​​​​​​​Di êrişa li ser gundê Til Zîwan de welatiyek birîndar bû-hat nûkirin

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Til Zîwan ê girêdayî Qamişlo de welatiyek birîndar bû.

​​​​​​​Di êrişa li ser gundê Til Zîwan de welatiyek birîndar bû-hat nûkirin
8 tebax, 2022   12:15
QAMIŞLO

Nûçegihanê me ragihand ku artêşa Tirk a dagirker îro derdora saet 13:00`ê piştî nîvro gundê Til Zîwan ê girêdayî bajarê Qamişlo bi çekên giran tobparan kir. Di encamê de welatiyê bi navê Rênas Murad ku di dema topbaranê de pezê xwe diçêrand, birîndar bûye.

Ji saetên sibehê de dewleta Tirk a dagirker gundên navçeyên Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir, Zirgan, Eyn Îsa, gundewarê Girê Spî û gundên bajarê Qamişlo, topbaran dike.

ANHA