Bi sedan şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Ebdulhemîd Îsmaîl El Matar oxir kir

Şêniyên Herêma Başûr a kantona Hesekê cenazeyê şervanê QSD’ê, Ebdulhemîd Îsmaîl El Matar li Goristana Şehîdan a Şedadê oxir kir

Bi sedan şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Ebdulhemîd Îsmaîl El Matar oxir kir
22 tebax, 2022   14:27
HESEKÊ

Îro bi sedan şêniyên navçeya Şedadê û gundewarê wê tev li merasîma oxirkirina cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ebdulhemîd Îsmaîl El Matar bûn ku li bajarokê Zîban ê Dêrazorê di 19’ê Tebaxê de şehîd bûye.

Şêniyan cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Şehîd Sarya ya Hesekê wergirt û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristanê ve ketin rê.

Di destpêka merasîmê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Îman El Ferec wiha axivî: “Di serî de em sersaxî ji xwe û malbata şehîd Ebdulhemîd Remedna re dixwazin.”

Îman El Ferec wiha domand: “Em heroj şehîdan oxir dikin, ne ji fedakariya wan ba em bi aramî nedijîn.”

Piştre ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê, Ewde El Hisên wiha axivî: “Bi saya berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û piştgiriya wan a hêzên leşkerî, dewleta Tirk a dagirker negihişt armancên xwe. Ji ber wê jî berê xwe da çalakkirina sîxur û ajanan ji bo şervanan hedef bigire û fîtneyan belav bike.”

El Hisên wiha domand: “Divê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember êrişên dagirkirinê tedbîran bigirin û xwe amade bikin.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Recwa El Hetrûş ve hat xwendin û radestî malbatê hat kirin, piştre cenazeyê şehîd di tilîliyên dayikan de hat veşartin.

(mh)

ANHA