​​​​​​​Dayikên şehîdan xwest sîxur li pêşiya gel werin cezakirin

Dayikên şehîdan banga cezakirina sîxur û xayînan li pêşberî gel kir û got ew kesên ku bûne sedema rijandina xwîna zarokên wan efû nakin.

​​​​​​​Dayikên şehîdan xwest sîxur li pêşiya gel werin cezakirin
24 tebax, 2022   01:49
QAMIŞLO – SILAVA EBDUREHMAN

Ji destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmehê ve, dewlata Tirk a dagirker bi domdarî hewl dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye têk bibe. Hem êrişî herêmê dike, hem jî şerê taybet dimeşîne û hem jî sîxur û ajanan di nava civakê de belav dike da ku baweriya civakê têk bibe û tevliheviyê derxe.

Di çarçoveya siyasetên qirkirinê yên li dijî herêmê de, dewleta Tirk a dagirker hedefkirina stûnên şoreşê yên ku şerê çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk a dagirker kirine, didomîne.

Li ser vê yekê QSD'ê di 31'ê Tîrmehê de Operasyonê Sondê ragihand û heta niha 36 kesên ku rasterast bi dewleta Tirk a dagirker re dixebitîn û bûn sedema şehîdxistina gelek şervan, fermandar û hedefkirina deverên cuda li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, girtin. Li gorî QSD'ê, operasyon berdewam dike heta ku tevahî sîxur werin girtin.

Di serî de malbatên şehîdan, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev operasyon silav kir, kesên ku bi dagirkeran re hevkar in, şermezar kirin û pirsa "Gelo çawa xwîna kesên ku tevahî bawerî dane wan û xwîne hevrêyên xwe li beramberî çend dolaran, helal dikin?”

Di çalakiya konvedanê ya "Kanî dadmendiya we?'' de ya ku ji 12'ê Tebaxê ve ji aliyê HPC û Kongra Star ve li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê ji bo şermezarkirina bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê hatiye lidarxistin, dayikên şehîdan nêrînên xwe bi ANHA'yê parve kirin.

Dayikên şehîdan xwest cezayên giran li kesên ku bûne sedema şehîdxistina zarokên wan werin birîn.

Hevjîna şehîd Dear û dayika şehîd Fesyel, Fatima Casim a ji bajarokê Tenûriyê yê bajarê Qamişloyê ye, got: "Mixabin, vê dawiyê me nas kir ku sîxur û ajan di nav gelê me de hene. Ev kes li beramberî pereyan bi dagirkeriya Tirk re hevkar in, gelê xwe, zarokên xwe û jinên xwe difiroşin û bi Erdoganê dîktator, wehşê serdemê Erdogan re hevkar in."

Fatima Casim xîtabî sîxur û ajanan kir û wiha got: "Çima hûn wisa bi gelê xwe dikin? Cihê mixabiniyê ye ku karekî wisa qirêj li beramberî kulmeke dolar dikin. Gelê xwe, xaka xwe difiroşin, zarokan qetil dikin, li beramberî van xizmetê pêşkêşî Erdogan dikin."

Fatima Casim spasiya QSD û hemû aliyên ku sîxur û ajan girtine, kir û bang kir ku divê xayîn û sîxur bi destê gel werin cezakirin û wiha domand: "Banga me ew e ku ew sîxur û ajan bi guleyan li ber çavê her kesî werin cezakirin da ku ji kesên ku xiyanetî bajar û gelê xwe dikin, bibin dersek. Şerm li kesên ku welatê xwe bi pereyan difiroşin, wê pereyên wan dewam neke û wê Erdogan tu feydeyê li wan neke. Ev xak xaka wan e û ev erd erda wan e. Di dawiyê de Erdogan dagirker e û dixwaze hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qetil bike."

Dayika gerîla Mistefa yê ku sala 1992'yan li çiyayê Kurdistanê şehîd bûye û dapîra 6 şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Xeyriya Şêxmûs Ebdulkerîm a ji navçeya Tirbespiyê jî ev tişt anî ziman: "Em hêvî dikin ku QSD sîxur û xayînan radestî malbatên şehîdan bikin da ku em wan muhasebe bikin, me kezeba xwe ji dest daye."

Xeyriya Şêxmûs Ebdulkerîm diyar kir ku wan sîxuran xiyanet li xak, rûmet û hevalên xwe yên çekê yên ku bawerî dane wan kir û got: "Çawa ew qas qirêjiyê dikin?"

'EM DESTÊ XWE DIRÊJÎ WAN NAKIN'

Dayika şehîd Egîd Beyandor, Munîfa Seîd got Operasyonê Sondê mîna dermanek ji bo birînên wan e û wiha axaftina xwe dewam kir: "Em wan efû nakin, ji ber ku bûn sedema şehadeta zarokên me. Em ê bibin alîkar da ku ew xayîn werin eşkerekirin û radestî malbatên şehîdan, bi taybet dayikên şehîdan werin kirin. Bi rêya van sîxur û xayinan zarokên me bi êrişên hovane yên dagirkeriya Tirk şehîd bûn û bi giranî birîndar bûn. Gelo çi gunehê van zarokan heye ku şehîd bibin an jî gazî bimînin."

Munîfa Seîd îşaret pê kir ku divê sîxur radestî dayikên şehîdan werin kirin da ku ji xayîn û yên din re bibin dersek. Her wiha banga darizandina wan ji aliyê gel ve û li qadên giştî li pêşberî her kesî kir û wiha pê de çû: “Em destê xwe dirêjî kesên ku bûne sedema rijandina xwîna zarokên em. Em ê her tim piştgiriyê bidin QSD'ê."

'DIKUJIN Û LI DÛ CENAZE DIMEŞIN'

Munîfa Seîd axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Gotinek heye dibêje dikujin û li dû cenaze dimeşin. Ew bûn sedema qetilkirina zarokên me û li dû cenazeyên wan dimeşin. Bi kijan rûyî wisa dikin, kanî wijdanî wan, qey wijdanê wan nalive!"

Dayika şehîd Cemşîd Qamişlo û hevjîna şehîd Cemaledîn Elo, Delal Bidûr got: "Ajanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanca wan a sereke qezenckirina pereyan û reşkirina Rêveberiya Xweser û saziyên wê ye ku bi saya keda şehîdan hatine avakirin. Em qebûl nakin ku Rêveberiya Xweser reş bikin. Dewleta Tirk a dagirker ne tenê bi rêya balafiran, lê bi rêya şerê taybet, medyaya dîjîtal û bi rêya sîxurên xwe, şer dike."

Delal Bidûr, piştgiriya xwe bi Rêveberiya Xweser û QSD'ê re anî ziman û got: "Em heta dawî bi Rêveberiya Xweser û QSD'ê de re ne. Em erênî û neyiniyên wê qebûl dikin. Her wiha em ji QSD'ê dixwazin ku bi awayekî hîn xurtir ji bo girtina sîxur û xayînên ku welatê xwe bi erzanî firotine Erdogan kar bike. Em hebûna xayînekî li herêmên xwe qebûl nakin."

Delal Bidûr her wiha bang li hemû kesên ku difikirin di rêya sîxurtiyê de bimeşin û bi dagirkeran re bibin hevkar kir ku li hişê xwe vegerin, dev ji nirxên nîştimanî bernedin ku bi saya bi hezaran şehîdan hatine parastin û wiha domand: "Heger hûn nikarin tiştekî ji bo welatê xwe bikin, ziyanê negihîninê û şerê wê neke û sîxurtiyê li dijî zarokên welatê xwe yên ku her tiştî ji bo welatê xwe didin, nekin.

ANHA