Ekrem El Mehşûş: Divê hikumeta Şamê tu hêviyan ji Tirkiyê neke, ew dijmineke dîrokî ye

Ekrem El Mehşûş da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi piştgirîdayîna terorê destwerdana aloziya Sûriyê kir, herêm dagir kirin û niha jî li ser hesabê muxalefeta Sûriyê bazaran dike û got “Bila dewleta Sûriyê ji bîr neke ku dewleta Tirk dijmineke dîrokî ye. Hêviya radestkirina herêman jê neke, mînaka herî berbiçav jî Lîwa Îskenderon e.”

Ekrem El Mehşûş: Divê hikumeta Şamê tu hêviyan ji Tirkiyê neke, ew dijmineke dîrokî ye
24 tebax, 2022   00:43
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Êriş û gefên dewleta Tirk a qirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin, rojane bi topbaranê û balafirên bêmirov ên biçek welatî tên şehîdxistin û birîndarkirin. Di demên dawîn de dewleta Tirk a dagirker lihevhatin û nêzîkbûna bi hikumeta Şamê re xist rojevê.

Têkildarî mijarê, cîgirê sekreterê giştî yê Partiya Muhafizkaran Ekrem El Mehşûş ji ajansa me re axivî.

Ekrem El Mehşûş diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne nû ne û got: “Dewleta Tirk ji destpêka şoreşa Sûriyê ve, ji milê leşkerî ve piştgiriya terorê kir. Di qonaxa duyemîn de jî dest bi dagirkirina hin herêman kir, paşê li seranserî sînor dîwar danî û herêmên Efrîn, Bab, Cerablus û Ezaz dagir kirin. Niha jî balafirên bêmirov ên biçek bi kar tîne.”

Di axaftina xwe de El Mehşûş bal kişand lihevkirina Sûriye-Tirkiyê yên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser û ev tişt anîn ziman: “Gelê Sûriyê li hember vê yekê matmayî ma. Ji ber ku dewleta Tirk dewleteke dijminê Sûriyê ye, çawa ji nişka ve dibe dost, ma armanc yek e? Ma Rêveberiya Xweser ji her du aliyan re bû dijmin?”

Ekrem El Mehşûş da zanîn ku ew wek gelê Sûriyê van lihevkirinan şermezar dikin û wiha dom kir: “Ev lihevkirin jî li ser hesabê muxalefet û bakurê Sûriyê pêk tên. Dewleta Tirk dest bi firotina muxalefeta Sûriyê kiriye. Divê bê bîra dewleta Sûriyê ku dewleta Tirk li dijî herêmên Sûriyê çi kir.”

El Mehşûş her wiha bal kişand ser talan û wêraniya ku dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê pêk aniye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hişt ku gel ji neçarî koç bike, piştgiriya terorê û DAIŞ`ê kir. Wê demê dê çawa dewleta Sûriyê lihevkirinekê bi dewleta Tirk re pêk bîne? Dewleta Tirk dijmineke dîrokî ye, ji dema Osmaniyan heta roja îro dijminek e ku nayê guhertin.”

Cîgirê sekreterê giştî yê Partiya Muhafizkaran Ekrem El Mehşûş destnîşan kir ku dewleta Tirk a qirker bi van gavan lîstikeke qirêjî dilîze, ev yek jî piştî civîna Soçiyê ya di navbera Rûsya û Tirkiyê de eşkere bû û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Rûsya jî zextê li hikumeta Şamê dike da ku hemû daxwazên dewleta Tirk pêk bîne. Dewleta Sûriyê li hêviya ku dewleta Tirk herêmên ku dagir kirine radestî wê bike, ev yek jî şaş tê dîtin. Dewleta Tirk wan herêman radest nake, mînaka herî berbiçav jî herêma Lîwa Îskenderon e. Dewleta Sûriyê jî pêdiviyê bi dan û standinê bi dijmin re dibîne, da ku li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkeve.”

(cx)

ANHA