Meclisên Reqayê Peymana 'Edene ya nûjenkirî' şermezar kir

Meclisên bajarê Reqayê bi daxuyaniyekê Peymana "Edene" ya nûjenkirî şermezar kir û got rejîma Tirk qanûnan bin pê dike û hewl dide xaka Sûriyê bi ser nexşeya ku Erdogan û Osmaniyan xêz kiriye ve bike. Meclisan her wiha banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Meclisên Reqayê Peymana 'Edene ya nûjenkirî' şermezar kir
21 tebax, 2022   12:39
REQA

Bi dehan endamên meclisên gundewarê rojava û başûrê Reqayê li pêşiya Pira Kevn a Reqayê kom bûn û hevseroka Meclisa Giştî ya Xeta Şamiyê, Sebah Ebdulezîz daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ligel nebûna edaleta navneteweyî û polîtezekirina biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û sistbûna saziyên mafên mirovan, rejîma Tirk a faşîst li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkujiyan pêk tîne û ava çemê Firatê li ser şêniyên herêmê qut dike.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev hate gotin: "Li gorî qanûnên navneteweyî Tirkiyê sûcên dermirovî pêk tîne û li hemberî vê jî civata navneteweyî bêdeng e. Di heman demê de bi erka parastina sivîlan ya di hemû qanûn û yesayên mirovahiyê de tên misogerkirin, ranabe. Rejîma Tirk û hevkarên wî bi hinceta parastina ewlehiya neteweyî û avakirina herêma ewle bi bihaneya bicihkirina penaberan, qetilkirina mirovan ji xwe re rewa kirine."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku derewa herî dawîn ya dewleta Tirk jî Peymana "Edene" ya nûjenkirî ye û wiha dewam kir: “Rastiya ku di peymana Mîsaqî Millî de tê xuyakirin û nêzîkbûna bidawîkirina dema peymana Lozanê, îsbat dikin ku ev rejîm hemû pîvan û qanûnan binpê dike û bi van derewan dixwaze xaka Sûriyê bi ser nexşeya ku Erdogan û Osmaniyan xêz kiriye ve bike û pê re împeratoriya Osmanî zindî bike.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de bang li saziyên navneteweyî û di serî de Kosneya Ewlehiyê ya NY`yê hat kirin ku bi erka xwe ya mirovî û qanûnî rabin û saziyên hiqûqî û qanûnî aktîf bikin, her wiha bi awayekî cidî nêzî komkujiyên bi balafirên Tirkan li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, bibin."

Di dawiya daxuyaniyê de berxwedana gel a li hemberî êrişên dewleta Tirk hate silavkirin û bang li Koalîsyona Navneteweyî û Konseya Ewlehiyê ya NY`yê hate kirin ku qada hewayî ya herêmê bigirin.

(eh)

ANHA