Dewleta Tirk bi topan tîma Rojava TV kir hedef

Îro saet di 15:00`an de li gundê Cirnikê yê navçeya Amûdê, dewleta Tirk a dagirker tîma Rojava TV bi 2 topan hedef girt.

Dewleta Tirk bi topan tîma Rojava TV kir hedef
8 tebax, 2022   14:12
QAMIŞLO

Tîma Rojava TV di dema şopandina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser gundewarê Amûdê de derbasî gundê Cirnikê dibûn hatin hedefgirtin.

Di encamê topbaranê de ti ziyan çê nebûn.

Ji vê sibehê ve dewleta Tirk a dagirker bê navber bi topan êrişî gelek gundên sînor ên Herêma Cizîrê dike.

(sb)

ANHA