Rewşenbîr: Bêyî azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser nabin

Çavdêr dibêjin ku demokrasî û hevjiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de berhema fikrên rêber Abdullah Ocalan e. Her wiha destnîşan dikin ku ji bilî ramanên rêber Ocalan ti çareserî ji bo pirsgirêkên gelê Kurd û Rojhilata Navîn tune ne û tekezî bi pêwîstiya serbestberdana wî kir.

Rewşenbîr: Bêyî azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser nabin
23 tebax, 2022   03:34
HESEKÊ – OLVA HAC MANSÛR

Rêber Abdullah Ocalan sala 1999’an bi komployekê ku gelek welat beşdarê bûn, dîl hate girtin. Ji wê demê ve, rayedarên dewleta Tirk a dagirker tevî bangên gel ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, tedbîrên keyfî li dijî rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de digirin.

Li gorî yasa û peymanên navneteweyî, serdanên malbat û parêzeran mafekî rewa yê her girtiyekî ye. Lê belê dewleta Tirk a dagirker van qanûnan binpê dike û rê nade hevdîtinên bi rêbertî re. Herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de parêzerên rêbertî pê re hevdîtin kiribûn.

Nivîskarê Kurd Fadî Hesen, siyaseta dewleta Tirk a li hemberî girtiyan bi terorê û binpêkirina qanûnên mafên mirovan bi nav kir û wiha got: "Li gorî qanûn û peymanên navneteweyî, azadî mafekî sereke yê her kesî ye. Tecrîda ku dewleta Tirk a dagirker li ser rêber Ocalan ferz dike van qanûnan binpê dike."

Hesen bal kişand ser armancên ku dewleta Tirk a dagirker bi tecrîdê dixwaze pêk bîne û wiha got: "Tecrîda ku dewleta Tirk li ser rêber Ocalan ferz dike ji valahiyê nehatiye, lê belê hewldana sînordarkirina fikir û mantiqê rêber Ocalan e.”

Peywendiya dawî ya rêbertî bi derve re di 25’ê Adara 2021’an de pêk hat, ku wê demê bi birayê xwe Mihemed Ocalan re bi telefonê axivîbû û axaftina wan nîvço ma.

Hesen destnîşan kir ku tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan a ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û dewletên kapîtalîst ên li pişt wê ve tê ferzkirin, ji ber belavbûna fikrên rêbertî û bandora wê li ser ferd û civakên azadîxwaz e, yên ku dixwazin ji sîstemên desthilatdar û kapîtalîst rizgar bibin û got: “Bi fikrên rêber Ocalan dosyayên bi girêk ên Rojhilata Navîn jî dikarin bên çareserkirin.”

Hesen wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ew dibînin ku tecrîda li ser rêbertî têkbirina azadiya gelên ku bi navê wî bang dikin e. Ji ber ku ew dûrî desthilatdariyê ye, ronakbîr û damezrînerê dînamîk ê civakeke exlaqî û polîtîk e.

Berevajî tiştên ku dewleta Tirk a dagirker û pergala kapîtalîst propogandaya wan dikin, akademîsyen û pisporê ekolojiyê Mihemed Hisên jî rêber Ocalan bi fylozof û hizirvanê azad ê demokratîk bi nav kir. Mihemed Hisên her wiha da zanîn ku tecrîdê bi belavbûna felsefeya rêber Ocalan li cîhanê re dest pê kir.

Akademîsyen Mihemed Hisên destnîşan kir ku bêyî fikr û felsefeya rêber Ocalan, pirsgirêkên gelên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê nayên çareserkirin û got: “Ji ber vê yekê, divê di zûtirîn dem de azadiya wî ya fîzîkî pêk were. Ji bo ku herêm û Rojhilata Navîn ji şer û nakokiyên bi salan didomin xilas bibe.”

Hisên bal kişand ser destkeftî û serkeftinên ku bi saya fikr û felsefeya rêber Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin û wiha got: "Hemû gavên erênî yên gelên herêmê bi saya fikr û felsefeya Rêbertî hatine avêtin. Niha jî her pêkhate bi zimanê xwe diaxive, çanda xwe û nêrîna xwe ya siyasî tîne ziman."

Akademîsyen û pisporê ekolojiyê Mihemed Hisên wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê rewşenbîr, siyasetmedar û beşên din ên civakê yên azadîxwaz û demokrasîxwaz, helwestek yekbûyî û xurt nîşan bidin da ku tecrîd were bidawîkirin û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk were."

Heta niha serlêdanên malbat û parêzerên rêber Ocalan ên ji bo hevdîtinê bê bersiv tên hiştin.

 (hs)

ANHA