Ji şahiya Cejna Vejînê li Qamişlo: Soza têkbirina dagirkeriyê hat dayîn

​​​​​​​Bi dirûşma “Bi rihê 15`ê Tebaxê werin cenga azadiyê” bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo salvegera 38`emîn a Pêngava 15`ê Tebaxê (Cejna Vejînê) li yarîgeha Heysem Kiço ya li bajarê Qamişlo pîroz kirin. Axaftvanan tekez kir ku 15`ê Tebaxê ji bo tevahiya mirovahiyê roja vejînê ye, her wiha destnîşan kirin ku sala nû ya pêngavê dê bibe sala serekftinê, têkbirina dagirkeriyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan.

Ji şahiya Cejna Vejînê li Qamişlo: Soza têkbirina dagirkeriyê hat dayîn
Ji şahiya Cejna Vejînê li Qamişlo: Soza têkbirina dagirkeriyê hat dayîn
Ji şahiya Cejna Vejînê li Qamişlo: Soza têkbirina dagirkeriyê hat dayîn
Ji şahiya Cejna Vejînê li Qamişlo: Soza têkbirina dagirkeriyê hat dayîn
Ji şahiya Cejna Vejînê li Qamişlo: Soza têkbirina dagirkeriyê hat dayîn
Ji şahiya Cejna Vejînê li Qamişlo: Soza têkbirina dagirkeriyê hat dayîn
Ji şahiya Cejna Vejînê li Qamişlo: Soza têkbirina dagirkeriyê hat dayîn
15 tebax, 2022   18:35
​​​​​​​QAMIŞLO

Îro salvegera 38`emîn a Pêngava 15`ê Tebaxê ye, ku fermandar şehîd Egîd di 15`ê Tebaxa 1984`an de guleya yekemîn li dijî dijmin teqand û wekî destpêka têkoşîna çekdarî ya Partiya Karkarên Kurdistanê (PKK) û wekî roja vejîna gelê Kurd tê hesibandin.

Ji pîrozkirina salvegera 38`emîn a Pêngava 15`ê Tebaxê, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ya kantona Qamişlo bi koordîneya Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) pîrozbahiya Pêngava 15`ê Tebaxê li Yarîgeha Heysem Kiço ya li Qamişlo, organîze kir.

Bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên kantonê û nûnerên partiyên siyasî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Cihê pîrozbahiyê bi alên rêber Abdullah Ocalan, Kongra Star, TEV-DEM, YPG/YPJ`ê, QSD hat xemilandin.

Di pîrozbahiyê de, endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê bajarê Qamişlo Sabir Mihemed axivî û salvegera Cejna Vejînê li rêber Abdullah Ocalan, şehîdên azadiyê û rûmetê û malbatên wan, li girtiyên azadiyê, şervanên YPG, YPJ`ê û QSD`ê û li gelê Kurd û gelên herêmê pîroz kir.

Sabir Mihemed di kesayeta fermandar şehîd Egîd de, hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wiha axivî: “Roja 15`ê Tebaxê ji bo gelê Kurd û tevahî gelên Rojhilata Navîn û ji bo tevahî mirovahiyê roja vejînê ye. Eger îro li ser vê axê hemû pêkhate, hemû reng, mezheb û bawerî dijîn û vê rojê bi hev re pîroz dikin ji ber wê ye ku vê rojê wekî roja azadiya xwe dibînin.”

Mihemed daxuyand ku ji bo gelê Rojava û hemû gelên Rojhilata Navîn, 15`ê Tebaxê rojeke nû ye û wiha pê de çû: “Ev roj roja azadî, wekhevî, aştî û nirxê mirovahiyê parastin e. Heyfa milyonan ên ku hatine qetilkirin, yên ku gotin me Kurd tune kirin, êdî me ser wan bêtûn kir, êdî nema bi navê Kurd û Kurdistanê yek derbikeve, 15`ê Tebaxê di şexsê fermandarê mezin rêheval Egîd û hevalên wî de ew bêtûna ku hatî çêkirin hemû qelişandin. 15`ê Tebaxê bersiveke herî xurt li hember qirkirina li ser gelê Kurd dihat kirin.”

Di dewama axaftina xwe de Mihemed diyar kir ku 15`ê Tebaxê ne tenê ji bo Kurdan, lê belê ji bo tevahî mirovahiyê bûye hêviyek û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bila hemû bizanibin ku îro Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bi saya wê têkoşînê rûmeta hemû sûriyan parast û ew ji pençên DAIŞ`ê xilas kirin.”

Piştre li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Qamişlo, endama yekitiyê Rîm Dede jî Cejna Vejînê li rêberê mirovahiyê rêber Ocalan, li gerîlayên azadiyê û li şehîdên doza azadiya Kurdistanê pîroz kir û wiha axivî: “Di vê rojê de ji sala 1984`an ve bi pêşengiya fermandarê nemir şehîd Egîd pêngava vejîna mirovahiyê dest pê kir. Pêngava 15`ê Tebaxê hişt ku çirûska azadiyê di nava gelê Kurd, gelên Kurdistanê û gelên bindest de were ronîkirin.”

Rîm destnîşan kir ku piştî 38 salan ji pêngava 15`ê Tebaxê êdî nema gelê Kurd bindestiyê qebûl dike û wiha got: “Cihê ku jin xwedî li fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan derkevin, ne pêkan e ku serî bitewîne, ji ber wê jî di vê demê de her ku diçe êrişên dewleta Tirk a dagirker bi taybet li ser jinan zêdetir dibin. Lê bila baş bizanibin gelekî ku pêşengên wî Egîd û Mezlûm in, Sakîna û Fîdan in wê tu carî dagirkeriyê qebûl nekin û serî netewînin.”

Rîm Dede di dawiya axaftina xwe de soz da ku wekî ciwan yên ku pêşengiya Şoreşa Rojava kirine, wê sala 39`emîn a Pêngava 15`ê Tebaxê bibe sala serkeftina gelê Kurd û têkbirina dagirkeriyê û sala azadkirina rêber Apo ji zindana Îmraliyê.”

Piştî axaftin bi dawî bûn, ji aliyê komên dîlan û stranan ve pêşandanên hunerî hatin pêşkêşkirin û dîlan hat gerandin.

(cx)

ANHA