Rêxistinên Jinan hedefgirtina navenda perwerdeyê ya girêdayî NY`yê şermezar kir

Rêxistinên jinan ên Kantona Hesekê êrişa dewleta Tirk a dagirker ku di encamê de 4 zarokên keç şehîd bûn, 11 jî birîndar bûn şermezar kir û bang li civaka navneteweyî û NY`yê ya ku çavdêriya navenda taybet a perwerdekirina keçan dikir, kir ku erka xwe pêk bînin.

Rêxistinên Jinan hedefgirtina navenda perwerdeyê ya girêdayî NY`yê şermezar kir
21 tebax, 2022   12:54
HESEKÊ

Kongra Star û Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinan têkildarî komkujiya dewleta Tirk a dagirker ku li dijî navenda perwerdeyê ya zarokên keça ya di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de pêk aniye, daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên saziyan, endamên Rêxistina Sara û Kongra Star, li pêşiya navenda Rêxistina Sara ya li taxa Merşo ya li bajarê Hesekê ji aliyê endama Rêxistina Sara Fereh Mihemed ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî êriş sîstematîk ên dewleta Tirk a dagirker tê ku hemû peyman û rêgezên navneteweyî û qanûnên mafên mirovan derbas kiriye. Ji bo qirkirina gelên herêmê, tunekirina dîroka wê û şikandina îradeya gelên wê ya bi projeya demokratîk û jiyana hevpar a aştiyane û biratiya gelan, hemû rêbazan bi kar tîne.

Hedefkirina vê dawiyê ya navenda perwerdehiya keçan ku tê de perwerde di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de tê dayîn û di encamê de 4 keç şehîd bûn û 11 keçên din jî birîndar bûn, li ber çavên cîhanê sûcekî dermirovî ye û binpêkirineke eşkere ya Peymana Mafên Mirov û Mafên Zarokan e.

Em vî sûcê dewleta dagirker a Tirk a faşîst û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî çalakiyên terorîst ên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê şermezar dikin.

Divê civaka navneteweyî berpirsyariya xwe ya li hemberî van sûcên hovane bi cih bîne û sînorekî ji dewleta dagirker a Tirk deyîne, her wiha li ser van binpêkirinan were muhasebekirin. Em bang dikin ku qada hewayî li pêşiya balafirên Tirk û dronên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were girtin û terora wê ya li dijî gelê herêmê rawestîne."

Daxuyanî bi qîrîna dirûşmeyên "Ji dagirkeriya Tirk re na, ji sûcên dewleta Tirk re na" bi dawî bû.

ANHA