Çalakiya konvedanê ya li ber avahiya NY'yê di roja 7'an de bi biryardarî didome

Çalakiya konvedanê ya bi diruşmeya "Kanî dadmendiya we?" di roja 7'an de li pêşiya navenda NY`yê bi biryardarî dewam dike.

Çalakiya konvedanê ya li ber avahiya NY'yê di roja 7'an de bi biryardarî didome
18 tebax, 2022   13:15
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bêserûber êrişî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.

Li dijî van êrişan û bêhelwestiya hêzên navneteweyî yên li herêmê, Hêzên Parastina Civakî (HPC) û Kongra Star bi diruşma "Kanî dadmendiya we?'" di 12`ê Tebaxê de çalakiyeke konvedanê li pêşiya avahiya Komîseriya Kar û Barên Penaberan a NY՛yê ya li Qamişlo dest pê kir. Her roj saziyên li herêmên Cizîrê beşdarî çalakiyê dibin û helwestên tund nîşan didin.

Şêniyên navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo çalakiya îro ya roja 7՛an dewr girt.

Di bin kon de wêneyên zarokên ku di encama êrişên dagirkeran de birîndar bûne, wêneyên şehîdan û alên Kongra Star, HPC û TEV-DEM`ê hatine daliqandin.

Îro jî Hevserokê Meclisa bajarê Çilaxa û Hevseroka Şarêdariya Gel a bajarê Çilaxa beşdarî çalakiyê bûn.

Daxuyaniya  destpêkê ya çalakiya konvedanê ji aliyê hevserokê Meclisa bajarê Çilaxa Faris Fetah ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Nêzîkî deh salan e ku gefên dewleta Tirk û kiryarên wê yên terorîst berdewam in. Destpêkê destek da komên îslamî yên tundrew ên mîna El Nusra, El Qaîde û DAIŞ'ê û rê li ber van vekir ku bi hêsanî derbasî xaka Sûriyê bibin. Dewletea Tirk destpêka sala 2018’an û niha gefên dagirkirina herêmên din dixwe.''

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser sûcên dewlata Tirk a dagirker û wiha hate domandin: "Dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî şêwazên herî hovane wekî revandin, kuştin, desteserkirina mal û milek, ferzkirina bac, birîna daran û talankirina malan bi kar tîne da ku  xelkên resen bide koçberkirin û demografiya hehrêmê biguhere, wek ku di dawiya sala 2019an de li Girê Spî û Serêkaniyê kiriye. Her wiha bi dronan sivîlên bêguneh, zarok û kal û pîran dikin hedef da ku aramiya li herêmên Rêveberiya Xweser û projeya biratiya gelan û neteweya demokratîk a ku ji aliyê rêberê neteweya demokratîk serok Apo ve hatiye avakirin ji holê rake."

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan û Konsya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku pabendî sozên xwe yên mirovî û exlaqî bin ji gelên herêmê ji hovîtiya faşîzma Tirkiyê biparêzin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê soz didin gelê xwe û rêberê xwe ku li ser şopa şehîdên xwe bimeşin heta ku armancên şoreşa me bi jiyana hevbeş a hemû pêkhateyên herêmê pêk werin.''

Hevseroka Şeredariya Gel a Çilaxa Firyal Qesimo êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û got, divê Neteweyên Yekbûyî li hemberî van êrişan biryareke tund bigire.

(hh)

ANHA