Gerînendetiya Bazirganiyê ya Reqayê madeyên bingehîn têra salekê depo kirine

Serokê Gerînendetiya Bazirganiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê destnîşan kir ku wan li gor rewşa awarte xebatên xwe zêde kirine û got: “Me hemû pêdiviyên şêniyan peyda kirin û ji bo saleke pêşde me pêdiviyên xwe depo kirine.”

Gerînendetiya Bazirganiyê ya Reqayê madeyên bingehîn têra salekê depo kirine
23 tebax, 2022   05:43
REQA – EHMED EL ESAF

Piraniya saziyên Reqa ji bo peydakirina pêdiviyên sereke, li gor rewşa awarte ya ku di 6’ê Tîrmeha borî de ji bo tedbîrgirtinên li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye ragihandin, xebatên xwe didomînin.

Gerînendetiya Bazirganiya yek ji saziyan e ku li gor şaneya kirîzê ji bo peydakirina pêdiviyên sereke li Reqayê ye, kar dike da ku pêwîstiyên bingehîn li Reqayê peyda bike.

Der barê vê yekêde, serokê Gerînendetiya Bazirganiyê ya Komîteya Aborî ya Meclisa Sivîl a Reqayê, Ebdulezîz El Lecî ji ajansa me re wiha axivî: “Ji dema ragihandina rewşa awarte ve û avakirina şaneya kirîzê, Gerînendetiya Bazirganiyê û Komîteya Aborî yên Reqayê xebatên xwe zêdetir kirin.”

El Lecî wiha domand: “Ji bo peydakirina hemû madeyên sereke nexasim ard û şekir em dixebitin. Ard bi rêjeyeke baş hatiye peydakirin û piraniya embarên genim û embareke ard a ku sala borî hatiye avakirin tijî ne.”

El Lecî axaftina xwe domand: “Di aliyê madeyên xwarinê de tu kêmasiyên me tune ne û me piraniya madeyan bi rêya bazirganan û Şîrketa Newroz peyda kirin. Zeyt, şekir, birinc, çay û madeyên din peyda dibin û rêjeyeke zêde li cem me heye.”

Her wiha El Lecî anî ziman: “Rêveberiya Xweser anîna madeyan hêsan kiriye, her wiha çavkaniyên bidestxistina van madeyan jî gelek in û tu kêmasî di wan de tune ye û her wiha em çavdêriya sûkan jî dikin da ku rê li pêşiya keysbaziyê bigirin.”

El Lecî wiha pê de çû: “Gerînendetiya Bazirganiyê li gor rewşa awarte hem li hundir û hem li derve xebatên xwe didomînin bi rêya anîna madeyan, peydakirina wan di nav sûkan de û çavdêrkirinên buhayên wan.”

Di dawiya axaftina xwe de El Lecî destnîşan kir ku li gel rewşa heyî, heta salekê wan madeyên bingehîn û xwarinê depo kirine.

(mh)

ANHA