​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk revandina welatiyan li Efrînê didimînin

Çavkaniyên xwecih ji navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî, ragihandin ku çeteyên “Polîsa Sivîl” ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 2 welatî ji şêniyên gundên navçeyê revandine.

​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk revandina welatiyan li Efrînê didimînin
22 tebax, 2022   14:38
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyên xwecih ji navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî, çeteyên “Polîsa Sivîl” ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 2 welatî revandine; yek ji gundê Aşkê rojava û yê din ji gundê Hemîlkê.

Heman çavkaniyan navên kesên revandî eşkere kirin ku wiha ne; Mihemed Seydo (65) yê ji Aşkê Rojava, Îbrahîm Hesen (56) ê ji Hemîlkê.

Her wiha çavkaniyan bi bîr xist ku çeteyan ew her du welatî ber bi cihekî ne diyar ve revandin û heta niha çarenûsa wan nayê zanîn.

(dm)

ANHA