Cenazeyên şehîd Raniya Eta û Çiya Qendîl li taxa Şêxmeqsûd hatin pêşwazîkirin

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê cenazeyên her du şehîdan Raniya Eta û Çiya Qendîl pêşwaz kirin û dê di saet 06:00`ê êvarê de her du şehîdan bi merasîmê oxir bikin.

Cenazeyên şehîd Raniya Eta û Çiya Qendîl li taxa Şêxmeqsûd hatin pêşwazîkirin
Cenazeyên şehîd Raniya Eta û Çiya Qendîl li taxa Şêxmeqsûd hatin pêşwazîkirin
Cenazeyên şehîd Raniya Eta û Çiya Qendîl li taxa Şêxmeqsûd hatin pêşwazîkirin
Cenazeyên şehîd Raniya Eta û Çiya Qendîl li taxa Şêxmeqsûd hatin pêşwazîkirin
Cenazeyên şehîd Raniya Eta û Çiya Qendîl li taxa Şêxmeqsûd hatin pêşwazîkirin
Cenazeyên şehîd Raniya Eta û Çiya Qendîl li taxa Şêxmeqsûd hatin pêşwazîkirin
21 tebax, 2022   12:25
HELEB

Îro danê nîvro, cenazeyê şehîd Raniya Eta ku di êrişa balafirên bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de li dijî navenda perwerdê ya li ser rêya Hesekê-Til Temirê di 18´ê Tebaxê de şehîd bûbû û cenazeyê şervanê YPG´ê Çiya Qendîl ku di 19´ê Tebaxê de şehîd bûbû gihaştin taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê. Dê şênî her du şehîdan li Goristana Şehîdên Berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li herêma Şiqeyêf oxir bikin.

Bi sedan şêniyên her du taxan li dergehê El Cizîrê yê li taxa Şêxmeqsûdê kom bûn ku cenazeyên her du şehîdan pêşwaz bikin.

Girseya gel ji dergehê El Cizîrê ber bi Nexweşxaneya Xalid Fecir a li taxa Şêxmeqsûdê ve bi rê ket.

Dê li Goristana Şehîdên Berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li herêma Şiqeyêf merasîma oxirkirina her du şehîdan were lidarxistin.

(fr)

ANHA