ji wan ji herêmên hikumeta Şamê koçber bûne û ji ber ewlehiya li her du taxan lê bi cih bûne. Piraniya wan zehmetiya nexweşiyên wek şekir, dil û zextê dikişînin û nikarin dermanên van nexweşiyan bikirin. Leyla Hesen ev tişt got: "Ev ambargoya li dijî gel dermirovî û derexlaqî ye."

Leyla Hesen di dawiya axaftina xwe de ev pirs kir: "Gelo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne taxên Helebê ne û gelê li vir ne sûrî ne ku ev ambargo li ser wan hatiye ferzkirin?"

(eh)

ANHA