​​​​​​​Cenazeyê şehîd Rêzan Cawîd û Dijwar Kobanê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin

Cenazeyê endamê Rêveberiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rêzan Cawîd (Yûsif Rebanî) û şervanê YPG'ê Dijwar Kobanê bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Dijwar hatin veşartin.

​​​​​​​Cenazeyê şehîd Rêzan Cawîd û Dijwar Kobanê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîd Rêzan Cawîd û Dijwar Kobanê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîd Rêzan Cawîd û Dijwar Kobanê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîd Rêzan Cawîd û Dijwar Kobanê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîd Rêzan Cawîd û Dijwar Kobanê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîd Rêzan Cawîd û Dijwar Kobanê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîd Rêzan Cawîd û Dijwar Kobanê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin
12 tebax, 2022   19:58
HESEKÊ

Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê, cenazeyên şervanên YPG`ê Dijwar Kobanê û endamê Rêveberiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PAJK) Rêzan Cawîd (Yûsif Rebanî)  li Goristana Şehîd Dijwarê ya li gundê Dawûdiye ya bajarê Hesekê spartin axê.

Rêzan Cawîd 6'ê Tebaxê di êrişa balafireke bêrmivon a biçek a dewleta Tirk a dagirker de li dijî herêma Sînaa ya Qamişlo şehîd bû û Dijwar Kobanê 10'ê Tebaxê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de li gundê Mela Sibat ê Qamişlo şehîd bû.

Destpêkê girseya gel cenazeyên şehîdan ji pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê girt û bi karwanekî ji dehan erebeyan ku bi wêneyan şehîdan û gulan hatibû xemilandin, li gel berzkirina diruşmeyên "Şehîd Namirin" ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ve bi rê ketin.

Li goristanê deqeyeke rêz hat girtin û ji aliyê şervanên YAT, QSD , YPJ û YPG'ê ve toraneke leşkerî hat lidarxistin.

Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rojda Ehmed axivî û sersaxî da malbatên şehîdan û got: “Em bejna xwe li hember lehengiya şehîdan ditewînin. Şehîd pêşengên me ne û ji bo hemû gelan minare ne. Bi saya wan em li vir in.”

Rojda Ehmed destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker wê nikaribin vîna gelê herêmê têk bibe lê belê dê israra wan zêde bike da ku destkeftiyên şehîdan û projeya demokratîk a îdeolojiya rêber Abdullah Ocalan, biparêzin.

Her wiha di merasîmê de berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd axivî û got: “Şehîdan gelên herêmê ji komkujiyan parastin. Dewleta Tirk a dagirker jî êrişên xwe li dijî herêmê didomîne da ku projeya neteweya demokratîk û jiyana hevbeş têk bibe.”

Mehmûd wiha domand: “Dewleta Tirk nikare dîroka berxwedêran li her çar parçeyên Kurdistanê ji holê rake. Karê mê yê  ji bo girtina sîxurên ku ji bo ajandeyên dagirkeran kar dikin, berdewam e. Teqez wê hesab ji wan were xwestin."

Di merasîmê de endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif jî destnîşan kir ku gelên herêmê yên zarokên wan canê xwe feda kirin ew xwediyên vê axê ne û got: “Dagirker nikare xewna xwe pêk bîne ku gelên azadîxwaz tune bike. Bi teqez wê têk biçin û îradeya azad wê bi ser bikeve."

Foza Yûsif soza da malbatên şehîdan ku ew ê rêya şehîdan bişopînin heta ku armancên wan pêk bînin. Her wiha bang li ciwanan û şêniyan kir ku li hember xeta xiyanetê bisekinin, tev li refên hêzên leşkerî bibin da ku êriş û planên dewleta tirk a dagirker têk bibin.

Hevserokê PYD`ê Salih Muslim jî axivî û got ew ê gelên herêmê heta dawiyê biparêzin. Her wiha diyar kir ku gelên herêmê dê heta pêkanîna azadiyê, jiyana birûmet û biratiya gelan di bin sîwana projeya demokratîk de bê westan kar bikin.

Dayîka şehîd Lolo Hisên, Selma Mihemed çek li pêşiya beşdaran rakir û soza berdewamkirina berxwedanê û sekna li rex hêzên leşkerî di berxwedana wan a li hember êrişên li dijî herêmê de da.

Paşê girseya gel cenzayên şehîdan Dijwar Kobanê û Rêzan Cawîd li Goristana Şehîd Dijwar veşartin.

(şx)

ANHA