Jinên herêma Cizîrê helwestên dewletan li hember sûcên dagirkeriya Tirk çawa nirxandin?

"Hêza me di xweparastinê de ye, em bê Amerîka û Rûsya li ber xwe didin û xwe naspêrin wan, ger em pişta xwe bidin wan, dê dawiya me tehlûke be”, jinên herêma Cizîrê yên tev li çalakiya konvedanê bûne wiha nêrînên xwe li hember bêdengiya navneteweyî anîn ziman.

Jinên herêma Cizîrê helwestên dewletan li hember sûcên dagirkeriya Tirk çawa nirxandin?
16 tebax, 2022   00:49
QAMIŞLO – SILAVA EBDUREHMAN

Nerazîbûna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li hember dagirkeriya Tirk û êrişên wê yên ku piştî civîna Tehran û Soçiyê zêde bûne, didomin.

Encamên van civînan li ser erdê xuya bûn ku dewleta Tirk a dagirker asta êrişên xwe li dijî herêmê û hedefgirtina fermandaran zêde kir ku bi Koalîsyona Navneteweyî re, şerê DAIŞ`ê kir heta ku di 2019`an de li Baxozê hatin tunekirin.

Ji bo şermezarkirina binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê, Hêzên Parastina Civakî (HPC) bi koordîneya Kongra Star, çalakiya konvendaê ya bi dirûşma “dadmendiya we li ku ye” li pêşiya Navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişlo li dar xist û daxwaza girtina qada hewayî li hember balafirên dagirkeriya Tirk, kirin.

`EM JI DIJMIN RE NAHÊLIN`

Mehdiye Ebdullah ku ji şêniyên bajarê Hesekê ye sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got: “Heta kengî Erdoganê çete dê zarok, ciwan û temenmezinên me bikuje, em êdî nikarin bêdengiya navneteweyî û binpêkirinên dagirkeriya Tirk ragirin. Em êdî bi vê rewşê razî nabin. Em ê bi ciwan û temenmezinên xwe şer bikin û em ji dijmin re nahêlin.”

Mehdiye Ebdullah wiha domand: “Kanî rêxistinên mafên mirovan, kanî civaka navneteweyî? Heta kengî ew ê bêdeng bimînin? Tiştê ku em dibêjin ew e ku bêdengiya wan hevkariya wan bi dagirkeriya Tirk re nîşan dide, em aşitîxwaz in ne şerxwaz in.”

Her wiha Zerga Mihemed Matar bang li civata navneteweyî kir û got: “Kanî wijdana cîhanê êdî sûcên dewleta Tirk a dagirker hemû pîvan û mafên mirovan derbas kirin. êdî sûcên şer ên li dijî mirovahiyê pêk tîne.”

Zerga Mihemed wiha domand: “Em ji Erdoganê faşîst re dibêjin, em ji balafir û çeteyên te natirsin. Em dev ji xaka xwe ya ku bi xwîna keç û xortên me hatiye avdan bernadin. Her bihosteke xaka me bi xwîna wan hatiye avdan, ji ber wê jî em ê heta dawiyê li hember te bisekinin.”

Zerga Mihemed balkişand ser rola Koalîsyona Navneteweyî û got: “Koalîsyona Navneteweyî li ser xaka me ye û dibîne dagirkeriya Tirk çi dike lê dîsa jî bêdeng e. Ji ber wê jî hewce nake ew li vir bimîne, ew tenê ji bo berjewendiyên xwe li vir e. Heta niha me tu bertek ji aliyê wê ve li hember sûcên dagirkeriya Tirk ên dermirovî nedîtiye.”

`GER EM PIŞTA XWE BIDIN WAN, DÊ DAWIYA ME TEHLÛKE BE`

Her wiha Zerga Mihemed teqezî bi berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li hember êrişan kir beyî ku xwe bispêrin hêzên derve û got: “Hêza me di xwedîderketina li hêzên leşkerî û xweparastinê ye.  Em bê Amerîka û Rûsya li ber xwe didin û xwe naspêrin wan. Ger em pişta xwe bidin wan, dê dawiya em tehlûk be.”

Welatiya bi navê Hediye Ebdullah a ji Dêrikê ya kantona Qamişlo ku ew jî tev li çalakiyê bûye, çalakiya konvedanê bi “konê şeref, wijdan û dadmendî” bi nav kir û wiha anî ziman: “Ji destpêka şoreşê ve me xeta parastina rewa ji xwe esas girt da ku em destkeftiyên tevahiya pêkhateyên herêmê biparêzin. Me dest bi dest Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji nû ve ava kir, tu carî jî me êrişî kesekî nekiriye, berovajî wê hemû komên çete yên girêdayî dagirkeriya Tirk êrişî me kirin.”

Hediye wiha domand: “Fikr û rêbaza me ya li hember dewletên desthilatdar di serî de Rûsya û Amerîka ye. Her yek ji wan ji bo berjewendiyên xwe li vir e û berjewendiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê paşguh dikin, bêdengiya wan jî nîşana wê yekê dide.”

Hediye Ebdullah diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê baş nas dike ku êrişên li dijî herêmê bi erêkirina navneteweyî tên kirin; ji ber ku dagirkeriya Tirk bi çekê NATO’yê êrişî gelê herêmê dike, bi van çekan jî zarok, jin û temenmezinan dikuje.

Hediye Ebdullah fedakariya gel silav kir û got: “Gelê Kurd ji xwînê hez nake, ew aşitîxwaz e. Me Rûsya û Amerîka venexwend ji bo werin vir, madem ew li vir in jî divê ew dadmendî û wîjdanê xwe derxin pêş. Xaka me ne fîlmek anjî şanoyek e ku li rijandina xwînê temaşe bikin. Em bihostekê jî ji xaka xwe nadin. Me dest bi şerê xwe -şerê gel ê şoreşgerî- kir, gelê berxwedêr û yê ku çarenûsa xwe bi xwe diyar dike bê destwerdanên ji derve, dê li hember hemû êrişan bisekine.”

Hediye Ebdullah wiha domand: “Dayîk dê xwe li hember êrişan bikin mertal, eger şer dest pê kir, em amade ne.”

'DIVÊ TEVAHÎ JIN ASTA TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN’

Têkildarî heman mijarê, welatiya bi navê Nûra Kêlo ya ji navçeya Amûdê bang li tevahiya jinan kir ku tev çalakiya konvedanê bibin û asta têkoşîna xwe ya li hember dagirkerî û zilmê bilind bikin.

Nûra Kêlo behsa kêmasiyên rêxistinên hiqûqî kir û got: “Tevî ku em êdî bi mafên mirovan ên ku rêxistinên hiqûqî îdia dikin bawer nakin jî, lê belkî bi vê çalakiya xwe, em wan bi van wêneyên zarok, ciwan û temenmezinên ku hatine hedefgirtin, ji xewê şiyar bikin.”

Nûra Kêlo ev li gotinên xwe zêde kir: “Dagirkeriya Tirk û neviyên wê yên Osmanî jî, gelek komkujî li dijî gelê Kurd pêk anîn, ew di gorên komî de veşartin û li ser nivîsandin “Vir Kurdistan e”; lê wan nekarî ku dawiya gelê Kurd bînin û îradeya wan têk bibin. Kurdan serî hilda û xwedî li xeta berxwedanê derket.”

Li gor Komîteya Amadekar a çalakiyê ku di 12’ê Tebaxê de hate lidarxistin, tê payîn ku çalakî heta 30’yê heman mehê bidome û dê şêniyên herêma Cizîrê û saziyên leşkerî û sivîl ên herêmê tev lê bibin.

 

(mh)

 

ANHA