Desteya Hundirîn û Hêzên Ewlekariyê bi oldar, rûspî û rewşenbîran re civiya

Desteya Hundirîn û Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê bi oldar, rûspî û rewşenbîran re civiya. Di civînê de geşdanên siyasî û mekanîzmeya xebatên hêzên ewlekariyê hatin nîqaşkirin.

Desteya Hundirîn û Hêzên Ewlekariyê bi oldar, rûspî û rewşenbîran re civiya
18 tebax, 2022   13:39
QAMIŞLO

Civîn li Hola Zana ya bajarê Qamişlo bi amadebûna şêxên eşîran,  endamên Kongreya Civaka Îslama Demokratîk û rewşenbîr amade bûn.

Hevserokê Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Kenan Berekat axivî, bi xêrhatina beşdaran kir û îşaret bi xebata Hêzên Ewlekariya Hundirîn di vê pêvajoyê de destnîşan kir. Kenan Berekat got: "Em bi alîkariya QSD'ê li hemberî komên terorîst sekinin, me wan têk bir û gelek kesên ku hewl didan ewlehiya herêmên me xirab bikin, girtin.''

Kenan Berekat diyar kir ku hin tore li herêmê hene dixwazin exlaqê civakê xirab bikin û got: "Hin tore xwestin madeyên hişbirê di nava civakê de belav bikin. Desteya Hundirîn  û Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkoşîna van sûcan dike û gelek kesên ku hewl didan civakê xirab bikin hatin girtin."

Berekat anî ziman ku rola civaka sivîl, eşîre, partiyên siyasî û ciwan di parastina îstiqrara herêmê de heye.

Beşdaran li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman, diyar kirin ku erka her welatiyekî ye alîkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bike.

ANHA