​​​​​​​Amadekariya qonaxa duyemîn a Pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ tê kirin

Hevserokê Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Mihemed Emîn Neîmî da zanîn ku di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava "Dem dema azadiyê ye" de ew amadekariya lidarxistina komxebateke li ser asta Rojhilata Navîn dikin da ku kongreyeke cîhanî bi mijara rewşa qanûnî ya rêber Abdullah Ocalan li dar bixin.

​​​​​​​Amadekariya qonaxa duyemîn a Pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ tê kirin
24 tebax, 2022   03:47
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Piştî dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan di 1999´an de bi komployeke navneteweyî ve, kesayetên cîhanê, parlamenter û hiqûqnasên li Rojhilata Navîn û Ewropayê gelek hemleyên fikrî û qanûnî ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan li dar xistin.

10´ê Îlona 2020´an KCK'ê pêngava "Dem dema azadiyê ye" ragihand. Di daxuyaniyê de wiha hatibû gotin: "Ji bo bidawîkirina xetereya li dijî me û ji bo afirandina jiyaneke azad û demokratîk em ê di 12´yê Îlonê de li Kurdistan û tevahî dewletên tê de Kurd hene, bi dirûşma "Êdî bes tecrîd, faşîzm û dagirkerî, dem dema azadiyê ye" dest bi hemleya xwe bikin."

Di demeke kurt de cîhanê alîgiriya pêngavê kir, bi dehan ji sazî û bi hezaran rewşenbîr, lêkolîner, akademîsyen, derhêner, hunermend, parlamenter, nivîskar, siyasetmedar û çalakger tev lê bûn. Bi wê re hemle di 10´ê Îlona 2021´ê de derbasî qonaxeke nû bû û girîngî da aliyên qanûnî.

Têkildarî mijarê, hevserokê Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan, Mihemed Emîn Neîmî diyar kir ku hemû parêzerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya qanûnî ya pêngava "Dem dema azadiyê ye" de û li gorî merheleyan ji bo pêkanîna armancên vê pêngavê dixebitin.

Li ser mekanîzmeya rêveçûna van merheleyan û mijarên girîngiyê didinê, Neîmî wiha got: "Di destpêka pêngavê de, hûrgiliyên komplo û qanûnên dikarin derbasî wê bibin hatin lêkolînkirin, ji destpêka revandina rêber Ocalan ve heta merheleya Îmraliyê û cezayên dem bi dem li ser rêber Ocalan tên ferzkirin."

Neîmî wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker hemû pîvan û qanûnên navneteweyî bi tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan binpê dike. Hemû cezayên tên birîn û rewşên ku tê de rêber Ocalan li Îmraliyê dijî yekser bandorê li derûnî û tenduristiya wî dikin. Bi hincetên derew her 3 mehan cezayên dîsplînê li ser rêber Ocalan dibirin. Ev yek binpêkirineke aşkera ji qanûnên navneteweyî re ye."

´ SÎSTEMA ÎMRALIYÊ YA Lİ DİJÎ RÊBERTÎ QANÛN Û PRENSÎBAN BINPÊ DIKE´

Ji zêdetirî salekê ve, tu agahiyên li ser rewşa rêber Ocalan ku di girtîgeha Îmraliyê de nehatine wergirtin. Bi wê re hemû daxwazên parêzerên wî yên ji serdozgeriya giştî ya Borsayê ya Tirkiyê re ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re bi bihaneya "cezayên dîsîplînê" ku her 3 mehan li ser tên ferzkirin, tên redkirin.

Girêdayî vê yekê, Neîmî destnîşan kir ku ew wek parêzerên rêber Abdullah Ocalan van hemû bûyer û binpêkirina bi baldarî dişopînin û ji bo aşkerakirina wê yekê têkiliyan bi parêzerên li cîhanê re datînin. Li kêlek wê jî lêkolîn û raporên qanûnî amade kirin, da ku radestî aliyên peywendîdar bike û hemleyên ji bo komkirina îmzeyan li ser asta Sûriyê û Rojhilata Navîn dest pê kirin, ku zextê li dewleta Tirk bikin, ji bo van binpêkirinên li dijî rêber Ocalan bi dawî bikin.

LI SER ASTA ROJHILATA NAVÎN AMADEKARIYA LIDARXISTINA KONGREYEKÊ TÊ KIRIN

Hevserokê Desteya Paratina Rêber Abdullah Ocalan Mihemed Emîn Neîmî çalakiyên pêşerojê yên di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiyê ye" de aşkera kirin û ev tişt anî ziman: "Niha amadekariya lidarxistina kongreyeke qanûnî li ser asta Rojhilata Navîn tê kirin, da ku kongreyeke qanûnî û hiqûqî ya berfireh li ser astên Rojhilata Navîn û cîhanê li dar bixin. Dê di kongreyê de hemû bendên qanûnî yên der barê rewşa rêber Ocalan û merheleyên revandina wê heta bi merheleya Îmralî û bandora li ser tenduristî û derûniyê, binpêkirinên ku dewleta Tirk li dijî wî bi kar tîne û mijarên din ên girîng werin nîqaşkirin."

Neîmî ev tişt got: "Biryara muebedê ya li ser rêber Ocalan hatiye birîn sînorên wê yên girêdayî temenê rêber Ocalan hene. Ji lew re hemû binpêkirinên ku dewleta Tirk li dijî rêber Ocalan pêk tîne, di radeya yekemîn de binpêkirina qanûna xwe ya hundirîn û qanûnên navneteweyî ye."

DESTPÊKIRINA KAMPANYAYÊN ÎMZEYAN

Li ser hemleyên komkirina îmzeyan ên ku parêzerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk tînin, Neîmî wiha pê de çû: "Beriya demekê me hemleya komkirina îmzeyên parêzeran dest pê kir. Zêdetirî 600 parêzerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê bi giştî tev lê bûn. Me peyama wan parêzeran ji Dadgeha Bursayê re şand ku tecrîda girankirî li ser rêber Ocalan rake û qanûnên adilane pêk bîne. Lê belê me tu bersiv li ser xwesteka xwe wernegirt."

Hevserokê Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan wiha dawî li gotina xwe anî: "Em di hemleyeke din a komkirina îmzeyên parêzerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê bi giştî de dewam dikin, da ku vê peyamê di rojên pêş de vê carê radestî CPT’yê bikin. Her wiha dê hemeleyeke din li ser asta cîhanê were lidarxistin û em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê tev lê bibin, ji ber erkeke xwezayî ye dikeve ser milê her kesî."

Li gorî naveroka lîsteya rêvebirinê ya qanûnên mafên girtiyên siyasî ku ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derketiye, divê CPT û rêxistinên têkildarî mafên girtiyan serdanên dorveger ji girtiyan re bikin, da ku nehêlin dewleta Tirk îşkenceya derûnî û fîzîkî li girtiyên di Îmraliyê de bike.

(fr)

ANHA