​​​​​​​'Şehîd rûmeta me ne, em ê heta henasa dawî li pey şehîdên xwe bin'

Li gundê Topiz yê navçeya Amûdê, ji bo pênç şervanên ku 16’ê Tebaxê bi êrişa balafira bê mirov a dewleta dagirker a Tirk, li gundê Sinceq  Sadûn şehîd bûn, konê sersaxiyê hate danîn. Şêniyên navçeya Amûdê û gundewarên wêna û sazî û dezgehên navçeyên bi girseyî berê xwe dan bin konê şehîdan û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopdarên rêya şehîdan da.  

​​​​​​​'Şehîd rûmeta me ne, em ê heta henasa dawî li pey şehîdên xwe bin'
​​​​​​​'Şehîd rûmeta me ne, em ê heta henasa dawî li pey şehîdên xwe bin'
​​​​​​​'Şehîd rûmeta me ne, em ê heta henasa dawî li pey şehîdên xwe bin'
​​​​​​​'Şehîd rûmeta me ne, em ê heta henasa dawî li pey şehîdên xwe bin'
​​​​​​​'Şehîd rûmeta me ne, em ê heta henasa dawî li pey şehîdên xwe bin'
​​​​​​​'Şehîd rûmeta me ne, em ê heta henasa dawî li pey şehîdên xwe bin'
​​​​​​​'Şehîd rûmeta me ne, em ê heta henasa dawî li pey şehîdên xwe bin'
​​​​​​​'Şehîd rûmeta me ne, em ê heta henasa dawî li pey şehîdên xwe bin'
​​​​​​​'Şehîd rûmeta me ne, em ê heta henasa dawî li pey şehîdên xwe bin'
​​​​​​​'Şehîd rûmeta me ne, em ê heta henasa dawî li pey şehîdên xwe bin'
18 tebax, 2022   16:58
QAMIŞLO

Li gundê Topiz ê navçeya Amûdê ji bo şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Ehmed Mihemed Qafûr (Baran Amûdê), Seed Rêzan Xelîl ( Demhat Amûdê), Mahir Rakan El Mixlif (Şoreş Dirbêsiyê) Mehmûd Ehmed Mislet (Ronî Can) û Welîd Hemîd Hemê (Baz Amûdê) yên ku 16'ê Tebaxê 2022'yan di êrişa hewayî ya duh a dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Sinceq Sadûn ê navçeya Amûdê de gihaştin asta şehadetê, konê sersaxiyê hat vedan.

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê û gundewarên wê berê xwe dan kon û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên azadiyê dest pê kir.

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê û gundewarên wê Zîwer Elî axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “ Tişta ku di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de tê xuyakirin, dîrok xwe nû dike. Dîrokek nû di kesayeta şehîdên Rojavayê Kurdistanê de destpê dike û dîrok ji bo wê jî dibêje ez deyîndarê van têkoşer û van şehîdan me. Me got qey tiştek ji kezebê şirîntir tune, lê belê bi berxwedan, têkoşîn, bi hêz û quweta dayika û malbatên me yên şehîdan, dema li pêşiya cenazeyên zarokên xwe dîlanê dikin, êdî ji her kesê re gotin; welat, xaka, çand, exlaq, Bakurê Rojhilatê Sûriyê êdî ji kezebê şirîntire, “şehîd namirin,” û “ her bijî rêber Apo.”

Li ser Meclisa Leşkerî ya Amûdê Zelal Amûdê, şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn û got: ''QSD’ê soz daye û bi xwîna şehîdan sond xwariye ku xwîna şehîdan li erdê nemîne. Du şêwazê mirinê hene, yek mirina bê dengî û ya duduyan şehadet e. Şehadeta dîrokî ew e dema van rêhevalên me canê xwe feda kirin ne tenê ji bo şexsê û malbata xwe feda kirin, lê ji bo Rojavayê Kurdistanê jiyanek azad û bi rûmet bijîn canê xwe feda kirin.” Şehîd namirin”, “” bijî rêber Apo” û “an serkeftin an serkeftin” .

Li ser navê Rêveberiya Xweser ya Herêma Cizîrê Telet Yûnis wiha axivî: "Di serî de li ser navê Rêveberiya Xweser em sersaxiyê ji malbatên her pênc leheng û qehremanan re dixwazin. Em soza xurtkirina asta xebatên xwe û xwedî derketina li xeta şehîdan xwe  û biryardariya xwe nû dikin. Dewleta Tirk di milê leşkerî û siyasî de bi bin ket, nikare vîna gelê me têk bibe, nikare projeya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe, nikaribû armancê xwe yên qirkirina gelê Kurd û hemû pêkhateyan, armanca xwe ya ku şerê navxweyî di nav hemû pêkhateyan de pêk bîne. Ji bo wê jî îro bi hemû hovîtiya xwe qetilîaman li dijî gelê me dide meşandin. Ev hemû encamê binketin û lawaztiya dewleta Tirk dide nîşandan. Em ê di hemû şert û mercan de têkoşîn bikin û li ber xwe bidin, lê belê em ê tu caran jiyanek bê rûmet ji bo xwe qebûl nekin. Em ê tu caran qebûl nekin ku dagirker li ser xaka me bijî. Pêwîst e em bi hemû hêza xwe li hember hevkariya dijmin û sixuritiyê hişyar bin û bi hêzên xwe yên leşkerî û ewlekarî re alîkar bin. Divê em rê nedin dewleta Tirk armancên xwe li ser xaka me pêk bînin. Em xwedî hêzên ku îro ji hemû dema em bigihêjin serkeftinê. Bi xwedî derketina şehîdên xwe em ê bigihijên serkeftina herî mezin. Şehîd namirin,” û “ Bijî berxwedana gelê me.”

Li ser navê Kongra Star ya kantona Qamişlo Şaha Xelîl îşaret pê kir ku dewleta Tirk qanûnên navneteweyî binpê dike û dewletên navneteweyî çavên xwe jêre digrin û got: ''Carek din em ji Amerîka û Rûsya re dibêjin ku qada hewayî bigirin. Divê rê li pêşiya van komkujiyan were girtin. Em carek din ji tevahî malbatên şehîdên li vir amad û ne amade re dibêjin serê we sax be. Dibêjin wê bi vîn, bawerî û wê bi têkoşîna keç û xortên me em ê bigihêjin serkeftinê. Wê serkeftin hertim bibe para me, “Azadî ji bo rêber APO” serkeftin ya Şoreşa Rojavabe.”

Li ser navê rêxistina PYD’ê ya navçeya Amûdê Adil Mele Emîn  sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha axivî: “ Weke tê zanî tu welat bi hêsanî ji bin destê dagirkerî û zilmkaran nehatiye azadkirin. Ji ber wê em dibêjin şehîd şerf û rûmeta gelan in. Şehîd şehîdên têkoşîna gelan e. Şehîd rûmeta me ne. Yê ku fikir û ramanê azad naskiribe, wê fikirê pergala neteweya demoratîk naskiribe û wê xeta şehadetê li pêşiya xwe deynin. Ji ber ku şehîd nebin welat nayê rizgarkirin. Welatê ku şehîd xwe hebe, xiyanet wê li tunebe. “Şehîd tu caran namirin,” “bijî rêber Apo.”

Bi navê malbata Gulo Emed Gulo jî di merasîmê de axivî û wiha got: “ Guh nedin xwefiroşan, welatparêz hevdu bigrin, em bes in. Weke keça Kurd bang dikin, dibêje ger xort neyên, vaye em keç bes in ji bo doza welat, êdî em bes in. “Bijî fikir û felsefeya Rêber APO”, “Bijî Abdulah Ocelan”.

Li ser navê Meclisa Navçeya bajarokê Girbawî ya Qamişlo Silêman Osman bal kişand ser girêdana gel bi nirxê şehîdan ve û ev tişt anî ziman: "Şehîd di dilê me de ne, nasnameya me ne û tu carî namirin. Dema ku li gundê Mele Sibat balafirên bê mirov yên dewleta Tirk li heval Dijwar xistin, heval destpêkê birîndar dibe, ruxmî dikare biçe gund û şopa xwe winda bike ji ber keşifê, lê belê berê xwe dide çolê, nade nava gund. Bi xwe dizane ger biçe wê carek din lê bidin dibe li kêleka wî zirar li gelê gund û malê gund were. Ji bo zirar nede gund berê xwe dide çolê. Lê belê welatparêzê bi navê Edîp çawa wisa dibîne heval birîndare, ruxmî zarokên wî dibêje neçe, lê belê xwe ji destê zarokê xwe derdixe diçe û ber bi heval Dijwar ve dimeşe, ruxmî heval dibêje ne we tuyê şehîd bikevî, lê belê heval guhdar nake diçe li gel heval, dema cara duyem balafir lê dixe her du heval li wir şehîd dibin. Ev bûyer sembola heskirin û girêdana bi şervanên xwe û gelê xwe ve dide nîşandan."

Herî dawî nasnameyên her pênc şehîdan hate xwendin û bi diruşmeya “Şehîd Namirin” meresîm bi dawî bû.

(dg)

ANHA