Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye êrişên li dijî Şehbayê şermezar kir in

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kantona Şehbayê û hedefgirtina sivîlan şermezar kir û bang li rêxistinên mirovî û NY`yê kir ku erka xwe ya mirovî li hember şêniyên Efrînê bi cih bînin û hesabê ji dewleta Tirk bixwaze.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye êrişên li dijî Şehbayê şermezar kir in
8 tebax, 2022   12:00
ŞEHBA

Bi dehan endamên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye û endamên saziyên sivîl li qada Kampa Serdem a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn û daxuyaniyeke dan.

Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye Hiyan Elî daxuyanî bi zimanê erebî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriye û taybet herêmên Şehbayê û li dijî koçberên ku bi darê zorê ji gund  û herêmên xwe derketine, zêde bûne û wiha dewam kir: “Koçber li ser heviya vegerê li kampên koçberiyê û herêmên Şehba û Şêrewayê bi cih bûn, lê dîsa jî ji hovitiya dagirkeriyê xilas nebûn ku komkujiyan li pay hev li dijî wan pêk tîne. Di 26`ê Tîrmeha 2022'an de karkerên sivîl li zeviyên çandiniyê yê navbera gundê Şêx Îsa û Til Rifetê de hatin bombekirin, di encamê de zaroka bi navê Fehîme Reşo (17) ku ji şêniyên navçeya Cindirêsê ye û li navçeya Til Rifetê dimîne, hat qetilkirin û 5 jinên din birîndar bûn.

Binpêkirinên li dijî sivîlan didomin. Di 04`ê Tebaxa 2022`an de balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk bajarê Til Rifetê bombe kir, di encamê de 9 sivîlên ku piraniya wan jin û zarok bûn birîndar bûn. Her wiha di encama komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker di 21`ê Sibata 2019`an de pêk aniye û di encamê de 10 sivîl ji wan 8 zarok an jiyana xwe ji dest da û 10 kesên din birîndar bûn. Ev komkujî li pêş cîhanê pêk tên, bêyî ku tu aliek li hember dagirkeriya Tirk helwestekê nîşan bide. Ruxmî ku ev sûc li dijî pîvan û qanûnên mafên mirovan, her 4 lihevkirinên Cinêvê û protokolên wê ne. Ev sûcên birêxistinkirî û sîstematîk in ku dikevin asta sûcên şer, sûcên dermirovî û sûcên qirkirina komî.

Wekî rêxistineke hiqûqî a mafên mirovan em bang li tevahî rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û mirovî û di serî de bang li NY`yê dikin ku erka xwe ya mirovî, qanûnî û exlaqî bi cih bînin û li dewleta Tirk zext bikin da sûcên xwe yên li dijî sivîlên li herêmên dagirkirî yên Sûriyê rawestîne, û ji wan herêman derkeve, her wiha li gorî qanûna navneteweyî hesabê ji ker kesê ku destê xwe di van sûc û binpêkirinan de heye, bixwaze.

(dm)

ANHA