‘Ciwan dê li hember tecrîda li ser rêber Ocalan xwedî helwest bin’

Ciwanên Efrînê tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û dan zanîn ku “em ê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo timî di nava çalakiyan de bin.”

‘Ciwan dê li hember tecrîda li ser rêber Ocalan xwedî helwest bin’
16 tebax, 2022   03:34
ŞEHBA

Rêber Abdulah Ocalan ev 23 sal e li girtîgeha Îmraliyê girtî ye. Li dijî rêber Abddullah Ocalan tecrîdeke giran tê meşandin. Gelê Kurd xwedî li felsefeya rêber Abdullah Ocalan derket û têkoşîna li dijî tecrîdê dewam dike. Armanca gel ya sereke jî şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan e û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî ye.

Der barê mijarê de, ciwanên herêma Efrînê nêrînên xwe ji me re parve kirin.

Jina ciwan a ji pêkhateya Ereb Bedîa Mislêm got: “Em tecrîda li ser rêberê xwe şermezar dikin. Rêber Apo 23 sal e di zindanê de ye. Li hemberî rêberê me planek qirêjî tê meşandin. Divê em jî bi şev û roj ji bo şikandina tecrîdê tê bikoşin. Rêbertî canê xwe fedayî me kiriye û pêşengiya şoreşa azadiyê dike. Serok Apo rêberê mirovahiyê ye. Me xwe bi fikir û felsefeya wî li ser piyan girtiye û em li ber xwe didin.”

'EM Ê TIMÎ DI NAVA ÇALAKIYAN DE BIN'

Bedîae Mislêm destnîşan kir ku tecrîda girankirî ya ku li ser rêber Apo tê meşandin, bêmafiyeke herî mezin e û wiha gotinên xwe berdewam kirin: “Her girtiyek mafê wî heye ku hem bi parêzerên xwe re hem jî bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Mixabin ev yek li gel dewleta tirk ne derbasdar e û her ku diçe tecrîdê li ser wî girantir dike. Rêber Apo ji bo aştiya di navbera gelan de û yekbûna di navbera wan de li ser esasê hevgirtina gelan 40 salan têkoşiya.”

Ciwanê ji pêkaheteya Ereb Ehmed Ehmed jî têkildarî mijarê wiha axivî: “Em tecrîda li ser rêberê xwe bi tundî şermezar dikin. Em bang li gel dikin ku li hember vê tecrîdê bêdeng nebin. Li hemû qadan dijî komplo û tecrîdê dest bi çalakiyan bikin, em tecrîda li ser rêber Apo bi dawî bikin. Rêber Apo tenê nûnertiya gelê Kurd nake, nûnertiya îradeya gelan dike. Em ê ji bo azadiya fizîkî ya rêber Apo û gelê xwe timî di nava çalakiyan de bin.”

'ME SOZ DAYE EM Ê TÊKOŞÎNA JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO BIDOMÎNIN'

Her wiha ciwanê ji pêkhateya kurd Xalid Xalid axivî û diyar kir ku armacên çalakiyên wan şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan e û wiha got: “Ji bo ku em dawî li tecrîda li ser rêber Ocalan bînin. Em bang dikin ku di zûtirin demê de rê bê dayîn parêzer, rêxistinên civakî û malbat biçin Îmraliyê û hevdîtinê rêber Abdullah Ocelan re bikin. Ji bo ku em ji rewşa tenduristiya Ocalan agahdar bin. Me soz daye ku em ê çalakiyên xwe ji bo azadiya fizîkî a rêber Abdulah Ocalan bidomînin.”

Ehmed Hesen jî têkildarî mijarê got: “Rêber Apo li hember pergala kapîtalîst a ku zext li ser gelan dide meşandin sekînî. Ji ber ku rêber Apo li hember pergala dewletan, pergala demokratîk danî hole, komplo li rêber Apo tê ferzkirin.”

NIKARIN PÊŞÎ LI BELAVBÛNA FIKRÊN RÊBER OCALAN BIGIRIN

Ehmed tekez kir ku wek ciwan tecrîda li ser rêber Apo tê ferzkirin qebûl nakin û li hember tecrîdê tê dikoşin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo ku em rêberê xwe û xwe azad bikin em felsefeya rêber Apo esas digirin. Dewleta Tirk a dagirker jî dizane ku ger nêrînên rêber Apo bigihêjin gelan ew ê li hember pergala heyî şiyar bin û sekneke tund raber bikin. Ji bo vê jî tecrîda li Îmraliyê girantir kiriye. Lê belê nikarin li pêşiya belavbûna nêrînên rêber Apo bigirin.”

ANHA