​​​​​​​Li Şehbayê şanoya "Afrînerê kêfxweşiyê" hat pêşandan

Komîna Şano ya Avrîn a girêdayî Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê şanoya "Afrînerê kêfxweşiyê" pêşanda, rola lehengane ya şanoyê dara zeytûn e.

​​​​​​​Li Şehbayê şanoya "Afrînerê kêfxweşiyê" hat pêşandan
​​​​​​​Li Şehbayê şanoya "Afrînerê kêfxweşiyê" hat pêşandan
​​​​​​​Li Şehbayê şanoya "Afrînerê kêfxweşiyê" hat pêşandan
​​​​​​​Li Şehbayê şanoya "Afrînerê kêfxweşiyê" hat pêşandan
​​​​​​​Li Şehbayê şanoya "Afrînerê kêfxweşiyê" hat pêşandan
​​​​​​​Li Şehbayê şanoya "Afrînerê kêfxweşiyê" hat pêşandan
​​​​​​​Li Şehbayê şanoya "Afrînerê kêfxweşiyê" hat pêşandan
​​​​​​​Li Şehbayê şanoya "Afrînerê kêfxweşiyê" hat pêşandan
18 tebax, 2022   15:43
ŞEHBA

Şêniyên kantona Efrînê yên ku bi darê zorê koçberî Şehbayê bûne, bi rêbazên cûda girêdana xwe bi xaka xwe ve nîşan didin.

Komîna Şanoyê ya Avrîn a girêdayî Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê bi pêşandana şanoyekê girêdana xelkê Efrînê bi xak û zeytûnên xwe ve nîşan da.

Komînê bi beşdarbûna bi dehan şêniyên Efrînê şanoya "Afrînerê kêfxweşiyê" li Hola Çiyayê Kurmênc (Mîtan) a li navçeya Ehdas a Şehbayê pêşanda. Nivîskarê şanoyê Ebas El Hayik e û derhêner Mîrzan Bekir e. Komînê di vê şanoyê de xwe bibêje ku kêfxweşî di hundirê mirov de ye, divê her kes di hundirê xwe de lê bigere.

Têkildarî navaroka şanoyê û armanca wê, derhêner Mîrzan Bekir ji ANHA'yê re axivî û got: "Destpêkê me tekst diyar kir û ji zimanê erebî wergerî kurdî kir, me hin taybetmendî ku nîşaneya Efrînê ne wekî darên zeytûnan û zaraveyê şêniyên wê lê zêde kir da ku şano ji civakê re bibe jêdera hêviyê ye."

Bekir diyar kir ku ji dema ku ji Efrînê koçberî Şehbayê bûne, dijmin hewl dide îradeya gel bişkîne û hêviyên wê yên vegerê li ser xaka xwe qut bike û wiha domand: "Dijmin bi gelek rêbazan di nav de şerê taybet hewl dide îradeya gel bişkîne û hêviyên wê yên vegerê li ser xaka xwe qut bike, ji ber bersivdayîna van hewldanên dijmin me ev şano amade kir da ku vê peyamê bidin civaka xwe ku hêviya vegerê qut nabe."

Bekir da zanîn ku rola lehengane ya vê şanoyê dara zeytûnê ye ku afrînera kêfxweşiyê ye ya ku her kes lê digere û şêniyan li ser rizgarkirina xaka xwe û vegera lê bi israr dighêle.

Mîrzan Bekir destnîşan kir ku amadekariyên vê şanoyê 8 mehan dewam kir û ji ber kêmbûna lîstikvanan û îmkanan zehmetî kişandin.

Mîrzan Bekir her wiha anî ziman ku şano behsa nakokiyên di navbera du aliyan de dike, yek çîna hakimên desthilatdar e ku ji bo qutkirina hêvî û kêfxweşiya civakê kar dikin û çîna din jî civak e ku li kêfxweşiya xwe digere.

Lîstîkvan Selam Îbo jî qala şanoyê kir: "Çîroka şanoyê li ser gundekî ye ku di nav alozî û bê kêxweşiyê dijî, mîna rewşa me bû dema ku em ji Efrînê derketin. Komeke xelk ku ji çîna desthilatdar e rewşeke bê hêvî di nava civakê de biafirîne. Li hemberî vê şênî bi hemû  hêza xwe tê dikoşe û dighêje merheleyekê ku kêfxweşî di hundirê wan de ye ew bi xwe dikarin kêfxweşiya xwe kontrol bikin û nabe tu kes hêvî û kêfxweşiya wan kontrol bike.  Dara zeytûnê wiha dibêje ku di şanoyê de rola kêfxweşiyê dilîze."

Lîstikvan Loran Kelkawî jî got: "Rola min di şanoyê de Adon e kesayeteke desthildar li gund e, bi bazirganî, pere û hin alîgirên xwe civakê kontorl dike û dihêle ku civak serî jê re daxe. Her wiha ev kesayet hewl dide hêviyên xelkê gund di dîtina afrînerê kêfxweşiya wan û hêviya wan ku dara zeytûnan de qut bike."

Kelkawî di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: "Çîna desthilatdar di civakê de çi bike wê nikarbe îradeya gel ê hevgirtî yê yê ku li ser hêviyên xwe bi israr be, qut bike. Armanca me jî ji vê şanoyê ev bû. Me ji civakê re diyar kir ku desthilatdar tune dibe lê îrade û hêviya gel dimînin."

ANHA