​​​​​​​Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriya Cejna Vejînê pîroz kir

Bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê salvegera 38`an a Pêngava 15`ê Tebaxê pîroz kir û teqezî bi şopandina rêya şehîdên azadiyê, mezinkirina têkoşîn û berxwedanê li hember dagirkeran kir.

15 tebax, 2022   19:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahî ji bo pîrozkirina salvegera 38`emîn a Pêngava 15`ê Tebaxê li dar ketin.

KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên herêma Firatê, endamên saziyên sivîl û partiyên herêma Firatê li Qada Şehîd Egîd ya Kobanê kom bûn.

Di şahiyê de hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Firatê Xunav Xelîl axivî û got: “Dema em dibêjin 15`ê Tebaxê, em teqandina guleya yekemîn ji aliyê şehîd Egîd ve bi bîr tînin. Rizgariya ku em gihaştinê û şiyarbûna gelên rojhilat ji xew tê bîra me.”

Xunav Xelîl wiha domand: Şoreşa 19`ê Tîrmehê, berhema Pêngava 15`ê Tebaxê ye ku giyanê xwe jê digire. Îro dewleta Tirk a dagirker hewl dide şoreşa me têk bibe û gel berbelav bike. Lê gelê me bi berxwedana xwe li hember planên wê, bersiv da. Ciwanên vî gelî, li çiyayên Kurdistanê derseke baş dan dagirekeriyê û têk bir.

`PÊNGAVA 15`Ê TEBAXÊ DEMA KU GELÊ KURD DIHAT QIRKIRIN HAT`

Her wiha hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Kobanê Felef Yusif axivî û ev roj li rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Pêngava 15`ê Tebaxê, dema gelê Kurd di girtîgehan de û derveyî wê dihat qirkirin, destpê kir. Wan lehengan bi dengê xwe yê herî bilind qêriya û gotin hûn nikarin me qir bikin.”

Piştî bidawîbûna axaftinan komên Botan û Gulav ên Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê berhemên xwe pêşandan û şêniyan xelekên dîlan li ber girt.

DIRBÊSIYÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê, gund û bajarokên girêdayî wê tev li şahiyê bûn ku Meclisa Navçeya Dirbêsiyê ji bo bîranîna Pêngava 15’ê Tebaxê li dar xistiye.

Di destpêka şahiyê de hevserokê Meclisa Navçeya Dirbêsiyê Rustem Bekir axivî û salvegera 38’an a Pêngava 15’ê Tebaxê li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got: “Divê em li ser şopa şehîd Egîd bimeşin û li hember dagirkeriya Tirk serî hildin.”

Bekir wiha domand: “Hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember dagirkeriya Tirk li ber xwe didin û berdêlên herî buha dan, bi yekitiya wan jî em ê planên li dijî şêniyên herêmê, têk bibin û destkeftiyên şehîdan biparêzin.”

Piştre endama Yekitiya Jinên Ciwan, Diyana Ebdullah axivî û wiha anî ziman: “Ji şehîd Egîd heta şehîd Avêsta û Arîn Kobanê gelê Kurd têkoşîn û berxwedana xwe ya li hember dagirkeriya Tirk a ku qirkirina Kurdan ji xwe re kiriye armanc, didomîne.”

Diyana Ebdullah wiha domand: “Berxwedana gelê Kurd a li ser şopa şehîd Egîd ji dijmin û cîhanê re îsbat kir ku em xwediyên xak û dozê ne û dijmin nikare me qir bike.”

Şahî bi pêşkêşkirina stranên şoreşgerî ji aliyê komên Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê ve û girtina xelekên govendan bi dawî bû.

TIL TEMIR

Bi sedan şêniyên navçeya Til Temirê salvegera 38`emîn a Pêngava 15`ê Tebaxê pîroz kir.

Di şahiyê de bi navê Rêveberiya Xweser Mihemed Seîd Şêxmûs axivî û got: “Pêngava 15`ê Tebaxê, ji bo gelê kurd û Rojhilata Navîn dîrokeke girîng e. Di dîroka gelê Kurd de nuqteya guhertinê ye. Gelên herêmê beriya 15`ê Tebaxê li ku bû û niha li ku ne.”

Şahî bi gerandina xelekên govendê li ber stranên komên hunerî yên navçeyê berdewam kir.

EFRÎN

Şêniyên Efrînê salvegera 38`emîn a Pêngava 15`ê Tebaxê li Kampa Veger a li navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê pîroz kir.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Navçeya Şêrawa Henîf Seydo di şahiyê de axivî û salvegera Pêngava 15`ê li pêkhateyên herêmê pîroz kir û got: “Şoreşa Rojava bi saya fedakaiyên şehîdên Artêşa Rizgariya Kurdistanê bi pêşengiya şehîd Egîd li dar ket.”

Seydo di dawiyê de soza berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê li ser rêgeza şehîdan heta pêkanîna hêviyên wan da.

Di şahiyê de koma Çiyayê Lêlûn a navçeya Şêrawa, hunermend Omer Beşîr berhemên hunerî pêşandan û beşdaran dîlan li ber gerandin.

TIL BIRAK

Li navçeya Til Birak a kantona Qamişlo bi dehan şêniyên navçeyê li qada Navenda Çand û Hunerê beşdarî şahiyê bûn.

Di destpêka şahiyê de endamê rêveber ê Meclisa Leşkerî ya Herêma Hol û Til Birak Ehmed Deran wiha axivî: “Şoreşa 15’ê Tebaxê berhema fikrê rêber Ocalan a ber bi azadiyê û dawiya zilmê ye û pêkanîna jiyana hevbeş e.”

Piştre, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê endama rêveber Weed Ilêwî axivî û salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir ku giyanê berxwedan û vînê li cem gelên bindest vejand.

Şahî bi gotina helbestên şoreşgerî ji aliyê zarok Nezîr Mihemed, pêşandana stranan ji aliyê hunermend Teleb Nazir û govendên folklorî ji aliyê komên şehîd Dîlan û şehîd Seda û girtina govendan bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Şahî li qada çerxerêya Azadî ya başûrê rojhilatê navçeyê bi beşdariya pêkhateyên navçeyê yên Kurd, Ereb û Suryan hat lidarxistin. Di destpêka şahiyê de endama rêveber a Kongra Star Buşra Xelîl diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku bi şoreşa jinan hat naskirin, berdewamiya Şoreşa 15’ê Tebaxê ye.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Nûredîn Şakir axivî û Pêngava 15’ê Tebaxê li gelên herêmê pîroz kir û destnîşan kir ku ew ê li ser şopa şehîdan bin heta derxistina dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê û rawestandina siyasetên wê.

Piştre hunermend Fesîh Hisên û Dur Hisên stranên şoreşgerî pêşandan. Şahî bi girtina govendan li ber stranên koma şehîd Xebat bi dawî bû.

TIL KOÇER

Bi vê boneyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ya navçeya Til Koçerê turnovaya volybolê û maratona bezê ya 3 kîlometreyan bi beşdariya gelek werzîşvanan li dar xist.

Maraton ji têketina navçeya Til Koçer ber bi Parka Rêber Abdullh Ocalan a li navenda navçeyê ve dest pê kir.

Piştî bidawîbûna pêşbaziyên sporê şahiyeke girseyî bi beşdariya şêniyên navçeyê hate lidarxistin û şahî bi girtina govendan li ber stranên folklorî bi dawî bû.

ÇILAXA

Di heman çarçoveyê de şêniyên navçeya Çilaxa bi vê boneyê li qada hola Roj şahiyek li dar xist.

Di destpêka şahiyê de endamê rêveber ê PYD’ê, Sirûr El Şetî axivî Pêngava 15’ê Tebaxê li gelên cîhanê pîroz kir û destnîşan kir ku bi saya fedakariya şehîdan gelên herêmê gihiştine vê qonaxê ku di nava azadiyê û demokratiyê de ne.

Sirûr El Şetî daxuyand ku ew ê li ser şopa şehîdan bin ku ji bo wan rêya herî guncew e ji bo sekna li hember dagirkeriya Tirk û rêgirtina li pêşiya sûcên wê li dijî gelê Kurd e û gelên herêmê ye.

Piştre sînevîzyonek têkildarî gotinên rêber Ocalan ên li ser Pêngava 15’ê Tebaxê hat pêşandan.

Şahî bi girtina govendan li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.

DÊRIK

Bi hezaran şêniyên navçeya Dêrikê û herêmên Koçeran û Berav li Parka Dîcle ya li bajarê Dêrikê kom bûn û tev li şahiya pîrozkirina salvegera 38`an a Pêngava 15`ê Tebaxê bûn.

Di şahiyê de endama rêveber a Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yusif axivî û got: “Bi saya têkoşîn û fedakariyên şehîdan mîna şehîd Egîd gelê Kurd tê gihişt planên ku li dijî wî û doza wî li dar dikevin û têkoşîna xwe ya dîrokî ku divê li dijî wan planan bimeşîne, nas kir.”

Perwîn Yusif daxuyand ku Pêngava 15`ê Tebaxê bi saya fikirê rêber Abdullah Ocalan têkoşîna gelê Kurd gihand vê pêvajoya dîrokî û li hember hemû dagirkeran sekinî ku hewl didin hebûna wî li her çar parçeyên Kurdistanê tune bike.

Piştî bidawîbûna axaftinan, hunermend Baran Dilbihar û Koma Eleftarya ya Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê stranên şoreşgerî gotin. Beşdarên şahiyê xelekên govendê li ber gerandin.

HESEKÊ

Li Hesekê jî bi sedan şênî, endamên Rêveberiya Xweser, saziyên sivîl û leşkerî li qada Şehîdên Suryan a li taxa Nasre kom bûn û Cejna Vejînê pîroz kir.

Di şahiyê de, endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Mistefa Ehmed axivî û salvegera 15`ê Tebaxê li gelên Rojhilata Navîn û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Ehmed wiha domand: “Çendîn dewleta Tirk a dagirker çekên giran û pêşketî bi kar bîne, lê vîn û berxwedana me ya me ji şehîd Egîd biriye, zaîf nabe. Bi saya îdeolojiya rêber Abdulla hOcalan û berxwedana şehîdan em ê bi ser kevin.”

Piştre endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên ku meşek bi meşelayan li dar xistibûn tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de helbestvan Ferhad Merdê, Koma Tolhildan a Navenda Çand û Hunerê ya Hesekê berhemên xwe yên hunerî pêşandan. Beşdaran jî li ber stranên şoreşgerî xelekên govendê gerandin.

Di dawiya şahiyê de, sînevizyonek têkildarî têkoşîn û berxwedana şehîd Egîd û berxwedana gerîla li dijî dagirkeriya Tirk li çiyayên azadiyê hate pêşandan.

(mh)

ANHA