​​​​​​​Di salvegera rizgarkirinê de Minbicê çawa hevsengiya Sûriyê guhert?

Rizgarkirina Minbicê di Tebaxa 2016'an de bandoreke mezin li Sûriyê kir. Ji ber ku ev bajar ji bo aliyên nakok ên li Sûriyê girîng e. Her wiha navendeke DAIŞ'iyên biyanî bû. Lewre rizgarkirina Minbicê derbeyeke xurt li DAIŞ'ê da.

​​​​​​​Di salvegera rizgarkirinê de Minbicê çawa hevsengiya Sûriyê guhert?
13 tebax, 2022   01:37
MINBIC

Rizgarkirina bajarê Minbicê serkeftineke stratejîk e. Bi vê serkeftinê rêya herî girîng a di navbera baregeha wê ya li Reqa û derveyî Sûriyê heta bi Tirkiyê ve qut bû.

Piştî 6 salan ji rizgarkirinê, bajar bi xetereya dewleta Tirk a dagirker re rû bi rû ye ku hewl dide planên ku DAIŞ'ê nikarîbûn bi cih bîne, pêk bîne. Ji ber vê yekê dewleta Tirk tevgera leşkerî ya çeteyên xwe li derdorê zêde dike, şerê îstîxbarat û ragihandinê li dijî Rêveberiya Xweser pêk bîne.

CIH Û DEMOGRAFÎ

Bajarê Minbicê li ser rêya M4 e ku bajarên bakur, rojhilat û rojavayê Sûriyê bi hev ve girê dide. Minbic 25 km dûrî Çemê Firatê ye û 75 km dûrî bajarê Helebê ye.

Li gorî serjimariya hikumeta Şamê ya sala 2004'an, hejmara niştecihên Minbicê 100 hezar kes bû. Piştî rizgarkirina wê di Tebaxa 2016'an de ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê, şêniyên wê yên koçber bûbûn lê vegeriyan û nifûsa wê zêde bû û ji bo sûriyên ku ji ber şer reviyane, bû qubleyek.

Li Minbicê Ereb, Kurd, Çerkez û Tirkmen dijîn.

Piştî destpêka aloziya Sûriyê, di dawiya sala 2012'an û heta navîna 2016'an guhertineke domdar di nasnameya hêzên ku dest danîne ser bajar û gundên wê hebû. Destpêkê koma "Artêşa Azad" bû, piştre Cebhet El-Nusra (Heyet Tehrîr El-Şam) û herî dawî çeteyên DAIŞ'ê bû ku zêdetirî 2 sal û nîvan Minbic dagir kir.

REHÊ JIYANA DAIŞ'Ê

Di 15'ê Tebaxa 2016'an de Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi desteka QSD'ê rizgarkirina Minbic ji çeteyên DAIŞ'ê ragihand. Ji ber gelek sedeman binkeftina DAIŞ û rizgarkirina Minbicê bandoreke mezin li pêngavên li DAIŞ’ê li Sûriyê û Iraqê kir. Ji wan sedeman; Minbic wekî paytexta çeteyên biyanî dihat dîtin. Çeteyên ji derveyî Sûriyê û Iraqê bi rêya Tirkiyê dihatin ku tev li DAIŞ'ê dibûn. Ji Stenbol heta Dîlokê bajarê Minbicê bûbû nuqteya kombûna çeteyên ji derve dihatin û li herêmên Sûriyê û Iraqê belav dibûn.

Têkbirina DAIŞ'ê ji aliyê QSD'ê ve, planên Tirkiyê, bi taybet ên li Minbicê, têk birin.

Bi rizgarkirinê re herêmên ku DAIŞ'ê dagir kiribûn ji sînorê Tirkiyê ku ji çeteyan re spartgeha yekemîn bû, ji hev hatin qutkirin û hevsengiyên li bakurê Sûriyê guherîn. Bi vê yekê şerê Tirkiyê yê bi wekîlan negihişt armancên xwe.

Heke dagirkirina Minbicê ji aliyê DAIŞ'ê ve dirêj kiriba, dê destkeftiyên zêdetir ên Tirkiyê ji bo çeteyan hebûya, di encamê de dê deverên zêdetir ji xaka Sûriyê û Iraqê dagir kiribana. Her wiha dê hejmareke mezintir a çeteyên biyanî hatibana ku xetereyên zêdetir li ser herêmê çêkiribana.

PLANÊN TIRKIYÊ YÊN LI MINBICÊ; SEDEM Û ARMANC

Dewleta Tirk heta niha desteka lojîstîk û manewî dide DAIŞ'ê. DAIŞ bi serbestî li pêşiya çavê rejîma Tirk û îstîxbarata wê li bajarên Tirkiyê tev digere û ciwanan tev li xwe dike. Heman demê sînorê Tirkiyê li pêşiya kesên ku dixwazin tev li DAIŞ'ê bibin û barhilgirên çekan û birîndarên DAIŞ'ê, her wiha li pêşiya kamyonên petrolê ku ji bîrên Cizîra Sûriyê tê dizîn, vekirî ye.

Desteka Tirkiyê ya bi rêya sînor ji bo DAIŞ'ê girîngiya bajarê Minbicê karînên xurt da çeteyan da ku qada berfireh ji Sûriyê û Iraqê dagir bike, gefan li cîhanê bixwe û komkujî li dijî şêniyan pêk anîn.

Tirkiyê çeteyên DAIŞ'ê ji bo wêrankirina Sûriyê bi kar dianîn. Her wiha çete şandin herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Armanca Tirkiyê ew e bû ku gelên herêmê, di serî de Kurdan qir bike û yên mayî koçber bike, her wiha da ku projeya demokratîk têk bibe.

Piştî binkeftina DAIŞ'ê dewleta Tirk bi xwe mudaxele kir, Cerablus, Raî, Ezaz, Bab, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin û tavilê dest bi guhertina demgorafiyê kir. Hewldana Tirkiyê ji destpêkê ve diyar bû ku hewl dide nasnameya herêman biguherîne û veguherîne bajarên Tirk. Ev yek xetereya planên dewleta Tirk ên li ser xaka Sûriyê diyar dike ku serweriya wê binpê dike û di bin gefa parçekirinê de ye.

Li gel van hemûyan Minbic ji bo Tirkiyê kilîteke girîng e ku herêmên bakurê rojavayê Sûriyê bi yên bakurê rojhilatê wê ve girê dide, her wiha hebûna wê li ser rêya M4 cihekî girîng û bi nirx ji bo aliyên nakok ên li Sûriyê ne.

Tirkiyê dibîne ku bi dagirkirina Minbicê dikare herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ji aliyê rojava ve kontrol bike û wê di aliyê aborî de bixeniqîne. Her wiha rûbera fireh a bajar mecaleke mezin dide wê ku hejmarek mezin a sûriyên ku bi peymanên Rûsya û Tirkiyê koçber bûne, lê werin bicihkirin. Bi vê yekê Tirkiyê dê projeya xwe ya guhertina demografîk temam bike. Bi guman dagirkirina bajarekî wisa mezin mîna Minbicê dê hêzeke mezintir bide Tirkiyê di nakokiyên li ser Sûriyê de.

Armanca yekem û ya dawî ya Tirkiyê eşkere ye ku dixwaze bigihêje sînorê Mîsaqî Millî û ber bi Minbicê ve pêşde were.

Bi vê yekê wê serokê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hewldanên xwe yên avakirina Osmaniya Nû temam bike.

Li gorî raporên ku ji herêmên Sûriyê yên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, diyar dibe ku li wan herêman qetilkirin, dizî, talankirin, alozî û bêaramî hene. Tirkiyê hewl dide vê aloziyê derbasî herêmên din ên Sûriyê bike ku Minbic yek ji armancên wê ne. Ev yek dê aloziya Sûriyê kûrtir bike û derfetên çareseriyê lawaz bike.

MINBC LI BER XWE DIDE

Tirkiyê hemû hewldanên xwe kirin da ku pêngava rizgarkirina Minbicê asteng bike, bi saya israra şêniyan pêngav bi ser ket. Ji ber vê yekê dewleta Tirk piştî ku bajarên Cerablus û Babê dagir kirin û piştî rizgarkirina Minbic bi duh hefteyan êrişên xwe li ser gundên Minbicê nesekinandine.

Rojane bi dehan gundên bakur û rojavayê bajarê Minbicê ji aliyê Tirkiyê ve tên topbarankirin, di encamê de bi dehan şênî bûne qurbanî. Her wiha xeta parastinê ya Meclisa Leşkerî ya Mibnicê bi sedên caran rastî hewldanên derbasbûnê hatin, lê bi saya parastina xurt a ku li dirêjahiya eniyên li beramberî herêmên dagirkirî hatine avakirin, ev hewldan hatin têkbirin.

Ji 6 salan ve sekna Minbicê ya li hemberî dewleta Tirk xurtbûna berxwedana wê nîşan dide. Berxwedana gel a li hemberî Tirkiyê di asta herî xurt de ye ku aktora sereke ya bersivdayîna planên dagirkeriyê ne.

Beriya çend mehan Tirkiyê hêzên xwe li herêmên dagirkirî zêde kirin û gefên dagirkirina Minbicê didomîne, li beramberî wê yekê şênî li ber xwe didin û van gefan wekî gefekê li çareseriya aloziya Sûriyê dibînin, her wiha hewldaneke da ku serdema tarî ya li ser bajar vegerîne, lê projeya heyî ya li bajar bi ewlehî û rêveberiya wê ji çareseriya Sûriyê re mînak in.

(bb)

ANHA