​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-8-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-8-2022`YAN
22 tebax, 2022   23:00

Çalakiya konvedanê ya ku HPC bi koordîneya Kongra Star bi dirûşma Dadmendiya we li ku ye? di roja wê ya 12`an de didome saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rûspiyên êlên ereb ên Herêma Başûr a Hesekê li Şedadê li hev dicivin da ku geşedanên siyasî û leşkerî li heêrmê nîqaş bikin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Til Temirê bang li civaka navneteweyî kir ku êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin û qada hewayî ya herêmê bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevseroka Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Beyan El Elî tekez kir ku QSD`ê amade ye li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekine. Her wiha bêdengiya hikumeta Şamê û hêzên navneteweyî ya li hebmerî van êrişan rexne kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê êrişên li ser herêmê red kirin û anîn ziman ku şêniyên herêmê amade ne li hember dagirkeriya Tirk bisekinin. Di heman demê de bêdengiya civata navneteweyî ya li hember êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Til Temirê diyar kir ku ji bo hêzên hikumeta Şamê perspektîf hene ku bersiva êrişan nedin, her wiha Rûsya jî li hember wê bêdeng e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çavdêr dibêjin ku demokrasî û hevjiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de berhema fikrên rêber Abdullah Ocalan e. Her wiha destnîşan dikin ku ji bilî ramanên rêber Ocalan ti çareserî ji bo pirsgirêkên gelê Kurd û Rojhilata Navîn tune ne û tekezî bi pêwîstiya serbestberdana wî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Serokê Gerînendetiya Bazirganiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê destnîşan kir ku wan li gor rewşa awarte xebatên xwe zêde kirine û got: “Me hemû pêdiviyên şêniyan peyda kirin û ji bo saleke pêşde me pêdiviyên xwe depo kirine.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

Di van demên dawîn de, bi taybet piştî dan û standinên Astanayê ku di 19'ê Tîrmeha 2022'yan de li Tehranê pêk hatin û hevdîtina şefê faşîst Erdogan û Pûtîn li Soçiyê di 5'ê Tebaxa 2022'yan de Lihevkirina Edeneyê girêdayî mijara Sûriyê dîsa kete rojevê.

Civak û jiyan

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Hawîrdorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi projeya herî mezin a rêyan dike di navbera Dêrik û Qamişlo bi dirêjahiya 100 kîlometreyan. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

ANHA