​​​​​​​​​​​​​​Li Qamişlo semînerek li ser “rola ragihandinê di şerê taybet de” hat dayîn

Endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê Sîhanok Dîbo diyar kir ku divê ragihand, hinek gavên pêwîst bavêje, mijara rolên klasîk derbas bike ji ber ragihandin, desthilata yekemîn a şoreşê ye û divê rojnameger xwe wek çekekî di şer û aştiyê de bibîne.

​​​​​​​​​​​​​​Li Qamişlo semînerek li ser “rola ragihandinê di şerê taybet de” hat dayîn
21 tebax, 2022   20:00
QAMIŞLO

Yekitiya Ragihandina Azad semînerek bi navnîşan “Rola Ragihandinê di Şerê Taybet de” li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişl da.

Gelek rewşenbîr, parêzer û rojnameger tev li semînerê bûn

Endamê Meclisa Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk Sîhanok Dîbo semîner bi rêve bir.

Dîbo got: “Divê beriya her tiştî, em fêm bikin ku em di pêvajoyeke demkî re derbas dibin, pêvajo ji hegemoya pergeleke diyar derbasî hegemoya pergeleke din dibin. Rojhilata Navîn bigiştî di vê pêvajoyê re derbas dibe. Ew jî pêvajoya pergaleke kevn e ku divê tune bibe û li şûna wê pergaleke nû pêk were.

Dîbo daxuyand ku projeya Rêveberiya Xweser çareseriya aloziya Sûriyê ye û rewşeke pêşketî ye ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê jiyîn.

Dîbo wiha domand: “Divê em rewşa şer di ber çavan re derbas bikin. Şerê taybet şerekî çandê ye ku li ser gelek astan pêk tê. Ya yekem, şerê ragihandinê ye. Li Sûriyê li dijî Rêveberiya Xweser şerekî taybet bi rêya ragihandinê tê meşandin ku ev proje parçekirina Sûriyê armanc dike.”

Der barê girîngiya ragihandinê de di şerê taybet de Dîbo ev anî ziman: “Vekirina kelehê ji hundir ve, yek ji armancên bingehîn ên şerê taybet e. Bi rastî ev xal, mijarên ku bi hev ve girêdayî ne. Em nikarin hicetan ji bo pêkanîna guhertineke bingehîn bibînin ku divê projeya me bibe projeya hemû herêmê ne tenê Sûriyê. Bi rastî mijara avakirin û pêkanînê pêwîstiya wê bi demê û guhertinên taybet heye.”

Sîhanok Dîbo bang li rojnamegeran kir ku mijara rolên klasîk derbas bikin, ji ber ragihandin desthilata yekemîn e û divê rojnameger di şer û aştiyê de xwe wek çekekî bibînin û got: “Ragihandin ne desthilata girêdayî ye, lê belê desthilata yekemîn e bi taybet di şoreşa teknolojî û çapemeniyê de.”

ANHA