Malbatên Şehîdan: Bi rihê 15`ê Tebaxê em ê dagirkeriyê têk bibin             

Malbatên şehîdan ên kantona Efrînê diyar kir ku bi rihê 15’ê Tebaxê dê faşîzma dewleta Tirk têk bibin û rizgarkirina Efrînê mîsoger bikin.

Malbatên Şehîdan: Bi rihê 15`ê Tebaxê em ê dagirkeriyê têk bibin             
15 tebax, 2022   23:36
ŞEHBA-ROHAT SÎDO

Pêngava 15'ê Tebaxê ya 1984'an, di nava dîroka gelê Kurd û Kurdistanê de wateyeke xwe ya taybet heye. Wek destana şer a serdema nû, bi îdeolojî û ramanên rêber Abdullah Ocalan, derbeke mezin li faşîzm û qirkeriya dewleta Tirk a dagirker da.

Li Rojava jî rihê pêngava 15'ê Tebaxê bû xeta bingehîn a şerê xweparastinê. Gelê Kurd pêngava 15'ê Tebaxê wek jiyan û hebûneke nû bi nav dike.

Têkildarî pêngava 15'ê Tebaxê  endamên Saziya Malbatê Şehîdan a Efrînê ji ajansa me re axivîn.

Niyazî Sîdo, bavê Şehîd Dilpak, di destpêkê de 15’ê Tebaxê li tevahî gelê berxwedêr û têkoşer pîroz kir û got: "Di serî de em cejna vejînê li tevahî gel û hêzên xwe pîroz dikin, 15`ê Tebaxê bû bingeh ji hêz, şervan û gelê me re, soreşa Rojava bi rihê 15`ê Tebaxê dijî.”

Niyazî Sîdo got: “Bi pêngava 15`ê Tebaxê re şervanên me wek hêzeke leşkerî hatin îsbatkirin, êdî hate zanîn ku Kurd koletiyê qebûl nakin û li hemberî vê yekê bi hesab nêzîkatî ji aliyê civaka navneteweyî  û dewletên hegemonîk di roja me ya îro de tê kirin."

Nûrî Ehmed wiha axivî: “15`ê Tebaxê rojabûna Kurdan e ku wekî şewqekê di Rojhilata Navîn de hate belavkirin.”

Nûrî got: "Çawa ku ciwan di 15`ê Tebaxê de li hember dewleta Tirk rawestîn û guleya kurditiyê ya yekemîn teqandin, di roja me ya îro de jî em bi pêşengiya wan ciwanan li hemberî dagirkeriyê li ber xwe didin û soza rizgarkirina welatên dagirkirî ji wan re didin.”

Di heman çarçoveyê de Xedîce Elo jî wiha axivî: "Di va roja dîrokî de bi saya Heval Egîd me nas kir ku em kî ne, bi avabûna artêşa ARGK`ê re bi hêza ku me jê wergirtiye em îro têkoşînên bêhempa li hemberî dagirkeriyê dimeşînin, bi rihê 15`ê Tebaxê em tekez dikin ku  li hemberî êrişên rojane, kuştin û revandina jinan bi ser bikevin û bi hêza ku bingeha xwe ji 15`ê Tebaxê girtiye; rizgarkirina Efrînê mîsoger dikin."

Esye Ebdo jî dayika şehîd Can Xort, da zanîn ku 15`ê Tebaxê hêviya azadiyê li cem gelê Kurd vejand û got: "Ji bo gelê Kurd PKK hêviya azadiyê ji nû ve da avakirin bi teqandina guleya yekemîn bi destê heval Egîd û hevrêyên wî bû sedema ku roja îro bi hezaran keç û xortên vî gelî berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê."

Di dawiya axaftina xwe de, Esye got: "Bi rêya 15`ê Tebaxê, em fêrî parastina cewherî bûne û li hemberî gef û êrişên dewleta Tirk şerê gel ê şoreşgerî didin meşandin, bi rihê 15`ê Tebaxê em ê dagirkeriyê têk bibin û Kurdistana azad ava bikin."

ANHA