​​​​​​​Şêniyên Til Birakê: Em ji bo berxwedanê amade ne

Şêniyên navçeya Til Birak a kantona Qamişloyê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandêran li dijî êrişan îşaret bi xurtkirina berxwedanê û piştgiriya QSD`ê kir.

​​​​​​​Şêniyên Til Birakê: Em ji bo berxwedanê amade ne
18 tebax, 2022   12:14
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Til Birak û saziyên wê yên sivîl û leşkerî li dijî êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandan ji ber Çerxerêya Firinê ber bi kolanên sereke yên navçeyê ve dest pê kir û li Çerxerêya Şehîdan veguherî mîtîngê.

Endama rêveber a Kongra Star a navçeyê Henan Silêman axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bajar, bajarok û sivîlan şermezar kirin.

Henan Silêman bang li gel kir ku li dijî êrişên dagirkeriya Tirk piştgiriya berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin û wiha dewam kir: "Li hember êrişên li ser herêmên me rêxistinên mafên mirovan û zarokan bê deng in. Lê dê hemû gel li dijî êrişên dagirkeran ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin û parastina destkeftiyên şoreşa xwe bikin."

Endamê rêveber ê Meclisa Navçeya Til Birak Wenas Ebdullah topbarana ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li dijî herêmê şermezar kir û piştgiriya xwe ji QSD`ê re anî ziman û got: "QSD´ê parastina serweriya xaka Sûriyê li dijî timayên dagirkeriya Tirk dike."

Wenas Ebdullah bang li gelê azadîxwaz kir ku hevgirtina xwe xurt bike û xeta têkoşînê xurttir bike ku zextê li ser hikumeta dewleta Tirk bike û sûcên li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne.

Di dawiya de beşdaran sloganên "Şehîd namirin" berz kirin.

(eh)

ANHA