​​​​​​​Bi hezaran şêniyên Helebê cenazeyên şehîd Ranya û Çiya Qendîl oxir kirin

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê cenazeyên şehîd Ranya Eta û şervanê YPG’ê Çiya Qendîl oxir kirin.

​​​​​​​Bi hezaran şêniyên Helebê cenazeyên şehîd Ranya û Çiya Qendîl oxir kirin
​​​​​​​Bi hezaran şêniyên Helebê cenazeyên şehîd Ranya û Çiya Qendîl oxir kirin
​​​​​​​Bi hezaran şêniyên Helebê cenazeyên şehîd Ranya û Çiya Qendîl oxir kirin
​​​​​​​Bi hezaran şêniyên Helebê cenazeyên şehîd Ranya û Çiya Qendîl oxir kirin
​​​​​​​Bi hezaran şêniyên Helebê cenazeyên şehîd Ranya û Çiya Qendîl oxir kirin
​​​​​​​Bi hezaran şêniyên Helebê cenazeyên şehîd Ranya û Çiya Qendîl oxir kirin
​​​​​​​Bi hezaran şêniyên Helebê cenazeyên şehîd Ranya û Çiya Qendîl oxir kirin
​​​​​​​Bi hezaran şêniyên Helebê cenazeyên şehîd Ranya û Çiya Qendîl oxir kirin
​​​​​​​Bi hezaran şêniyên Helebê cenazeyên şehîd Ranya û Çiya Qendîl oxir kirin
21 tebax, 2022   19:21
HELEB

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamên saziyên sivîl û leşkerî li pêşiya nexweşxaneya Xalid Fecir a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd, ji bo wergirtina cenazeyên şehîd Ranya Eta ya ku di encama êrişeke balafira bêmirov a biçek li dijî navendeke perwerdeyê ya keçan de di 18’ê Tebaxê de şehîd bûye û şervanê YPG’ê Nîdal Muslim (Çiya Qendîl) ê ku di 19’ê Tebaxê de li Helebê şehîd bûye, kom bûn.

Şêniyan bi karwanekî wesayîtan ji pêşiya nexweşxaneya Xalid Fecir bi def û zirneya efrînî li nav kolanên taxê geriyan û ber bi Gotistana Şehîdan a li herêma Şiqeyêf bi rê ketin.

Li goristanê ji fermndarên YPG’ê Şervan Efrîn wiha axivî: “Di destpêka şoreşa Rojava de pêkhate tev li vê şoreşê bûn ji ber ku hêviyên wan ên destpêkirina şoreşekê, şoreşa azadiyê mezin bûn.”

Şervan Efrîn wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker ji projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk û neteweya demokratîk a rêber Ocalan ditirse û ew bi hemû dewletan re ji bo ku şerê gelên herêmê bike dicive, lê wa gel biryar daye ku rêveberiya xwe ya xweser biparêze û heta bidawîkirina dagirkirinê dê tê bikoşe.”

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Remzî Bekir got: “Me bi fedakariyên şehîdên xwe hebûna xwe ji cîhanê re îsbat kir. Bi saya wan şehîdan, em îro li ser vê axê ne.”

Bekir soza berdewamkirina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên wan da.

Paşê endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Zîlan Şêxo wesîqeyên şehadeta şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Piştre girseya gel cenazeyên şehîdan li Goristana Şehîdan di nav tililiyên dayîkan de spartin axê.

(mh)

ANHA