Şehîdên meha Tebaxê li Qamişlo hatin bibîranîn

​​​​​​​Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo 96 cangoriyên azadiyê yên meha Tebaxê yên di navbera salên 2016-2020`an de şehîd bûne li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi bîr anîn .

Şehîdên meha Tebaxê li Qamişlo hatin bibîranîn
18 tebax, 2022   17:27
QAMIŞLO

Merasîma bîranînê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişlo ve, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo bi amadebûna bi sedan malbatên şehîdan û şêniyên bajarê, hat organîzekirin.

Beşdarên merasîmê wêneyên şehîdên Tebaxê û şehîdên doza azadiyê rakirin.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir . Piştre, hevseroka Tevgera Civaka Demokatîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed axivî.

Rûken Ehmed di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Meha Tebaxê, hebûna gelê Kurd û hebûna mirovahiyê û nasnameya azad ya gelên Rojhilata Navîn e. Di kesayeta fermandar Egîd û hemû şehîdên meha Tebaxê de, 96 şehîdan bi bîr tînin û soza tolhildana şehîdan didin.”

Rûken Ehmed di dewama axaftina xwe de bal kişand ser bandora Pêngava 15`ê Tebaxê ya beriya 38 salan li tevahî Rojhilata Navîn û bi taybet li çar parçeyên Kurdistanê û Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha dewam kir: “Ji ber ku roja 15`ê Tebaxê, mesaj da dijmin ku ew propagandaya ku dijmin dikir ku gelê Kurd nema karê serî rake, ew felsefeya dijmin vala derxist û bêhêvîtiya ku li Kurdistanê hatibû avakirin şikand û li şûna wê hêvî ava kir.”

Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Revîn Şêxmûs Mihemed nasnameyên Şehîdên meha Tebaxê xwend.

Merasim bi durişmeyan bi dawî bû.

ANHA