Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê: Li dijî dagirkeran em ê ax û rûmeta xwe biparêzin

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê êrişên li ser herêmê red kirin û anîn ziman ku şêniyên herêmê amade ne li hember dagirkeriya Tirk bisekinin. Di heman demê de bêdengiya civata navneteweyî ya li hember êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê: Li dijî dagirkeran em ê ax û rûmeta xwe biparêzin
23 tebax, 2022   04:24
REQA

Dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe yên hov û topbarana bê ser û ber li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Herî dawî jî bi dijwarî êrişî bajarê Kobanê, Til Temir, Qamişlo û gelek herêmên li ser xeta sînor kir. Li hember van sûcan hikumeta Şamê bi taybet û civata navneteweyî bi giştî bêdeng in.

Der barê mijarê de ajansa me bi şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê re hevpeyvîn çêkir. Şêx û rûspiyan topbarankirina dewleta Tirk a dagirker li ser Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet şermezar kir û got: "Li dijî dagirkeriya Tirk heta pêkanîna serkeftinê wekî şêxên eşîran em amade ne li ber xwe bidin û piştgiriya QSD`ê bikin."

Rûspiyê eşîreya El Bo Xemîs, Mistefa Hemşo wiha axivî: "Têkildarî çareserkirina aloziya Sûriyê em destê xwe dirêjî hemû aliyên têkildar dikin, da ku em li ser maseya diyalogê bicivin û Sûriye bibe ya hemiyan. Ji ber ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmên bi ewle ne, Tirkiyê vê herêmê topbaran dike û hewl dide aramî û ewlehiya wê têk bibe."

Hemşo tekez kir ku şêxên eşîran û ciwanên wan di yek xendekê de li kêleke QSD`ê û Rêveberiya Xweser in û berdêl çi be jî ew ê her bi hev re xaka xwe biparêzin.

Mistefa Hemşo destnîşan kir ku ew ê rê nedin tu kesî destwerdanê di kar û barên hundirîn de bike û dê qebûl nekin ku herêmên wan werin dagirkirin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Li dijî dagirkeriya Tirk em ê çanda hezkirinê di nav gelê herêmê de bi cih bînin û hevgirtina xwe xurttir bikin."

Şêxê eşîreya El Mûsa, Zahir Îbrahîm El Hadî jî axivî û topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got: "Dewleta Tirk bi van êrişan hewl dide herêmê dagir bike û zarok û jinan û sivîlan topbaran dike . Di heman demê de gelek leşkerên hêzên hikumeta Şamê kuştin."

El Hadî ev pirs kir: "Ka hêzên rejîmê û çekên ji bo bersivdayîna van êrişan anîne herêmê? Ev êriş bi armanca qetilkirina hemû sûriyan in û bi wê re Tirkiyê dixwaze aloziya xwe ya hundirîn derxe herêmên din. Li hemberî van êriş û topbaranan rêxistinên Neteweyên Yekbûyî (NY) û platforma Cinêvê li ku ne?"

El Hadî anî ziman ku ji Derayê bigire û heta bi Qamişlo Sûriyê yek e û wiha domand: “Wê demê çima ev parçebûn? Em xwe diparêzin, em ê destgirêdayî nemînin. Li dijî dagirkeran em ê parastina xak û rûmeta xwe bikin. Yekane rê ji bo pêkanîna armancên me berxwedan e.Em ê bihosteke axa xwe ji kesî re nehêlin.”

El Hadî wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em piştevanên QSD`ê ne. Em bang li gelê xwe yên Sûriyê dikin ku li dijî dagirkeriya Tirk bisekinin."

(eh)

ANHA