​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-8-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-8-2022`YAN
21 tebax, 2022   23:00

Şêniyên kantona kObanê li hember êrişên dewleta Trik a dagirker û bêdengiya hêzên garantor xwepêşandanekê li dar dixin ku ji qada Jina Azad dest pê dike saet di 10:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên herêma başûrê Kantona Hesekê cenazeyê şervanê QSD`ê Ebdulhemîd Remadan li Goristana Şehîdan a Şehdadê oxir dikin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiya konvedanê ya HPC û Kongre Star bi dirûşma Dadmeniya wê li ku ye? li pêşiya navenda NY`yê ya li Qamişlo berdewam e saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

Yekitiya Parêzeran a Reqa û Tebqayê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek dide raya giştî li Dîwana Edaletê ya li Reqayê saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi rakirina nîşaneya serkeftinê û bi van gotinan; "Em natirsin û berdêl çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin" dayika xwe oxir kir. Ev gotinên şervana Hêzên Erka Xweparastinê Dilsoz Tirbespiyê ne ku asta girêdana wê bi armanca ji bo wê şer kir, nîşan dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)   

Endamên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya êrişên xwe herêmê ji pêkhateyên wê vala bike, da ku dagir bike û tev li xaka xwe bike û got: "Divê em li hember hemû planên Osmaniyê ku dewleta Tirk hewl dide li xaka Sûriyê pêk bîne hevgirtî bin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji şêxên qebîleya Benî Seîd a Ereb, Şêx Fehed Şilaş diyar kir ku eşîr êrişên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin û got heger êriş dewam bikin dê bi QSD'ê re li dijî van êrişan şer bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li gorî serokê Tevgera Nûjenkirin a Kurdistanê Dr.Rizgar Qasim piştî civîna NATO, Tehran û Soçiyê û firehbûna êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, aloziya Sûriyê dê derbasî qonaxeke nû bibe. Qasim bang li gelê herêmê kir ku tenê baweriyê bi Rêveberiya Xweser û QSD`ê bikin.(BI WÊNE)

Malbatên şehîdan ên Dêrikê li hemberî polîtîkayên tirsandinê û valakirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji gelê wê, girêdana xwe ya bi xakê ve û piştgiriya xwe ya ji bo hêzên xwe yên leşkerî anîn ziman. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dijminên gelê Kurd ji bo ku şoreş û serhildnan kurdan tune bike kurdên xayîn bi kar dianî. Niha jî dewleta Tirk a dagirker heman siyasetê dimeşîne da ku Şoreşa Rojava di hundir de têk bibe. Erdogan soza dewleta "Kûr" ji bo tunekirina hebûna leşkerî ya kurdan da.(BI WÊNE)

CIVAK Û JIYAN

Şaredariya Gel a Minbicê li gorî derfetên xwe projeyên demsala havîna îsal pêk tîne. Şaredariya Dêrikê jî li bajar û gundewarê wê zêdetirî 12 projeyan ku hin ji wan bi hevkariya gel bûn, pêk anîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)   

ANHA