Koçberên Efrînê: Em alîkariyên xwarinê naxwazin em dixwazin vegerin Efrînê

Dema UNICEF`ê, Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY, WHO û Heyva Sor a Sûriyê serdana kamp û malên wêrankirî yên li Şehbayê kirin. Di serdanê de koçberên Efrînê bang li wan kir ku êrişên dagirkeriya Tirk ên bejahî û hewayî li ser herêmên wan rawestînin û wê ji bajarê Efrînê derxin.

Koçberên Efrînê: Em alîkariyên xwarinê naxwazin em dixwazin vegerin Efrînê
22 tebax, 2022   14:16
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

Îro şandeyeke UNICEF`ê, Komîseriya Bilind a Karên û Barên Penaberan, WHO û Heyva Sor a Sûriyê derbasî kantona Şehbayê bûn da ku rewşa koçberên Efrînê nas bikin ku di nav kampan û malên wêrankiriî de dijîn. Her wiha li ser taxên gundê Til Şeîr û bajarokê Babnisê geriyan.

UNICEF qutkirina ava vexwarinê ji ser 37 gundên kantona Şehbayê didomîne di nav de navçeya Til Rifet heye ku zêdetirî 22 hezar koçberên Efrînê û şêniyên resen tê de ne.

Hikumeta Şamê jî ji 5 salan ve, dorpêçeke tengav li ser kantona Şehbayê ferz dike. Nahêle sotemenî û madeyên xwarinê, derman derbasî herêmê bibin. Heke bihêle jî, baçên mezin li wan madeyan dibire.

Li rex qutkirina avê û dorpêçê, dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe li dijî koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê didomîne, herêmê bi moşek û topan dike hedef û komkujiyan pêk tîne.

Koçberên Efrînê ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku wan ji şandeyan gotiye xema wan a sereke vegera li Efrînê, rawestandina êrişan e ne alîkariyên xwarinê ye.

Welatiyê bi navê Silêman Hesen di destpêkê de, rola rêxistinên cîhanî û paşguhkirina êrişên deweta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şeremzar kir û got: “Pêwîstiya me bi alîkariyên mirovî tune ye. Em dixwazin vegerin Efrînê, dagirkeriya Tirk jê derkeve. Heke bi rastî ev rêxistin mereqa me dikin, divê êrişên dagirkeriyê û balafirên wê li ser gundên kantona Şehbayê rawestînin.”

Hesen wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker li ber çav û guhên wan rêxistinan û dewletên mezin, me dikuje. Ew hesabê ji Tirkiyê naxwazin. Wê demê di kuştina me de şirîkên Erdogan in.”

Hesen îdiayên rêxistinên mafên mirovan û Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY ji bo parastina mafên mirovan red kirin û got: “Nav û pratîk ne wek hev e. Şev û roja me yek e. Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane bi şev û roj êrişî herêmê dike. Ji bilî topbaran û wêranî tiştek din tune ye.”

Welatiyê bi navê Ednan Nûrî mîna Silêman Hesen got pêwîstiya wan bi alîkariyên xêrxwaziyê tune ye divê serî pêşîn êrişên li dijî herêmê û kuştina zarokan rawestînin.

Nûrî wiha pê de çû: “Me mal û milkê xwe li dû xwe hişt û di van xaniyên wêrankirî de dijîn. Ruxmî topbaranê jî, lê em ji vir naçin heta ku vedigerin Efrînê û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê jê derdikevin.”

(dm)

ANHA